Ji HDP’ê rapora DEDAŞ’ê: Welatî bi fatoreyên giran tên mexdûrkirin 2020-07-18 13:11:00   AMED – HDP’ê hewlesta DEDAŞ’ê ya li bajarên ku li wan dixebite û mexdûriyeta ku bûye sedem kir rapor û ji raya giştî re aşkera kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku gelê herêmê tevahî bi fatoreyên giran tê cezakirin.    Navenda Giştî ya HDP’ê, derbarê birîna ceyranê û pirsgirêkên ku birîna ceyranê ya DEDAŞ’ê dibe sedem raporek amade kir. Rapor, derbarê birîna ceyrana li bajarên mîna Amed, Riha, Mêrdîn, Êlih, Sêrt û Şirnexê ku DEDAŞ lê wan dixebite de hat amadekirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku DEDEAŞ bi serê xwe ji bo gelê herêmê ku pirsgirêkên aborî dijî bûye pirsgirêk. Di raporê de gazinên gelên herêmê yên ji DEDAŞ’ê yên mîna “fatoreyên giran, birîna ceyranê ya demeke dirêj, pirsgirêkên binesaziyê, desteserkirina hîbeyên ji bo cotkaran” hatin rêzkirin.    DEDAŞ ÇIMA CEYRANÊ DIBIRE?   Di raporê de hat diyarkirin ku ji ber fatoreyên tên birîn giran in gelê herêmê di razandina wan de zehmetî dikişîne û mîqdara windabûyî ya ceyranê ya ji ber temîr û xebatên kêm jî li fatoreyan tê barkirin.  Hat destnîşankirin ku di nav salên 2019-2020’an de ji sedî 63 zem hatiye ser ceyrana ku cotkar bi kar tînin, qezenca ku ji berhemên xwe bi dest dixin têra razandina vê zemê nake. Di raporê de hatiye diyarkirin ku di 10 sal in dawîn de ji ber dewrkirina şîrketên taybet, xizmeta ceyranê kêm bûye û wergeriya qada rantê.   CEZAYÊN HERÎ ZÊDE TÊN BIRÎN   Di raporê de hatiye destnîşankirin ku di navbera 8 hezar TL û 15 hezar TL ceza li welatiyan tê birîn,  li gel ku xerckirina herî bilind a ceyrana qaçax serê malê nêzî 200 TL û 300 TL’ye jî bi carekê tenê 4 qat zêdetirî xerckirina salekê ceza tê birîn. Di raporê de cih ji nêrînên Serokê Navenda Bazirganî û Delx û Dan a Qoserê Mehmet Şerîf Oter re jî hatiye veqetandin û Oter dibeje ku li Mêrdînê fatoreyên ku serê donimê tên razandin li gorî herêmên din ên Tirkiyeyê 10 qat zêdetir in.    COTKAR NIKARIN FATOREYÊN XWE RAZÎNIN   Di raporê de cih ji mexdûriyeta welatî û cotkaran re jî hatiye veqetandin û tê gotin ku zemên ku tên kirin û mîqdara windabûna ceyranê ya ji ber pirsgirêkên binesaziyê ku li hemû fatoreyan tê barkirin, hin deman dibe sedema fatoreyên ku nikarin bên razandin. Vê derbarê de cotkarê bi navê Nûrettîn Kiliç ê ji navçeya Dêrikê ya Mêrdînê di raporê de dibeje ku fatoreyên giran li cotkaran tên birîn û di razandina wan de zehmetî dikişînin. Kiliç, gotiye ku ji 100 donim erd re 125 hezar TL fatore tê û pirsa ku wê cotkar çawa karibe vê fatoreye razîne dike. Herî dawî jî dibeje ku erdê xwe jî bifiroşin nikarin vê fatoreyê razînin.    JIYANÊ FELC DIKE   Di raporê de qala encamên birîna ceyranê jî hatiye kirin û derbarê mijarê de ev tişt hatiye got: “Ji ber kêmaniya binesaziyê û dîrekên ku divê bên guhertin û nayên guhertin, hin caran 10 rojan ceyran tê birîn. Ev jî dibe sedema pirsgirêkên tenduristî, germbûn-hinêkbûn û paqijiyê û ev pêwîstî nikarin bên dabînkirin. Birîna ceyranê rast e rast dibe sedema pirsgirêkên tenduristiyê. Ji ber bêaviya girêdayî ceyranê,  sewal dimirin û şertên paqijiyê yên ji bo pandemiyê pêwîst, pêk nayên.”   DEDAŞ HÎBEYAN DESTESER DIKE    Di raporê de hatiye diyarkirin ku DEDAŞ’ê hîbeyên ku serê havînê ji bo cotkaran tên kirin, desteser kiriye û hilberîna çandiniye aniye ber asta rawestandinê û ev tişt hatiye gotin: “Piştgiriya ku ji bo zêdekirin û teşwîqkirina hilberandina çandiniyê ji cotkaran re hatiye kirin û ji aliyê DEDAŞ’ê ve ji hesabên cotkaran ên bankayan hatiye kişandin. DEDAŞ vê ji bo deynê xwe yên li cotkaran dike, lê ev jî dibe sedem ku cotkar hilberandinê neke.”   DEDAŞ JI BINESAZIYÊ RE RAZEMENÎ NAKE   Di raporê de hatiye destnîşankirin ku trafo û dîrekên ku ji salê 1990’î mane miqdara windabûnê zêde dike û ev tişt hatiye ragihandin: “Ev rewş jiyana mirovan dike talûkeyê û dibe sedema cînayetên kar. Kêmaniya binesaziyê û têrnekirina xebatên temîrê, li malan xesar dide têkberên spî û hin caran jî dibe sedem ku li dikkanan şewat derkeve.”   PÊNGAVÊN KU DIVÊ JI BO ÇARESERIYÊ BÊN AVÊTIN   Di raporê de hat xwestin ku ev memeleya li dijî mirovahiyê bê bidawîkirin û pêşniyarên ji bo çareseriyê wiha hatin rêzkirin:    “* Piştgiriya ku cotkar heq dike, divê di ber deyn de ji şîrketên ceyranê re neyê veguhezîn û bloqeyên li ser hesaban rabin.    * Deynê cotkaran ên DEDAŞ’ê ya divê weke deynê cameriyê bê hesibandin û ji aliyê dewletê ve bê razandin an jî divê beşeke mezin bê razandin û tiştê mayî jî bi mîqdareke ku karibe bê dayîn, bê teqsîtkirin.    * Divê heyeteke pisporan ku ji saziyên serbixwe pêk bê, DEDAŞ venêrin bike û piştî venêrînê pêvajo bê raporkirin û ev rapor bi raya giştî re bê parvekirin.    * Divê cotkar ji terîfeyên daxistî sûd werbigirin û fatoreyên wan ne mehane bi demî bên stendin.    * Divê para Fona Enerjiyê, TRT, bedêla KDV û bedêla belavkirin û şaredariyê ji ceyrana ku ji bo cotkariyê tê bikaranîn, bê rakirin.    * Divê xesara cotkaran a ji ber birîn û dayîna ceyranê bê tezmînkirin.    * Ji ber trafo, xet û dîrekên kevn mîqdareke zêde ceyrana qaçax diçe. Ev jî li fatoreyan tê barkirin. Divê DEDAŞ hê bêtir çavkanî ji temîr û nûkirinê van pirsgirêkan re veqetîne.