ÎHD'a Wanê: Di 6 mehan de Hezar û 170 mafên mirovan binpê kirin

  • rojane
  • 15:29 29 Tîrmeh 2020
  • |
img
WAN - Şaxa ÎHD'ê ya Wanê, rapora 6 mehên ewil a sala 2020'an a binpêkirina mafan aşkere kir. ÎHD'ê di raporê de anî ziman ku di 6 mehan de Hezar û 170 mafên mirovan hatine binpêkirin. ÎHD'ê anî ziman ku polîs û eskeran bi ser 175 malan de girtine û 199 kes binçav kirine û 35 kes jî hatine girtin. 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Wanê, rapora 6 mehan a binpêkirina mafan ku li bajarê Wanê pêş ketiye parve kir. ÎHD'ê li avahiya komeleyê ya Wanê civîna çapemeniyê li dar xist û rapora 6 mehan parve kir. Beriya ku raporê aşkere bikin, Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê Murat Melet, anî ziman ku her diçe binpêkirina mafan zêde dibe û wiha got: "Pirsgirêka Kurd çareser nabe. Li Gola Wanê keştiya penaberan noqi avê bû. Qelsiya ewlehiyê heye. Di encama van polîtîkayan de mirov tên kuştin. 
 
REJÎMA YEK MIROVΠ
 
Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê Kasim Kalkan rapor xwend û wiha got: "Di sala 2020'an rêveberiya "Yek Mirovî" dikin sazîbûn. Êdî pêkanînên OHAL'ê mayinde kirine. Tundiya li dijî jinê her ku diçe zêde dibe. Di azadiya ramanê û çapemeniyê de sînorên din anîn. Her ku diçe şer zêde dibe. Ji ber şerê li herêmê mafê jiyanê jî tê binpêkirin. Hem demokrasî û hem jî azadiya ramanê darbeyek pir mezin xwariye. Hevşaredarên DBP'ê yên di serdema OHAL'ê de hatin girtin hêj piranî girtî ne. Li Şûna hevşaredarên DBP’ê qeyûm tayîn kirin. Tayînkirina qeyûm îsal jî berdewam kir. Ev li hijî hiqûqê ye û pêkanînek dijdemokratîk e. Di 6 mehên ewil ên sala 2020'an de îşkence û muameleya xerab zêde kirin. Mafê civîn, daxuyanî û meşê hatiye binpêkirin û mudaxele kirine. Qeyrana aborî kûr bûye. 
 
BI SER 175 MALAN DE GIRTIN
 
Polîs û eskeran di 6 mehên ewil de bi ser 175 malan de girtin. 2 jê zarok 199 kes binçav kirin. 35 kes hatin girtin. Li girtîgehan mafê girtiyan ên tenduristiyê hatiye binpêkirin. Mafê ragihandinê û mafê ziyaretan hatiye binpêkirin. Girtî di yek hucreyê de hatine girtin. Mafê dermankirinê hatiye sînorkirin. Mafê penaberan hatiye binpêkirin û penaber kirine mijara bazara navbera dewletan. Herî dawî keştiya penaberan li Gola Wanê noqî avê bû û cenazeyê 62 penaberan hat dîtin. Tundiya li dijî jinê zêde bûye. Li şûna tedbîr bên girtin, niha dixwazin Peymana Îstanbul betal bikin. Her roj mafê jinê tê binpêkirin. " 
 
DI 6 MEHAN DE HEZAR Û 170 MAF HATIN BINPÊKIRIN
 
Kalkan, di berdewama raporê de bal kişand ser daneyên binpêkirinên mafan û wiha bi dawî kir: "Di 6 mehên dawî de li Wanê hezar û 170 mafên mirovan hatiye binpêkirin. Di êrîşa esker û polîsan de kesekî jiyana xwe ji dest daye. Di şer de kesekî hêza ewlehiyê birîndar bûye. 9 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane. 2 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane. 8 sivîl birîndar bûne. Di 6 mehan de 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane. 5 kesan ji ber sedemên cuda întîhar kirine. Di 6 mehan de 2 jê zarok 199 kes hatin binçavkirin. 35 kes hatin girtin. Polîs û eskeran bi ser 175 malan de girtin. Zarokek rastî tundiyê hat. 3
kes hatin revandin û xwestin wan bikin sîxur.  473 kesên penaber hatin binçavkirin. 
 
