ÎHD'a Wanê: Di 6 mehan de Hezar û 170 mafên mirovan binpê kirin 2020-07-29 15:29:19   WAN - Şaxa ÎHD'ê ya Wanê, rapora 6 mehên ewil a sala 2020'an a binpêkirina mafan aşkere kir. ÎHD'ê di raporê de anî ziman ku di 6 mehan de Hezar û 170 mafên mirovan hatine binpêkirin. ÎHD'ê anî ziman ku polîs û eskeran bi ser 175 malan de girtine û 199 kes binçav kirine û 35 kes jî hatine girtin.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Wanê, rapora 6 mehan a binpêkirina mafan ku li bajarê Wanê pêş ketiye parve kir. ÎHD'ê li avahiya komeleyê ya Wanê civîna çapemeniyê li dar xist û rapora 6 mehan parve kir. Beriya ku raporê aşkere bikin, Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê Murat Melet, anî ziman ku her diçe binpêkirina mafan zêde dibe û wiha got: "Pirsgirêka Kurd çareser nabe. Li Gola Wanê keştiya penaberan noqi avê bû. Qelsiya ewlehiyê heye. Di encama van polîtîkayan de mirov tên kuştin.    REJÎMA YEK MIROVΠ   Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê Kasim Kalkan rapor xwend û wiha got: "Di sala 2020'an rêveberiya "Yek Mirovî" dikin sazîbûn. Êdî pêkanînên OHAL'ê mayinde kirine. Tundiya li dijî jinê her ku diçe zêde dibe. Di azadiya ramanê û çapemeniyê de sînorên din anîn. Her ku diçe şer zêde dibe. Ji ber şerê li herêmê mafê jiyanê jî tê binpêkirin. Hem demokrasî û hem jî azadiya ramanê darbeyek pir mezin xwariye. Hevşaredarên DBP'ê yên di serdema OHAL'ê de hatin girtin hêj piranî girtî ne. Li Şûna hevşaredarên DBP’ê qeyûm tayîn kirin. Tayînkirina qeyûm îsal jî berdewam kir. Ev li hijî hiqûqê ye û pêkanînek dijdemokratîk e. Di 6 mehên ewil ên sala 2020'an de îşkence û muameleya xerab zêde kirin. Mafê civîn, daxuyanî û meşê hatiye binpêkirin û mudaxele kirine. Qeyrana aborî kûr bûye.    BI SER 175 MALAN DE GIRTIN   Polîs û eskeran di 6 mehên ewil de bi ser 175 malan de girtin. 2 jê zarok 199 kes binçav kirin. 35 kes hatin girtin. Li girtîgehan mafê girtiyan ên tenduristiyê hatiye binpêkirin. Mafê ragihandinê û mafê ziyaretan hatiye binpêkirin. Girtî di yek hucreyê de hatine girtin. Mafê dermankirinê hatiye sînorkirin. Mafê penaberan hatiye binpêkirin û penaber kirine mijara bazara navbera dewletan. Herî dawî keştiya penaberan li Gola Wanê noqî avê bû û cenazeyê 62 penaberan hat dîtin. Tundiya li dijî jinê zêde bûye. Li şûna tedbîr bên girtin, niha dixwazin Peymana Îstanbul betal bikin. Her roj mafê jinê tê binpêkirin. "    DI 6 MEHAN DE HEZAR Û 170 MAF HATIN BINPÊKIRIN   Kalkan, di berdewama raporê de bal kişand ser daneyên binpêkirinên mafan û wiha bi dawî kir: "Di 6 mehên dawî de li Wanê hezar û 170 mafên mirovan hatiye binpêkirin. Di êrîşa esker û polîsan de kesekî jiyana xwe ji dest daye. Di şer de kesekî hêza ewlehiyê birîndar bûye. 9 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane. 2 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane. 8 sivîl birîndar bûne. Di 6 mehan de 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane. 5 kesan ji ber sedemên cuda întîhar kirine. Di 6 mehan de 2 jê zarok 199 kes hatin binçavkirin. 35 kes hatin girtin. Polîs û eskeran bi ser 175 malan de girtin. Zarokek rastî tundiyê hat. 3 kes hatin revandin û xwestin wan bikin sîxur.  473 kesên penaber hatin binçavkirin.    Bi ser 1 rojname û weşanekê de girtin. Der barê 20 kesan de ji ber azadiya ramanê lêpirsîn hat destpêkirin. Kesek sewq kirin. Mafê 91 kesan ên tenduristiyê binpê kirin. Li ser 2 girtiyan tecrîd û îsolazyon pêş xistin.   26 kes di qezayên kar de mirin. 5 kes di qezayên kar de birîndar bûn. Ji xeynî keştiyê 14 penaberên din jiyana xwe ji dest dane û 41 penaber jî birîndar bûne.