‘Dewlet armanc dike ku komkujiya Pirsûsê bide ji bîrkirin'

  • rojane
  • 10:55 22 Tîrmeh 2020
  • |
img

ENQERE - Kesên di bîranîna 33 ciwanên sosyalîst ên di komkujiya Pirsûsê de hatin kuştin, hatin binçavkirin û berdan, diyar kirin ku 5 salin bi mudaxaleyan destûr nadin ku bernameya bibîranînê li dar bixin û li şûna dewlet bi rastiyê re rû bi rû bibe, armanc dike ku komkujiyê bide ji bîr kirin. 

 
Endam û nûnerên Înîsiyatifa Malbatên Pirsûsê di 5’emîn salvegera 20'ê Tîrmeha 2015'an ku li Navçeya Pirsûsê DAIŞ'ê li dijî ciwanên sosyalîst êrîşa bomeyê pêk anîn û 33 ciwan kuştin de, xwest 33 ciwanên hatin kuştin bibîr bînin. Lê wekî her sal dîsa polîsan mudaxaleyî çalakiyê kirin û 42 endamên înîsiyatifê binçav kirin. Polîsan di bin çavan de îşkence li Şamil Parlak kirin û ruyê wî felç kirin. Dîsa ji ber îşkenceyê gelek beşê bedena wî zerar dîtin. Kesên hatin binçavkirin û berdan, diyar kirin ku di maşîneya polîsan de bê maske û bê hewa hatin hiştin û dê ji ber van pêkanînên polîsan serlêdana sûc bikin. 
 
‘PÊHN LI MIN DIDAN Û DERBAS DIBÛN' 
 
Şamîl Parlak ku hat binçavkirin û serbest hat berdan, serpêhatiyên xwe vegot. Parlak, diyar kir ku ji bo bîranîna ciwanan ber bi Guven Parkê ve meşiyan û bi meşêre polîsan mudaxileyî wan kir û wiha got: “7-8 polîs li ser min civiyan. Bi qasî 5 deqîqeyan serê min li erdê dan. Çonga xwe xistin pişta min û hilkişiyan ser min. Polîsên sivîl bêhn li serê min û bedena min dixistin. Kijan polîsê dihat bêhn li min dixistin û derbas dibûn. Di bin çavan de dîsa muameleya xerab li min kirin. Em çar kes xistin bagaja maşîna ’Doblo’. Bi qasî nîv saetê em di bagajê de bê haske û bê hewa hiştin. Di muayineyê de bijişk ji ber birînan guman kir ku min travma derbas kiriye û ez sewqî Nexweşxaneya Şehîrê kirine. Li vir teşîsa felça rû danîn. Zerarek mayinde bide min an nede min hêj ne diyar e." 
 
Parlak, anî ziman ku dê der barê polîsan de serlêdana sûc bike.
 
TUNDIYA POLÎSÊN MÊR ZÊDE BÛ
 
Denîz Akbiyik jî anî ziman ku di nava koma polîsan de polîsên jin tune bû polîsên mêr mudaxaleyî wan kirin. Denîz Akbiyik, da zanîn ku nêzî 5-6 polîsên mêr demek dirêj tundî li wê kirin û wiha got: "Ji ber tundiya polîsan zendê min reş û şîn bûn. Polîsên mêr tundî li min kirin. Dema ez teslîmî polîsên jin kirim jî, vê carê polîsên jin ez li erdê dirêj kirim û çonda xwe danîn ser pişta min. Dest xistin qirika min. Min nikaribû bêhn bistendiya. Disa demek dirêj ez di hundirê maşînê de hiştim û ez bê hewa mam. Li ruxmê me got em nikarin nefesê bistînin jî dîsa deriyê maşînê li me venekirin. Destê me li pişt me kelepçe kirin û em birin nexweşxaneyê. Me maske xwest. Lê dîsa maske nedan me." 
 
'DEWLED ARMANC DIKE KU KOMKUJIYA PIRSÛSÊ BIDE JI BÎR KIRIN'
 
Okan Danaci jî anî ziman ku li şûna dewlet bi komkujiya Pirsûsê re rû bi rû bimîne, dixwaze komkujiya Pirsûsê bide ji bîr kirin û wiha got: “Bîranîna Pirsûsê 5 salin her tim rastî astengiyên polîsan û hêzên ewlehiyê tê. Wêneyê kesên hatine kuştin diçirînin. Naxwazin ruyê ciwanên hatin kuştin bibînin. Lê her sal ruyê van hevalên me yên li Pirsûsê hatin kuştin dê wekî sîleyekê li ruyê wan bikeve. Dê her sal 20'ê tîrmehê wekî sîleyekê li ruyê wan bikeve. Neçar in ku bi vê komkujiyê û hevalên me yên hatin qetilkirin re rû bi rû bimînin û hesabê vê yekê bidin. Me xwest em li Guvenparkê wan bibîr bînin. Lê mudaxileyî çalakiyê kirin. Em ê her sal hevalên xwe bibîr bînin û em tu carî wan ji bîr nakin. Em bi fikr û ramana wan wan bibîr tînin. Ne tenê ji bo 33 hevalên xwe yên li Pirsûsê hatin kuştin, di heman demê de ji bo 101 kesên li Enqereyê di 10'ê Cotmehê de hatin qitilkirin jî em li wir bûn. Dê nikaribin me ji doz û têkoşîna me qut bikin." 
 