Bi ser 1 rojname û weşanekê de girtin. Der barê 20 kesan de ji ber azadiya ramanê lêpirsîn hat destpêkirin. Kesek sewq kirin. Mafê 91 kesan ên tenduristiyê binpê kirin. Li ser 2 girtiyan tecrîd û îsolazyon pêş xistin.  
26 kes di qezayên kar de mirin. 5 kes di qezayên kar de birîndar bûn. Ji xeynî keştiyê 14 penaberên din jiyana xwe ji dest dane û 41 penaber jî birîndar bûne. 
 
 

Sernavên din

31/07/2020
16:01 HDK: Cejn wê teqez bibin sazûmankarê aştiyê
14:21 Zilam ji malekê 4 kes qetilkirin
14:04 Qedeqeya Meşa Rûmetê hat îptalkirin
13:40 Cejnê li goristanan pêşwazî kirin
13:04 Gundiyan şewata li Licê xistin kontrolê
12:54 Yagbasan ê ber Çemê Dîcle ket cenazeyê wî hat dîtin
12:46 Ji ber ku qeyûm mezbexaneyê hilweşand ev dîmen derketin holê
12:30 Mizrakli: Bi hêviya cejnên em qurbanan nedin
12:04 Parêzer: Girtina Tîmtîk û Unsal îşkence ye
11:44 Demîrtaş Cejna Qurbanê pîroz kir
11:19 Ji Hevserokên HDP'ê Buldan û Sancar peyama cejnê
10:50 Dorpêça li Basa dewam dike
10:39 DBP: Em hevî dikin ku cejn aştî û azadiyê bîne hemû cîhanê
10:34 Gora Vedat Aydin ziyaret kirin: Em ê tu carî serî ne tewînin
10:27 'Bi rakirina Peymana Îstanbul dixwazin motîfên ol ferz bikin'
10:00 30 hektar daristana Çiyayên Amanosê tev şewitî
09:37 ‘Ku Peymana Îstanbul têxin meriyetê dê jin tundiyê nebînin'
09:03 Ji Kobanê ber bi Kîlyosê, ji êşê ber bi hêrsê
09:02 'Heger dibistan bên vekirin wê her kes bi vîrûsê bikeve'
09:02 Wê bi boneya cejnê alîkariya Êlihiyan bikin
09:01 ‘Devjêberdana ji Peymana Stenbolê tiştekî derçaxî ye'
09:01 Li Amedê wê ji bo çêkirina hin avahiyan 3 hezar û 500 dar bên birîn!
09:00 Çawa F bi ser neket, wê T jî bi ser nekeve
09:00 Ahmet Turk: Modela qeyûm hilweşiya
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2020'AN
30/07/2020
20:36 Daneyên Covîd-19'ê: 15 mirî, 967 pêketî
18:40 Di şewata daristana Liceyê de bi hezaran sewal şewitîn û mirin
18:28 Tîmtîk û Unsal rakirin nexweşxaneyê
18:21 Piştî şer, eskeran bi wesayîtên zirxî gund dorpêç kirin
18:14 HDP'ê gor ziyaret kirin
16:54 'Dadgehê fermana mirina Tîmtîk û Unsal îmze kir’
15:51 Li Lîcê goristan şewitandin
15:01 Daxwaza berdana Tîmtîk û Unsal hat redkirin
14:50 Serokê Baroya Hatayê Donmez: Divê berpirsiyar ji peywirê bên girtin
13:42 Di lojmanên polîsan de mirina bi guman a jinekê
13:35 Polîsek tîmê taybet li Nisêbînê întîhar kir
13:25 Tevgera Azadî bi Humam Hemudî re civiya
12:52 ATK: Ebru û Aytaç nikarin li girtîgehê bimînin
12:51 KCD û DBP'ê hişyariya Kovîd-19'an kirin
11:22 Bi fatûreyên sexte bi milyonan pere hatiye razandin!
11:22 Malbatan ji bo hevdîtin û telefonê serlêdan kirin
11:00 Uca: Bila 3'ê tebaxê Roja Têkoşîna li Dijî Qirkirina Jinê îlan bikin
09:25 Strana ‘Xwe Nekuje’ banga yekrêziyê dike
09:04 'Çavê li deriyan xwelî li seriyan'
09:04 'Ji bilî nanûzikê xwe, em tiştek din nafikirin’
09:03 Ji dayika Yabaşkûl a hatibû qetilkirin berteka Peymana Stenbolê
09:03 Xizanên Stenbolê: Heya ku AKP neçe ev krîz wê dewam bike
09:03 Dozger xwe negirt ji HDP'ê re got ‘Qaşo partî’
09:02 Ji bo avakirina kaniyên Mûnzûrê amadekarî
