Rêxistinên rojnamegeran bertek nîşanî ferzkirina 'sîxuriyê' dan
Xebatên rojnamegeriyê terorîze dikin

  • rojane
  • 15:10 26 Tebax 2020
  • |
img

AMED - Nûnerên rêxistinên rojnamegeran û serokên baroyan bertek nîşanî ferzkirina sîxuriyê ya li Nûçegîhanê Rojnameya Evrenselê Cengiz Bolukbaş dan. Nûnerê TGS'ê yê Amedê Mahmut Oral, bertekên xwe anîn ziman û got: "Hemû hempîşeyên me ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê tên tawanbarkirin. Xebatên rojnamegeriyê wekî sûc tên terorîze kirin." 

3 kesên xwe wekî endamên îstîxbaratê dan naskirin di 24'ê Tebaxê de Nûçegîhanê Rojnameya Evrenselê Cengîz Anil Balukbaş binçav kirin û gef li wî xwarin. Endamên îstîxbaratê zor lê kirin ku bibe sîxur. Li dijî vê yekê nûnerên rêxistinên rojnamegeran bertekên xwe anîn ziman. Nûneriya Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) yê Amedê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û bertekên xwe anîn ziman. Di daxuyaniyê de Nûnerê TGS'ê yê Amedê Mahmut Oral, Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê (DFG) Serdar Altan, Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşcier, Serokê Baroya Amedê Cihan Aydin, Serokê Baroya Dersimê Kenan Çetin, Nivîskarê Rojnameya Evrenselê Yusuf Karataş û gelek kesên din amade bûn. Nûnerê TGS'ê yê Amedê Mahmut Oral, anî ziman ku kesên xwe wekî polîs dan nasîn, nîşan didin ku di şexsê Bolukbaş de dê di demên pêş de li dijî hemû pempiyên me derkeve holê û wiha got: "Bi vê yekê dixwazin xebat û karên çapemenî û rojnamegeriyê wekî sûc îlan bikin û terorize bikin. Ji roja AKP di 2002'an de hatiye ser kar heta niha pîşeyê rojnamegeriyê wekî “terorist” dibînin. Li dijî rojnamegerên ciwan bi vê nêzîkatiyê pîşeyê rojnamegeriyê wekî sûc nîşan didin û dixwazin wan ji vî karî dûr bixin." 
 
Oral anî ziman ku Rojnameya Evrenselê 25 salin weşanê dike û bi salan e nûnertiya wê li Amedê ye û wiha got: "Em tu carî qekûl nakin ku pîşeyê rojnamegeriyê û xebatên hempîşeyên me wekî terorîze bidin xuyakirin. Divê li dijî vê yekê em bêdeng nemînin. Çapemenî azad e û divê neyê sankurkirin. Bi zorê ferzkirina sîxuriyê sûc e. Gefxwarin îşkence ye. 
 
Oral, piştre peyama Serokê Cemîyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGC) Turgay Olcayto jî xwend û got: “Mixabin tişta hatiye serê Cengiz li welatê me ne tiştekî nû ye. Em wekî TGC'ê vê yekê şermezar dikin. 
 
Rojnameger Bolukbaş jî serpêhatiyên xwe anî ziman û got: "Di serî de li bajarên Kurdan û li Tirkiyeyê demek dirêj e rojnameger bi gefan re rû bi rû dimînin. Dixwazin rojnamegeran bikin sîxûr. Ev nêzîkatî nîşan dide ku îxtîdar çawa nêzîkî xebatên rojnamegeriyê dibin. Em ê li dijî vê yekê xebatên xwe berdewam bikin." 
 
GEF LI AZADIYA ÇAPEMENIYÊ  XWARINE 
 
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier jî anî ziman ku ger li welatekî rojnameger girtî be, li wî welatî demokrasî tune ye. 
 
Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin jî bal kişand ser kuştina rojnamegeran û got: "Li vî welatî Ferhat Tepe, Metin Goktepe, Ugur Mumcu, Musa Anter û gelek rojnamegerên din ji aliyê kesên kujer nediyar ve hatin kuştin. Niha gefan li xebatkarên çapemeniyê dixwin. Bi vê yekê gefan li azadiya çapemeniyê dixwin. Em wekî Baroya Amedê her dem piştgiriyê didin azadiya çapemeniyê." 
 
Serokê Baroya Dersimê Kenan Çetin jî anî ziman ku îro girtîgeh tijî rojnameger in û wiha got: "Ev girtîgehên tijî rojnameger rastiyê nîşanî me didin. Rojnamegerên rastiyan dinivîsin tên girtin û gef li wan tê xwarin. Em dixwazin der barê kesên gefan dixwin de doz bê vekirin." 
 
