Ji HDP’ê rapora DEDAŞ’ê: Welatî bi fatoreyên giran tên mexdûrkirin

  • rojane
  • 13:11 18 Tîrmeh 2020
  • |
img
AMED – HDP’ê hewlesta DEDAŞ’ê ya li bajarên ku li wan dixebite û mexdûriyeta ku bûye sedem kir rapor û ji raya giştî re aşkera kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku gelê herêmê tevahî bi fatoreyên giran tê cezakirin. 
 
Navenda Giştî ya HDP’ê, derbarê birîna ceyranê û pirsgirêkên ku birîna ceyranê ya DEDAŞ’ê dibe sedem raporek amade kir. Rapor, derbarê birîna ceyrana li bajarên mîna Amed, Riha, Mêrdîn, Êlih, Sêrt û Şirnexê ku DEDAŞ lê wan dixebite de hat amadekirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku DEDEAŞ bi serê xwe ji bo gelê herêmê ku pirsgirêkên aborî dijî bûye pirsgirêk. Di raporê de gazinên gelên herêmê yên ji DEDAŞ’ê yên mîna “fatoreyên giran, birîna ceyranê ya demeke dirêj, pirsgirêkên binesaziyê, desteserkirina hîbeyên ji bo cotkaran” hatin rêzkirin. 
 
DEDAŞ ÇIMA CEYRANÊ DIBIRE?
 
Di raporê de hat diyarkirin ku ji ber fatoreyên tên birîn giran in gelê herêmê di razandina wan de zehmetî dikişîne û mîqdara windabûyî ya ceyranê ya ji ber temîr û xebatên kêm jî li fatoreyan tê barkirin.  Hat destnîşankirin ku di nav salên 2019-2020’an de ji sedî 63 zem hatiye ser ceyrana ku cotkar bi kar tînin, qezenca ku ji berhemên xwe bi dest dixin têra razandina vê zemê nake. Di raporê de hatiye diyarkirin ku di 10 sal in dawîn de ji ber dewrkirina şîrketên taybet, xizmeta ceyranê kêm bûye û wergeriya qada rantê.
 
CEZAYÊN HERÎ ZÊDE TÊN BIRÎN
 
Di raporê de hatiye destnîşankirin ku di navbera 8 hezar TL û 15 hezar TL ceza li welatiyan tê birîn,  li gel ku xerckirina herî bilind a ceyrana qaçax serê malê nêzî 200 TL û 300 TL’ye jî bi carekê tenê 4 qat zêdetirî xerckirina salekê ceza tê birîn. Di raporê de cih ji nêrînên Serokê Navenda Bazirganî û Delx û Dan a Qoserê Mehmet Şerîf Oter re jî hatiye veqetandin û Oter dibeje ku li Mêrdînê fatoreyên ku serê donimê tên razandin li gorî herêmên din ên Tirkiyeyê 10 qat zêdetir in. 
 
COTKAR NIKARIN FATOREYÊN XWE RAZÎNIN
 
Di raporê de cih ji mexdûriyeta welatî û cotkaran re jî hatiye veqetandin û tê gotin ku zemên ku tên kirin û mîqdara windabûna ceyranê ya ji ber pirsgirêkên binesaziyê ku li hemû fatoreyan tê barkirin, hin deman dibe sedema fatoreyên ku nikarin bên razandin. Vê derbarê de cotkarê bi navê Nûrettîn Kiliç ê ji navçeya Dêrikê ya Mêrdînê di raporê de dibeje ku fatoreyên giran li cotkaran tên birîn û di razandina wan de zehmetî dikişînin. Kiliç, gotiye ku ji 100 donim erd re 125 hezar TL fatore tê û pirsa ku wê cotkar çawa karibe vê fatoreye razîne dike. Herî dawî jî dibeje ku erdê xwe jî bifiroşin nikarin vê fatoreyê razînin. 
 
