‘Dewlet armanc dike ku komkujiya Pirsûsê bide ji bîrkirin' 2020-07-22 10:55:19 ENQERE - Kesên di bîranîna 33 ciwanên sosyalîst ên di komkujiya Pirsûsê de hatin kuştin, hatin binçavkirin û berdan, diyar kirin ku 5 salin bi mudaxaleyan destûr nadin ku bernameya bibîranînê li dar bixin û li şûna dewlet bi rastiyê re rû bi rû bibe, armanc dike ku komkujiyê bide ji bîr kirin.    Endam û nûnerên Înîsiyatifa Malbatên Pirsûsê di 5’emîn salvegera 20'ê Tîrmeha 2015'an ku li Navçeya Pirsûsê DAIŞ'ê li dijî ciwanên sosyalîst êrîşa bomeyê pêk anîn û 33 ciwan kuştin de, xwest 33 ciwanên hatin kuştin bibîr bînin. Lê wekî her sal dîsa polîsan mudaxaleyî çalakiyê kirin û 42 endamên înîsiyatifê binçav kirin. Polîsan di bin çavan de îşkence li Şamil Parlak kirin û ruyê wî felç kirin. Dîsa ji ber îşkenceyê gelek beşê bedena wî zerar dîtin. Kesên hatin binçavkirin û berdan, diyar kirin ku di maşîneya polîsan de bê maske û bê hewa hatin hiştin û dê ji ber van pêkanînên polîsan serlêdana sûc bikin.    ‘PÊHN LI MIN DIDAN Û DERBAS DIBÛN'    Şamîl Parlak ku hat binçavkirin û serbest hat berdan, serpêhatiyên xwe vegot. Parlak, diyar kir ku ji bo bîranîna ciwanan ber bi Guven Parkê ve meşiyan û bi meşêre polîsan mudaxileyî wan kir û wiha got: “7-8 polîs li ser min civiyan. Bi qasî 5 deqîqeyan serê min li erdê dan. Çonga xwe xistin pişta min û hilkişiyan ser min. Polîsên sivîl bêhn li serê min û bedena min dixistin. Kijan polîsê dihat bêhn li min dixistin û derbas dibûn. Di bin çavan de dîsa muameleya xerab li min kirin. Em çar kes xistin bagaja maşîna ’Doblo’. Bi qasî nîv saetê em di bagajê de bê haske û bê hewa hiştin. Di muayineyê de bijişk ji ber birînan guman kir ku min travma derbas kiriye û ez sewqî Nexweşxaneya Şehîrê kirine. Li vir teşîsa felça rû danîn. Zerarek mayinde bide min an nede min hêj ne diyar e."    Parlak, anî ziman ku dê der barê polîsan de serlêdana sûc bike.   TUNDIYA POLÎSÊN MÊR ZÊDE BÛ   Denîz Akbiyik jî anî ziman ku di nava koma polîsan de polîsên jin tune bû polîsên mêr mudaxaleyî wan kirin. Denîz Akbiyik, da zanîn ku nêzî 5-6 polîsên mêr demek dirêj tundî li wê kirin û wiha got: "Ji ber tundiya polîsan zendê min reş û şîn bûn. Polîsên mêr tundî li min kirin. Dema ez teslîmî polîsên jin kirim jî, vê carê polîsên jin ez li erdê dirêj kirim û çonda xwe danîn ser pişta min. Dest xistin qirika min. Min nikaribû bêhn bistendiya. Disa demek dirêj ez di hundirê maşînê de hiştim û ez bê hewa mam. Li ruxmê me got em nikarin nefesê bistînin jî dîsa deriyê maşînê li me venekirin. Destê me li pişt me kelepçe kirin û em birin nexweşxaneyê. Me maske xwest. Lê dîsa maske nedan me."    'DEWLED ARMANC DIKE KU KOMKUJIYA PIRSÛSÊ BIDE JI BÎR KIRIN'   Okan Danaci jî anî ziman ku li şûna dewlet bi komkujiya Pirsûsê re rû bi rû bimîne, dixwaze komkujiya Pirsûsê bide ji bîr kirin û wiha got: “Bîranîna Pirsûsê 5 salin her tim rastî astengiyên polîsan û hêzên ewlehiyê tê. Wêneyê kesên hatine kuştin diçirînin. Naxwazin ruyê ciwanên hatin kuştin bibînin. Lê her sal ruyê van hevalên me yên li Pirsûsê hatin kuştin dê wekî sîleyekê li ruyê wan bikeve. Dê her sal 20'ê tîrmehê wekî sîleyekê li ruyê wan bikeve. Neçar in ku bi vê komkujiyê û hevalên me yên hatin qetilkirin re rû bi rû bimînin û hesabê vê yekê bidin. Me xwest em li Guvenparkê wan bibîr bînin. Lê mudaxileyî çalakiyê kirin. Em ê her sal hevalên xwe bibîr bînin û em tu carî wan ji bîr nakin. Em bi fikr û ramana wan wan bibîr tînin. Ne tenê ji bo 33 hevalên xwe yên li Pirsûsê hatin kuştin, di heman demê de ji bo 101 kesên li Enqereyê di 10'ê Cotmehê de hatin qitilkirin jî em li wir bûn. Dê nikaribin me ji doz û têkoşîna me qut bikin."    BI GAZA ÎSOTÊ MUDAXILE KIRIN   Çalakger Zeynep Tan jî anî ziman ku li kolana Konur, polîsan bi gaza îsotê mudaxileyê wê kirin û li wir binçavkirin û wiha got: “Em şeş kes bûn. Polîsan em dorpêç kirin û binçav kirin. Em bi lêdanê binçav kirin. Ji nêzîk ve guleyên plastîk berdan me û gaza îsotê avêtin ser ruyê me. Destê me li pişt me kelepçe kirin û em binçavkirin. Tacîza devkî û fîzîkî kirin. Em bang li hemû mirovan dikin ku ji bo têkoşînê li ber xwe bidin."