DIVÊ EM LI DIJÎ VAN ZEXTAN TÊBIKOŞIN
 
Hevserokê DFG'ê Serdar Altan jî anî ziman ku bi van rêbazan nikarin Rojnameya Evrenselê têk bibin û wiha got: "Pîşeyê rojnamegeriyê hem pir girîng e û hem jî karekî pir zor e. Îqtîdar ji bo medya xwe ava bike zextan li ser rojnamegerên azad dike. Divê em li dijî vê yekê bi hevre têbikoşin." 
 

Sernavên din

27/08/2020
12:16 Li Manîsa û Bûrsayê qeza: 5 karker mirin
11:34 Di mehekê de 10 kolber hatin qetilkirin
11:22 Pira dîrokî bi kepçeyan hat hilweşandin
11:12 Mexdûrên lehiya Gîresûnê: Sedema Felaketê HES in
11:09 Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdana 100’emîn
11:06 Di şerê di navbera du malbatan de jinek hat kuştin
10:52 Stranbêj Mosso: Ez ê tim li dijî neheqiyê bim
10:49 Yuksekdag: Em dikarin bi piştevaniyê Tîmtîk û Unsal bidin jiyîn
09:53 Mafê tenduristiyê yê girtiyan ji wan hatiye girtin
09:04 DÎSKÎ’yê cardin heqê avê biha kir
09:04 5 zilaman tecawizî wê kir, gilî kir, lê derbarê yekî de jî tiştek nehat kirin
09:04 Lêpirsîna derbarê mirina şivan Şen de 482 roj in bi dawî nebûye
09:03 Derbarê xwendekara ku tev li çalakiya Pinar Gultekînê bû de lêpirsîn hat destpêkirin
09:03 Qeyûm bi milyonan pere daye polîsan
09:03 Kar û bar pir e, lê heqdest hindik e
09:00 ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2020'AN
26/08/2020
21:28 Hinceta der barê berdana Çawîşê Pispor de: Bi rizaya her duyan bûye, sûcek berbiçav tuneye
19:46 Koca: 20 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:42 Bavê Îpek Erê: Em ê bêdeng nemînin
18:17 Hevserokê HDP'a Mûşê Yîgît hat girtin
16:54 Bavê Nurbarî ya hat kuştin: Min gilî kir, lê rayedaran tiştek nekir
16:06 Guven: Em hemû hev re dikarin rêveberiyek demokratîk biafirînin
15:38 Cenazeyê Gurkan ê HPG’î spartin axê
15:33 Rêxistina HDP'ê ya Rihayê bernameya 1'ê Îlonê aşkere kir
15:32 Ozturk: Muxatabê çareseriya kêşeya kurd birêz Ocalan e
15:10 Rêxistinên rojnamegeran bertek nîşanî ferzkirina 'sîxuriyê' dan
Xebatên rojnamegeriyê terorîze dikin
13:47 Parêzerê malbata Er: Dadgeh pir bi lez û bez tevger dike
13:15 Dê ji bo 1’ê Îlonê li Sûrê ‘zincîra aştiyê’ pêk were
13:13 Rêxistinên jinan: Em bi hêrs in, bila Musa Orhan bê girtin
12:37 Aydenîz: Plana çalakiya me li dijî faşîzmê bêhnstendin e
11:51 Dadgerê ku Çawişê Pispor berda mehek berê wezîfeyek nû xwestiye
11:40 Başaran: Derket holê ku kî tecawizkar diparêz e
11:39 YBŞ: Êrîşa SÎHA ya li dijî Şengalê konsepta nû ye
11:37 ‘Me berdana Orhan ji daxuyaniya Soylû fêm kir’
11:07 Zanîngeha Artûklûyê lêpirsînê piştrast kir û nûçeyê kir hedefa xwe
11:00 Baroya Sêrtê dê berdana tecawizkar Musa Orhan îtîraz bike
10:39 Polîs gefa 'Bombe diteqin tu vê berpirsiyariyê digire ser xwe' li rojnameger xwar
09:58 Li Êlihê zêdebûna koronayê: 7 nexweş li ber dorê mirin
09:52 Romana 'Çerxa Xedar' heqîqetê ronî dike
09:16 Çawîşê Pispor ê bû sedema kuştina Îpek Er serbest berdan
09:05 Ev gund, bi salan e bê av e
09:05 Ozgur: Sedema propagandaya di ser gaza xwezayî re tengijandin e
09:05 Wexta berhevkirina îsotên Rihayê ye
09:05 Prof. Dr. Saîp: Bijîşk dixwazin biçin derveyî welêt
09:04 Dayika girtiya nexweş: Keça min terkî mirinê kirin e
09:04 Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek dest bi qursên xwe kirin
09:04 Ji ber ku dozger bi destûr e, cenaze nadin malbatê