JIYANÊ FELC DIKE
 
Di raporê de qala encamên birîna ceyranê jî hatiye kirin û derbarê mijarê de ev tişt hatiye got: “Ji ber kêmaniya binesaziyê û dîrekên ku divê bên guhertin û nayên guhertin, hin caran 10 rojan ceyran tê birîn. Ev jî dibe sedema pirsgirêkên tenduristî, germbûn-hinêkbûn û paqijiyê û ev pêwîstî nikarin bên dabînkirin. Birîna ceyranê rast e rast dibe sedema pirsgirêkên tenduristiyê. Ji ber bêaviya girêdayî ceyranê,  sewal dimirin û şertên paqijiyê yên ji bo pandemiyê pêwîst, pêk nayên.”
 
DEDAŞ HÎBEYAN DESTESER DIKE 
 
Di raporê de hatiye diyarkirin ku DEDAŞ’ê hîbeyên ku serê havînê ji bo cotkaran tên kirin, desteser kiriye û hilberîna çandiniye aniye ber asta rawestandinê û ev tişt hatiye gotin: “Piştgiriya ku ji bo zêdekirin û teşwîqkirina hilberandina çandiniyê ji cotkaran re hatiye kirin û ji aliyê DEDAŞ’ê ve ji hesabên cotkaran ên bankayan hatiye kişandin. DEDAŞ vê ji bo deynê xwe yên li cotkaran dike, lê ev jî dibe sedem ku cotkar hilberandinê neke.”
 
DEDAŞ JI BINESAZIYÊ RE RAZEMENÎ NAKE
 
Di raporê de hatiye destnîşankirin ku trafo û dîrekên ku ji salê 1990’î mane miqdara windabûnê zêde dike û ev tişt hatiye ragihandin: “Ev rewş jiyana mirovan dike talûkeyê û dibe sedema cînayetên kar. Kêmaniya binesaziyê û têrnekirina xebatên temîrê, li malan xesar dide têkberên spî û hin caran jî dibe sedem ku li dikkanan şewat derkeve.”
 
PÊNGAVÊN KU DIVÊ JI BO ÇARESERIYÊ BÊN AVÊTIN
 
Di raporê de hat xwestin ku ev memeleya li dijî mirovahiyê bê bidawîkirin û pêşniyarên ji bo çareseriyê wiha hatin rêzkirin: 
 
“* Piştgiriya ku cotkar heq dike, divê di ber deyn de ji şîrketên ceyranê re neyê veguhezîn û bloqeyên li ser hesaban rabin. 
 
* Deynê cotkaran ên DEDAŞ’ê ya divê weke deynê cameriyê bê hesibandin û ji aliyê dewletê ve bê razandin an jî divê beşeke mezin bê razandin û tiştê mayî jî bi mîqdareke ku karibe bê dayîn, bê teqsîtkirin. 
 
* Divê heyeteke pisporan ku ji saziyên serbixwe pêk bê, DEDAŞ venêrin bike û piştî venêrînê pêvajo bê raporkirin û ev rapor bi raya giştî re bê parvekirin. 
 
* Divê cotkar ji terîfeyên daxistî sûd werbigirin û fatoreyên wan ne mehane bi demî bên stendin. 
 
* Divê para Fona Enerjiyê, TRT, bedêla KDV û bedêla belavkirin û şaredariyê ji ceyrana ku ji bo cotkariyê tê bikaranîn, bê rakirin. 
 
* Divê xesara cotkaran a ji ber birîn û dayîna ceyranê bê tezmînkirin. 
 
* Ji ber trafo, xet û dîrekên kevn mîqdareke zêde ceyrana qaçax diçe. Ev jî li fatoreyan tê barkirin. Divê DEDAŞ hê bêtir çavkanî ji temîr û nûkirinê van pirsgirêkan re veqetîne. 
 

