Dayika Îpek Er bersiva Soylû da: Wê çaxê çima hûn nehatin vir?

  • rojane
  • 15:37 24 Tebax 2020
  • |
img

ÊLIH – Dayika Îpek Er a di encama destdirêjiya çawişê pispor de jiyana xwe ji dest da Hakîme Kilinç diyar kir ku dîmenên merasîma keça wê ku nehiştin kes beşdar bibe ji aliyê hin kesan ve hat jêbirin. Kilinç bersiva wezîr Soylû da û got: “Cenaze yê me ye. Wê çaxê çima hûn nehatin?”

 
Çawişê Pispor Mûsa Orhan yê li Sêrtê wezîfe dikir desdirêjî Îpek Er a 18 salî kiribû. Er di 16’ê tîrmehê de ji ber vê sedema destdirêjiyê hewl da xwe bikuje. Er 34 rojan li nexweşxaneyek taybet a Êlihê dihat tedawîkirin û çend roj berê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Îpek Er li gundê Hemdûna yê girêdayî navçeya Qûbîna Êlihê hatibû veşartin û serdanên sersaxiyê jî didomin. 
 
Dayika Îpekê, Hakîme Kilinç qala astengkirina merasîma cenazeyê keça xwe kir. 
 
HDP ÇÛ SERDANA SERSAXIYÊ
 
Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca û aktîvîstên TJA’yê û rêveberên HDP’a Êlihê çûn serdana sersaxiya malbata Îpek Er û bûn şîrika êşa malbatê. 
 
Hakîme Kilinç carek din ji bo keça xwe daxwaza edaletê dubare kir. Di kêliya dayik diaxivî de lawê Hakîme Kilinç xwest dîmen girtina rojnamevanan asteng bike. 
 
‘BILA CANÊ WÎ JÎ BIŞEWITE’ 
 
Tevî astengiyê jî Hakîme Kilinç axivî û wiha got: “Çawa ku canê Îpeka min şewitandin, pêwîste canê wî jî were şewitandin. Ez vê dixwazim. Bikişînin ez dayika wê me. Kezeba min dişewite. Ez ji bilî Îpek kesî li ber çavê xwe nabînim. Kî tê bila were. Kîjan dewlet û kîjan partî serçavan. Kî ji bo mafê Îpek tê bila were ez derê xwe li wan nagirim. Tenê bila ji bo Îpekê tiştek bikin. Çimkî vî kesî tiştek ne baş kiriye. Xwedê heqê keça min ji wî re nehêle. Wêneyê wî belav kirine, divê tiştek têkildarî wî li dinyayê nemîne.” 
 
XWEDÎ NEHATIYE DERKETIN 
 
Kilinç anî ziman ku dema keça wê li nexweşxaneyê razandîbû kes lê xwedî derneketiye û pêve eleqedar nebûye û got: “Keça min 35 roj li nexweşxaneyê ma. Lê kes xwedî derneket. Çiqas bijîşkên baş hebûn divê dewletê wan bianiya nexweşxaneyê. Nedihiştin serdana keça min jî were kirin. Heta ku keça min jiyana xwe ji dest da. Divê ez li her derî hebim. Serokkomar jî were vir ez ê heman tiştan jê re bêjim.” 
 
DÎMEN JI TELEFONÊ BIRINE 
 
Kilinç da zanîn ku ew ê bi pêvajoya dadgehê re eleqdar bibe û got: “Min dîmenê merasîma keça xwe bi telefonê kişandibû, lê hin kesan jê biriye. Divê îro Tayyîp Erdogan jî bihata mafê me biparasta. Digotin ‘birayê wê polîs e û cenaze cenazê me ye.’ Hemin ku cenaze yê web û lê çima kesek ji we nehat vir û li ser meselê nesekinî? Min di televîzyonê de li hemûyan temaşe dikir. Çima nehatin vir neaxivîn? Min digot cihê Îpek ne ev darbest e û ji bo vê yekê ji dinyayê re ragihînim. Lê belê dîmen jê hatiye birin. Xayînek di d nava me de heye ku jê biriye. Kî jê biriye bila derkeve bêje ku çima jê biriye?” 
 
‘NAME NEXŞERÊYA ME YE’ 
 
Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca jî diyar kir ku ew ê bibin şopdarê dozê û got: “Nameya ku Îpek li pey xwe hiştiye ji bo me nexşerê ye. Em ê li cem malbatê cih bigirin û ji bo Îpek têkoşîna edaletê birêve bibin.” 