BI GAZA ÎSOTÊ MUDAXILE KIRIN
 
Çalakger Zeynep Tan jî anî ziman ku li kolana Konur, polîsan bi gaza îsotê mudaxileyê wê kirin û li wir binçavkirin û wiha got: “Em şeş kes bûn. Polîsan em dorpêç kirin û binçav kirin. Em bi lêdanê binçav kirin. Ji nêzîk ve guleyên plastîk berdan me û gaza îsotê avêtin ser ruyê me. Destê me li pişt me kelepçe kirin û em binçavkirin. Tacîza devkî û fîzîkî kirin. Em bang li hemû mirovan dikin ku ji bo têkoşînê li ber xwe bidin." 
 
 
 

Sernavên din

22/07/2020
15:56 Karkerên ji Yozgatê hatin derxistin: Xelkê 42 gundan êrişî me kir
15:16 Piştî 200 rojan ji bo Dokû dest bi valekirina bendavê hat kirin
15:14 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Recep Orûç berdin
14:45 Tecawizkar Mûsa O. jî gotiye ‘min alkol vexwariye’
14:28 Kemal Turkler li ser gora xwe hat bibîranîn
14:06 Malpera danûstandina bi kurdî: Gumgumok
13:29 Emrê wan têr nekir ku edaletê bibînin
13:11 ‘Em ê destûrê nedin ku Cemal Metîn Avcî bê efokirin’
13:02 Serokê TTK’ê Ahmet Yaramiş îstîfa kir
12:43 Tirkiye ku li Sûriye negihişt armanca xwe çav berda Libyayê
12:06 Hevşaredar Demîr ê hatibû binçavkirin anîn Amedê
11:45 Ûmût Bûlût spartin axê
11:26 Agahî ji Eylema 16 salî nayê girtin
11:18 Koçyîgît: Tetîkkêşê resen AKP ye!
11:17 Dadgehê cerdevanên ku Hamdiye Şik kuştin şandin girtîgehê
11:02 Ji bo biryara DMME’yê ya Demîrtaş serî li AYM’ê da
10:55 ‘Dewlet armanc dike ku komkujiya Pirsûsê bide ji bîrkirin'
09:30 Hevşaredara qeyûm tayînî şûna wê kirin, bi gel re dihilberîne
09:29 ‘Ceza li ser cezayê pêk tê, tecrîd li ser tecrîdê pêk tê’
09:28 Birayê wê axivî: Xwişka min bi zexta civakî hat kuştin
09:28 Bendavê felaketê aniye serê gundiyan
09:27 Piştevaniya Mor kampanya ‘Em dikevin tevgerê’ da dest pê kirin
09:09 Ji bo şandina pereyê girtîgehê 41 rûpel îdîname hat amadekirin
09:05 Ûgûrlû: Heke pêşiya Ocalan were vekirin wê Tirkiye bêhnê bistîne
09:03 Avahiyên Rûmenan en li Gîresûnê bi tunebûnê re rûbirû ne
09:01 Ocalan: Bi Lozanê xwişk û biratiya Kurd û Tirkan a dîrokî winda kirin
09:00 ROJEVA 22'Ê TÎRMEHA 2020'AN
21/07/2020
21:35 Li Tirkiyê îro jî ji ber koronayê 18 kes mirin
19:48 Hevşaredarê Êlihê Demîr hat binçavkirin
19:11 Platforma Ked û Demokrasiyê: Li şûna tecawizkaran jinên têkoşer digirin
18:00 Daxwaza berdana Oyûnlû û 2 pitikên wê hat redkirin
16:53 Qedexeya 2 hezar û 35 rojin li Wanê dewam dike, hat dirêjkirin
15:27 Dema binçavkirina 48 kesan hat dirêjkirin
14:50 AKP’ê pêşniyaza ‘medya civakî’ pêşkêşî meclisê kir
14:47 Wêneyê sercerdevanê hevjîn û zarokê xwe kuşt ê bi walî re derket holê
14:35 Ji Meclisa Ciwanan a HDP’ê kampanya ‘Bikeve tevgerê’
14:16 Cezayê girtîgehê li 32 endamên KESK'ê birîn
14:15 Sancar: Komkujiya Pirsûsê destpêka serdemekê bi xwîn bû
13:37 Parêzerê doza mexdûrên Serêkaniyê: Faîlan nediar dihêlin
13:32 Prof. Dr. Pala li ser gilîkirina Walîtiyê parastin da
13:02 Rojnameger Orûç nehat berdan
12:44 Di şewata li Çiyayê Gabarê de bi hezaran dar û devî şewitîn
12:26 Dibe ku nesla hirçên cemserê di vê sedsalê de tune bibe
12:19 ÎHD: Bi lez kesên di bin çavan de berdin
12:16 Li Merîwanê 2 kolber hatin qetilkirin