09:01 Aktîvîsta TJA'yê: Em ê xwedî li Peymana Stenbolê derkevin
09:01 Esnaf ji tunebûna kar û welatî jî ji bihabûnê bi gazind in
09:00 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ji bo zarokên herêma erdhejê kampanya dan destpêkirin
09:00 ROJEVA 30'Ê TÎRMEHA 2020'AN
29/07/2020
19:54 Kesên ji ber Kovîd-19'an jiyana xwe ji dest dan derket 5 hezar û 659'an
19:15 Îfadeya Abarakov wê dîsa bê girtin
17:28 Rapora ÎHD'ê ya Kurkçulerê: Mafê tenduristiyê asteng dikin
16:52 Ji ber vîrûsa koronayê wê Mihrîcana Mûnzûrê neyê lidarxistin
16:03 Hevserokê DBP'ê yê berê Kayar 15 rojin wenda ye
16:02 Li Amedê rojane testa 300 kesî pozîtîf derdikeve
16:01 Li Licê şewatê dîsa dest pê kir
15:29 ÎHD'a Wanê: Di 6 mehan de Hezar û 170 mafên mirovan binpê kirin
15:14 Li Meclîsê ‘çêr’ bi dengdayînê hat qebûlkirin
15:04 Hempîşeyên Unsal û Tîmtîk ji bo wan bang kirin
14:48 DÎSK-AR: Dewletê 11,6 mîlyar tl kêm da kesên teqawîd
14:45 Li Îmraliyê qedexeyên ragihandinê: AYM red kir parêzeran jî bir DMME’yê
13:36 Operasyona nelirêdiyê: Ligel Midûrê DEDAŞ'ê 5 kes girtin
13:02 Baroya Edeneyê: Daxwaza Medya Civakî li diji demokrasiyê ye
12:26 Bavê 5 zarokên wî girtî jiyana xwe ji dest da
11:50 Li Licê bi qasî 600 hektar qad şewitî
11:44 Li dijî qeyûmê Mêrdînê operasyona nelirêtiyê
10:55 Xebatên lêgerîna ji bo Yagbasan ê li çemê Dîcleyê winda bû didomin
10:43 Qeyûm mala şînê ya tune şewitand!
09:04 Ocalan: Feraseta îqtîdarê ya ol, feraseta olê bi maske ye
09:04 Soran Omer: Tişta ku AKP li bakur dike, PDK jî li vir pêk tîne
09:04 Ji ber şîna xwişka xwe hat sûcdarkirin!
09:04 Yaylali: Dewlet jinên kurd wek gefê dibîne
09:03 Kesên qurbanan difiroşin: Keda me tê xwarin
09:02 Welatî: Em nikarin cilên cejnê ji zarokên xwe re bikirin
09:02 Dayika çalakgerê greva birçîbûnê: Jiyana wan di talûkeyê de ye
09:02 Porspî bang li muxalefetê dikin: Bibin yek û tifaqa demokrasiyê ava bikin
09:01 ‘Goristana Kîlyosê ji komkujiyên Zîlan û Dersimê necudatir e’
09:01 Dayikên Aştiyê: Tecrîd dibe sedema rondikên çavên dayikan
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:50 Meclîsa Tirkiyeyê daxwaza Medya Civakî qebûl kir
28/07/2020
21:58 Jinên sosyalîst ên hatibûn binçavkirin hatin berdan
21:42 15 kes ji ber koronayê mirin
20:35 Payebilindên Şaredariya Mêrdînê ji ber nelirêtiyê hatin binçavkirin
20:01 Iraqê vîzeya ji bo welatiyên Tirkiyê rawestand
18:47 Li Mêrdînê jina ciwan a tê gotin întîhar kiriye mir
16:48 Bi çeka bavê xwe hewl da întîhar bike
16:26 ‘Rêveberiya Şewbê feraseta Qeyûm e'
16:26 Simîtfroşê nikarîbû biçe Enqereyê xwest întîhar bike
15:37 Kiliçdaroglu: Ez soza çareseriya pirsgirêka Kurd didim
15:35 Kesê ku doza ‘Heqareta li Serokkomar” lê hatibû vekirin jî kirine endamê AKP’ê
15:20 103 meh derbas bûn: Roboskî ezmûna dewlet û desthilatdariyê ye
15:19 Karkeran komkujiyên jinan şermezar kirin
15:00 Li Cizîrê feeliyetên werzîşê hatin rawestandin
15:00 ANYAKAY-DER: Tundiya zayendî êrîşa politik e
14:24 HDP wê derbarê endamkirinên ‘sexte’ yên AKP’ê de gilî bike
14:07 100 parêzeran xwest Feyzioglu baweriya xwe nû bike