Sernavên din

27/08/2020
12:16 Li Manîsa û Bûrsayê qeza: 5 karker mirin
11:34 Di mehekê de 10 kolber hatin qetilkirin
11:22 Pira dîrokî bi kepçeyan hat hilweşandin
11:12 Mexdûrên lehiya Gîresûnê: Sedema Felaketê HES in
11:09 Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdana 100’emîn
11:06 Di şerê di navbera du malbatan de jinek hat kuştin
10:52 Stranbêj Mosso: Ez ê tim li dijî neheqiyê bim
10:49 Yuksekdag: Em dikarin bi piştevaniyê Tîmtîk û Unsal bidin jiyîn
09:53 Mafê tenduristiyê yê girtiyan ji wan hatiye girtin
09:04 DÎSKÎ’yê cardin heqê avê biha kir
09:04 5 zilaman tecawizî wê kir, gilî kir, lê derbarê yekî de jî tiştek nehat kirin
09:04 Lêpirsîna derbarê mirina şivan Şen de 482 roj in bi dawî nebûye
09:03 Derbarê xwendekara ku tev li çalakiya Pinar Gultekînê bû de lêpirsîn hat destpêkirin
09:03 Qeyûm bi milyonan pere daye polîsan
09:03 Kar û bar pir e, lê heqdest hindik e
09:00 ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2020'AN
26/08/2020
21:28 Hinceta der barê berdana Çawîşê Pispor de: Bi rizaya her duyan bûye, sûcek berbiçav tuneye
19:46 Koca: 20 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:42 Bavê Îpek Erê: Em ê bêdeng nemînin
18:17 Hevserokê HDP'a Mûşê Yîgît hat girtin
16:54 Bavê Nurbarî ya hat kuştin: Min gilî kir, lê rayedaran tiştek nekir
16:06 Guven: Em hemû hev re dikarin rêveberiyek demokratîk biafirînin
15:38 Cenazeyê Gurkan ê HPG’î spartin axê
15:33 Rêxistina HDP'ê ya Rihayê bernameya 1'ê Îlonê aşkere kir
15:32 Ozturk: Muxatabê çareseriya kêşeya kurd birêz Ocalan e
15:10 Rêxistinên rojnamegeran bertek nîşanî ferzkirina 'sîxuriyê' dan
Xebatên rojnamegeriyê terorîze dikin
13:47 Parêzerê malbata Er: Dadgeh pir bi lez û bez tevger dike
13:15 Dê ji bo 1’ê Îlonê li Sûrê ‘zincîra aştiyê’ pêk were
13:13 Rêxistinên jinan: Em bi hêrs in, bila Musa Orhan bê girtin
12:37 Aydenîz: Plana çalakiya me li dijî faşîzmê bêhnstendin e
11:51 Dadgerê ku Çawişê Pispor berda mehek berê wezîfeyek nû xwestiye
11:40 Başaran: Derket holê ku kî tecawizkar diparêz e
11:39 YBŞ: Êrîşa SÎHA ya li dijî Şengalê konsepta nû ye
11:37 ‘Me berdana Orhan ji daxuyaniya Soylû fêm kir’
11:07 Zanîngeha Artûklûyê lêpirsînê piştrast kir û nûçeyê kir hedefa xwe
11:00 Baroya Sêrtê dê berdana tecawizkar Musa Orhan îtîraz bike
10:39 Polîs gefa 'Bombe diteqin tu vê berpirsiyariyê digire ser xwe' li rojnameger xwar
09:58 Li Êlihê zêdebûna koronayê: 7 nexweş li ber dorê mirin
09:52 Romana 'Çerxa Xedar' heqîqetê ronî dike
09:16 Çawîşê Pispor ê bû sedema kuştina Îpek Er serbest berdan
09:05 Ev gund, bi salan e bê av e
09:05 Ozgur: Sedema propagandaya di ser gaza xwezayî re tengijandin e
09:05 Wexta berhevkirina îsotên Rihayê ye
09:05 Prof. Dr. Saîp: Bijîşk dixwazin biçin derveyî welêt
09:04 Dayika girtiya nexweş: Keça min terkî mirinê kirin e
09:04 Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek dest bi qursên xwe kirin
09:04 Ji ber ku dozger bi destûr e, cenaze nadin malbatê
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2020'AN
07:41 80 penaber noqî deryayê bûn
01:45 Ûca: Ên Çawîşê Pispor Orhan diparêzin, dixwazin wî bidin berdan
25/08/2020