12:09 HDP'ê encamnameya 'Hevditina Edaletê' aşkere kir
11:37 101 porsipiyan ji bo îtîfaqa demokrasiyê bang kirin
11:35 Doza darizandina rojnameger Azîz Orûç dest pê kir
11:34 Dadgehê cezayê “reşkirina ekranê” rawestand
11:12 Di Edliya Edenê de şer derket
10:55 Dadgeha Mêrdînê serlêdana Ahmet Turk red kir-
Qeyûm ji bo fêda civakê erênî dît
10:28 Hevserokê berê yê SES’ê Orûç hat girtin
10:11 Cenazeyê Pinar Gultekîn a winda bû hat dîtin
09:40 42 kesên polîsan di bîranîna Pirsûsê de binçavkiribûn hatin berdan
09:28 ‘Di kuştina jinan de bi aqilê hevpar tevdigerin'
09:27 Dayikên Şemiyê 800 hefte ye li edaletê digerin
09:26 Ewilî gilî kir û pişt re jî bi çekên cerdevaniyê dayik û kur hatin kuştin
09:15 Li Şirnexê heta niha hezar û 600 kes bi koronayê ketine
09:14 Betona ku Qesra Biçûk ‘diparast’ jî hilweşiya
09:13 Hespên gundê Wezê bi nav û deng in
09:13 Bi Peymana Lozanê re şikestina dîrokî
09:12 Jiyana hîndekariya milyonek 440 hezar û 577 xwendekar di rîskê de ye
09:11 Ergezen a derhêner: Pêdiviya me ne bi asayîbûnê bi azadiyê heye
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2020'AN
20/07/2020
22:37 Li Colemêrgê 2 esker hatin kuştin
20:48 Li Tirkiyê 17 kesên din jî ji ber koronayê mirin
19:50 Li Enqere û Stenbolê gelek kes di bîranîna 33 qûrbaniyan de hatin binçavkirin
19:30 Li Çiyayê Cûdî şewat derket
19:19 KESK: 18 hezar û 100 dosya li benda biryarê ne
17:01 HDP'ê Tuma Çelîk îxrac kir
16:28 ‘Tirkiye ji bo zarok û jinan bûye welatekî talûke'
16:28 3 girtiyan li dijî 'hejmara li ser piyan' dest bi greva birçîbûnê kirin
15:41 Ji Aytaç û Tîmtîk re nameyên piştevaniyê şandin
15:26 ‘Komîsyona OHAL’ê sûc dike’
15:20 Ji Dîlokê bang kirin: Hûn nikarin HDP’ê biqedînin
14:59 KCD, DBP û HDP’ê gelê Giyadînê ziyaret kirin
14:53 Polîsan mudaxileyî malbatên xwestin daxwazname bidin Dadgeha Bilind kirin
14:21 HDP: Bila meclîs komkujiya Pirsûsê ronî bike
14:16 ‘Rêwiyên Xeyalan’ li ser gorên wan bi bîr anîn
14:07 Ji bo Tîmtîk û Unsal daxwaza edaletê kirin
13:37 Ji HDK, DBP û ÎHD’ê daxuyaniya pirsûsê
13:31 Dê HDP di 27’ê tîrmehê de li Qada Gundogdûyê be
13:04 Nameya Î.E. ku çawişê pispor tecawizê wê kiribû derket holê
13:01 Derbarê Yuksekdag de lêpirsînek nû hat vekirin
12:37 Polîsan mudaxaleyî çalakiya bîranîna Pirsûsê kirin
12:32 Birîna ceyranê birin darazê
12:19 Ji bo Rojnameger Azîz Oruç banga piştevaniyê
12:08 Di bûyera 2 kes têde hatin kuştin de, çekên cerdevanan hatine bikaranîn
11:40 Li Mêrdînê hejmara pêketiyan nêzîkî 5 hezaran bû
11:03 Li ser rêya Amed û Çewlikê qezaya trafîqê: 12 birîndar hene
11:02 Gergerlîoglu: Kesên muhafazakar bêtir sosyalist û Kurd fan kirin
10:57 Bi hatina her girtiyî re pêvajoya qarantînayê dirêj dibe
10:54 Piştî ku leşkeran gule barandin şewat darket
10:28 Cenazeyên ji Gola Wanê hatin derxistin, li goristana bêkesan hatin definkirin
10:11 Destpêkê tecawiz û piştre jî qetil kirin
09:00 ‘Necezakirina êrişkarên bûyerên zeyendî rê li ber bûyerên nû vedike’
09:00 Kovara ZEND’ê tevî zextan jî 26 sal in tê weşandin
09:00 ‘Xeyalên zarokên me yek bi yek pêk tên’
09:00 Nameyên ji dayika xwe re şandiye kirine sûc
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2020'AN