Sernavên din

19/07/2020
20:48 Li Tirkiyê 16 kesên din jî ji ber koronayê mirin
19:35 Gunay: Em li dijî êrişên zayendî li qadan e
18:05 HDP’yî çûn serdana gundên Elbakê
17:48 Hejmara cenazeyên ji Gola Wanê hatin derxistin derket 59’an
17:40 ‘Em ê destûr nedin xalek ji peymanê were guhertin’
16:20 Ji bo bîranîna Rêwiyên Xeyalan pêlîstok belav kirin
14:24 MSD: Şoreşa 19’ê Tîrmehê bikin bingeh
14:14 Meclîsa Jinê: Jinan di xêzkirina şoreşê de rolek mezin lîst
13:47 TJA: Êrîş ji ku tên bila bên nayê qebûlkirin
13:05 Şoreşa Rojava ya bû hêviya bindestan 8 salî ye
Muslim: Hêj gelek gavên em bavêjin hene
12:16 DBP: Xwedî li Şoreşa Rojava derkevin
11:37 Dozeke nû li Sebahat Tuncel vekirin
11:25 Cemxaneya Duzgun Baba dê peykerê Gultekîn li Qislê biçikilînin
11:04 Seydî: 19’ê Tirmehe Kawaye Hesinkar li ser piyan bû
10:31 KNK: Gel ji bo Şoreşa Rojava bedelên gelek mezin da
10:27 WHO: Di 24 saetan de 259 hezar û 848 kes bi Covît-19 ketin
10:26 SGDF’ê banga tevlêbûna meşa Pirsûsê kirin
09:56 MMO'ê Nobeta Edalet û Azadiyê bi dawî kir
09:42 Rejîma bê kontrol mayinde kirin
09:24 Hilberîna hevpar, firotina yekser bi aboriya jinan a komînal pêş dikeve
09:22 Seyît Evran: Encama Tirkiyê dixwaze ji herêmê bigire, nekarî bigire
09:21 Tekane bersûcê Komkujiya Pirsûsê 5 salin naynin dadgehê
09:20 Betaniyên ji bo penaberan kirîn sûc hat hesibandin
09:13 Karkeran bi 38 lîreyan mehkûmê jiyanê dikin
09:12 Şahidê Komkujiya Pirsûsê: Ger mudaxile tunebûya ewqas mirov ne dimirin
09:05 Pêketiyên Kovîd-19 tên veşartin
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2020'AN
18/07/2020
22:20 Li Agiriyê ji ber îstîsmara zayendî hat girtin
21:41 17 kes ji ber vîrûsê mirin, 918 kes jî bi vîrûsê ketin
21:28 Tosun: Emê destûr nedin ku hûn tecawîzkaran fihêl bikin
17:23 ‘Astengiya polîsan parastina tecawizê ye’
17:12 Sancar: Pêdiviya me ji aştiya Rojhilata Navîn heye
16:53 Li Stenbolê şer: Wêneyên êşkenceyê hatin belavkirin
16:36 17 kesên belavokên Komkujiya Pirsûsê belav dikirin hatin binçavkirin
16:07 Ji Rêveberiya Xweser biryara hilbijartinên Sûriyeyê
15:59 Jin li Agiriyê meşiyan: Em ê her dem dengê xwe bilind bikin
15:36 Zewaca berdêl qebûl nekir û hewl da xwe bikuje
15:20 Berdevka TJA'yê Gokkan: Dewletê li dijî jinê şer îlan kiriye
15:10 Di ‘Rûniştina F’ de xwestin Makbûle Ozbek were berdan
15:09 Xizmên windayan: Bila faîlên Vedat Aydin bên darizandin
14:24 'Heta ez bijîm ezê hesabê bavê xwe ji dewletê bipirsim'
14:13 TJA: Emê têkoşînê qet nerawestînin
14:09 Li Şemzînanê teqîn: 2 çawişên pispor û cerdevanek birîndar bûn
13:33 Çawîşê pispor ê çû operasyonê mir
13:11 MEBYA-DER: Tacîz û tecawiza li Bajarê Kurdan ne tesadufî ye
13:11 Ji HDP’ê rapora DEDAŞ’ê: Welatî bi fatoreyên giran tên mexdûrkirin
12:52 Ji bo 8 girtiyên rewşa wan giran banga berdanê kirin
12:47 Şêniyên Wanê bertek nîşanî bûyerên tecawizê dan
12:35 25 sal in winda ye