20:13 Hevseroka HDP’ê ya Rêzanê Kavmaz hat girtin
20:00 24 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 1502 kes jî pê ketine
18:57 Seredenên KCD û DBP'ê yên li Mêrsînê didomin
18:19 Bang li Turk Telekomê kir: Sansûrkirina zimanê zikmakî cudakariya etnîkî ye
17:02 Ji bo Tîmtîk û Unsal dem nema
17:02 Li Amedê ajokarê dolmîşê ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da
15:47 Polat bang li Wezîrê Karên Hundir kir: Kî dixwaze nuçegîhanê me bibe sîxur?
14:38 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Jehr bi civakê dan vexwarin
14:21 ÎHD: Bila çalakgerên Kolana Yukselê werin berdan
14:13 Guven: Berê dema partî ava dikirin diçûn Qebra Ataturk, niha diçin Amedê
14:00 Li Zanîngeha Artûklûyê lêpirsîna nepen: Wesayît ji bo malbata rektor hatiye tahsîskirin
13:27 Li Amedê polîsan sîxurtî li rojnamegerekî ferz kir
12:24 Xwebûn bi hêjmara 36'an li benda xwendina we ye
12:07 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:36 Danişîna parêzera malbatên Pirsûsê Sevda Çelîk 27'ê Tebaxê ye
11:06 Malbatên Yîgît û Ekîncî 77 rojin li benda encama testa DNA’ya ne
11:03 Turkdogan: Pêwîste Wezîrê Dadê ji bo her du parêzeran bikeve dewrê
11:02 Du xwişk û birayên nexweş: Tedawî, derman û paqijî tuneye
10:05 Cenazeyê Ramazan Ûgûrlayan ê HPG’î spartin axê
10:04 ‘Ne mizgînî ye, karesat e’
09:24 Gergerlîoglu: Mirina girtiyên nexweş cînayet e, faîlê vê dewlet e
09:02 Li Kerboranê dema behîvan dest pê kiriye
09:02 Wê der barê cisma ku di nava lepê kurê wan de teqiya gilî bikin
09:01 'Halê cotkaran ne tu hal e'
09:01 Welatî dipirsin: Em ê çawa debara xwe bikin?
09:00 'Nêzî sersalê wê îflas dest pê bike'
09:00 ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2020'AN
08:15 Aso Şikal: Ji ber bombebaranên TSK'ê 200 hezar dar telef bûne
24/08/2020
21:26 Malbatan cenazeyên Gurkan û Ûgûrlayan wergirtin
19:51 Hezar û 443 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
19:14 KCD û DBP'ê seredana esnafên Şemzînanê kirin
16:59 Polîsan mudaxileyî çalakiya ji bo Tîmtîk û Unsal kirin
16:51 Li Amedê 476 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
16:11 Parêzerên Îpek Er giliyê Mûsa Orhan kirin
15:37 Dayika Îpek Er bersiva Soylû da: Wê çaxê çima hûn nehatin vir?
15:17 Bûldan: Yên pirsgirêka kurd çareser neke, e wê belav bibin
15:07 Wêneyê ku xelat wergirt aydê rojnamevanek din derket
14:26 Meclîsa Jinan a DTSO’yê berdevka xwe ya nû bijart
13:30 Saziyên Kurd nezîkbûna Turk Telekomê ya li hemberî Kurdî şermezar kirin
13:19 Li Çiyayê Gabarê şivanek hat kuştin
12:55 Ozturk: Bi lez pêdiviya Tirkiye ji aştiya bi rûmet heye
12:43 Nobedar pêl stuyê wî kir, polîs jî bi pehînan lêxist
12:30 Ji ber vîrûsê 2 şaxên PTT'ê hatin girtin
12:04 Ji bo qanûna bingehîn a Sûriyeyê pêşniyar: Bila gel qanûna bingehîn binivîsin e
11:35 Bernameya 1'ê Îlonê ya Mêrdînê aşkere kirin
11:28 Di lehiya Giresunê de 7 kes mirin û 9 kes winda ne
11:14 Malbatên çalakgeran bang kirin:
Bê navber îşkence dikin
Em banga piştevaniyê li hemû dostên xwe dikin
10:37 HDP: Bila Giresûn û derdora wê weke herêma afetê bê îlankirin
10:20 Pirtûka ‘Berfwerîn’ a Rênas Jiyan der çû
10:03 Di heftiyekê de li heman şantiyê 3 karker mirin