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2020'AN
07:41 80 penaber noqî deryayê bûn
01:45 Ûca: Ên Çawîşê Pispor Orhan diparêzin, dixwazin wî bidin berdan
25/08/2020
20:13 Hevseroka HDP’ê ya Rêzanê Kavmaz hat girtin
20:00 24 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 1502 kes jî pê ketine
18:57 Seredenên KCD û DBP'ê yên li Mêrsînê didomin
18:19 Bang li Turk Telekomê kir: Sansûrkirina zimanê zikmakî cudakariya etnîkî ye
17:02 Ji bo Tîmtîk û Unsal dem nema
17:02 Li Amedê ajokarê dolmîşê ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da
15:47 Polat bang li Wezîrê Karên Hundir kir: Kî dixwaze nuçegîhanê me bibe sîxur?
14:38 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Jehr bi civakê dan vexwarin
14:21 ÎHD: Bila çalakgerên Kolana Yukselê werin berdan
14:13 Guven: Berê dema partî ava dikirin diçûn Qebra Ataturk, niha diçin Amedê
14:00 Li Zanîngeha Artûklûyê lêpirsîna nepen: Wesayît ji bo malbata rektor hatiye tahsîskirin
13:27 Li Amedê polîsan sîxurtî li rojnamegerekî ferz kir
12:24 Xwebûn bi hêjmara 36'an li benda xwendina we ye
12:07 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:36 Danişîna parêzera malbatên Pirsûsê Sevda Çelîk 27'ê Tebaxê ye
11:06 Malbatên Yîgît û Ekîncî 77 rojin li benda encama testa DNA’ya ne
11:03 Turkdogan: Pêwîste Wezîrê Dadê ji bo her du parêzeran bikeve dewrê
11:02 Du xwişk û birayên nexweş: Tedawî, derman û paqijî tuneye
10:05 Cenazeyê Ramazan Ûgûrlayan ê HPG’î spartin axê
10:04 ‘Ne mizgînî ye, karesat e’
09:24 Gergerlîoglu: Mirina girtiyên nexweş cînayet e, faîlê vê dewlet e
09:02 Li Kerboranê dema behîvan dest pê kiriye
09:02 Wê der barê cisma ku di nava lepê kurê wan de teqiya gilî bikin
09:01 'Halê cotkaran ne tu hal e'
09:01 Welatî dipirsin: Em ê çawa debara xwe bikin?
09:00 'Nêzî sersalê wê îflas dest pê bike'
09:00 ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2020'AN
08:15 Aso Şikal: Ji ber bombebaranên TSK'ê 200 hezar dar telef bûne
24/08/2020
21:26 Malbatan cenazeyên Gurkan û Ûgûrlayan wergirtin
19:51 Hezar û 443 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
19:14 KCD û DBP'ê seredana esnafên Şemzînanê kirin
16:59 Polîsan mudaxileyî çalakiya ji bo Tîmtîk û Unsal kirin
16:51 Li Amedê 476 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
16:11 Parêzerên Îpek Er giliyê Mûsa Orhan kirin
15:37 Dayika Îpek Er bersiva Soylû da: Wê çaxê çima hûn nehatin vir?
15:17 Bûldan: Yên pirsgirêka kurd çareser neke, e wê belav bibin
15:07 Wêneyê ku xelat wergirt aydê rojnamevanek din derket
14:26 Meclîsa Jinan a DTSO’yê berdevka xwe ya nû bijart
13:30 Saziyên Kurd nezîkbûna Turk Telekomê ya li hemberî Kurdî şermezar kirin
13:19 Li Çiyayê Gabarê şivanek hat kuştin
12:55 Ozturk: Bi lez pêdiviya Tirkiye ji aştiya bi rûmet heye
12:43 Nobedar pêl stuyê wî kir, polîs jî bi pehînan lêxist
12:30 Ji ber vîrûsê 2 şaxên PTT'ê hatin girtin
12:04 Ji bo qanûna bingehîn a Sûriyeyê pêşniyar: Bila gel qanûna bingehîn binivîsin e
11:35 Bernameya 1'ê Îlonê ya Mêrdînê aşkere kirin
11:28 Di lehiya Giresunê de 7 kes mirin û 9 kes winda ne
11:14 Malbatên çalakgeran bang kirin:
Bê navber îşkence dikin
Em banga piştevaniyê li hemû dostên xwe dikin
10:37 HDP: Bila Giresûn û derdora wê weke herêma afetê bê îlankirin
10:20 Pirtûka ‘Berfwerîn’ a Rênas Jiyan der çû
10:03 Di heftiyekê de li heman şantiyê 3 karker mirin