12:19 ‘Ji tevgera kuçeyan gelek ditirsin’
11:28 Berdevka TJA'yê hat berdan
11:01 Ji HDP’ê daxuyaniya Tûma Çelîk
10:39 Bı çeka bavê xwe yê cerdevan dawî li jiyana xwe anî
10:20 Weşanger û nivîskar Azad Zal hat berdan
10:20 Dadgehê tayînkirina qeyûm wekî 'Silametiya cemaweriyê' nîşan da
09:44 Rêveberiya Xweser: Tirkiye hewl dide destekê bide DAIŞ'ê
09:21 ‘Li Îmraliyê pêvajoyeke taybet tê birêvebirin'
09:19 Her ku qanûn tê taloqkirin, cînayetên kar zêdetir dibin
09:14 Şêniyê taxê mehkûmî ava qirêj kirin
09:12 Jinên çalakger: Peymana Stenbolê misogeriya jiyana me ye
09:12 Kemalbay: Rakirina Peymana Stenbolê cînayet e
09:11 HDP'ê bang li jinan kir: Beşdarî hevdîtina li Mêrsînê bibin
09:09 Mexdûrên erdhejê dê zivistanê li konan derbas bikin
09:08 ‘Heya ku hesabê Pirsûsê neyê pirsin wê Tirkiye ronî nebe’
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:59 Tuma Çelîk ji HDP'ê îstîfa kir
08:29 18 siyasetmedarên Kurd li Dîlokê şandin girtîgehê
00:12 Dadgehê ji 28 jinan 5 jin girtin
17/07/2020
22:17 Dûrmûş ê li Çiyayê Cûdî di şer de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
20:45 Hejmara kesên ji ber koronayê mirin derket 5 hezar û 458'an
19:29 Şivanê eskeran binçavkiribû hat berdan
19:12 Rojnameger Ayşe Guney bi şertê kontrola edlî hat berdan
16:44 Polîsan pankarta ku tecawizê şermezar dike qedexe kir!
16:18 Ji bo jinên girtî dest bi nobeta ‘edalet û azadiyê’ kirin
16:09 Li Gola Wanê 2 cenazeyên din jî hatin dîtin
16:05 Cendirmeyan cotkaran desteser kir DEDAŞ’ê jî trafoyan rakir
15:42 Gel li gelek bajaran bertek nişanî esker û polîsên tecawizkar dan
15:36 Li Ebexê grûbek çekdar êrişî gundiyan kirin
15:16 Polîsan li Dersimê mudaxileyî meşê kirin
15:07 Hunermendan banga ‘Hurmetê nîşanî mafên mirovan bidin' kirin
14:48 Ji bo “Hevdîtina Gelan û Baweriyan’ bang hat kirin
14:32 TJA: Em ê radestî nêzîkatiya zayendperest nebin
14:21 ÎHD 34 salî ye: Têkoşîna mafê mirovan wê bi wêrekî û hêvî bidome
14:20 Ji bo Tîmtîk û Unsal bang kirin: Bibin dengê wan
13:49 Rewşa zarokê leşker ew birîndar kirin xeternak e
13:35 Rojnameger Ayşe Guney û Berdevka TJA Ayşe Gokkan sewqî dadgehê kirin
13:28 Eskeran şivanek binçav kir
13:09 Malbatê giliyê tecawizkar kiriye lê dozgerî bûyerê piştguh kiriye
12:46 Gunay: Tu operasyon êdî nikarin AKP'ê xelas bikin
12:32 Meclîsa Jinan a HDP’ê derbarê Işik de lêpirsîn da destpêkirin
12:04 Bi çeka bavê xwe yê cerdevan xwest întîhar bike
10:20 Li Dersimê êrişî 2 rojnamevanan kirin
09:58 Jin sibê li Agiriyê dicivin
09:52 Li Dîlokê 9 kes hatin girtin
09:22 Bavê 22 sal in li kurê xwe digere: Peyarêya Kîlyosê cewhera komkujiyane
09:21 Qeyûmê Êlihê ji polîsan re dixebite
09:21 ‘Peymana Stenbolê li dijî tundiyê nexşerêya me ya herî girînge’
09:20 Piştî 10 salan beraet kir
09:19 Ji bo darazê bang kir: Em nûnerên hêviyê biparêzin
09:18 Bi çêkirina lihêfan debara xwe dikin