Pekoz: Îtîfaqa bi ENKS’ê re dê polîtîkayên Enqere biguherîne

  • rojane
  • 10:32 29 Hezîran 2020
  • |
img

ENQERE - Pisporê Rojhilata Navîn Mustafa Pekoz, têkildarî îtîfaqa Neteweyî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ENKS jî tev li xwe kirin, anî ziman ku ev yek dê zorê li Enqereyê bike ku polîtîkayên xwe biguherîne. Pekoz, destnîşan kir ku ew ketine pêvajoya ku di nava çend salan de nexşeyên li herêmê bêne guhertin. 

 
Niqaşên li ser yekîtiya neteweyi li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê demek dirêj in didome. Piştî niqaşên dirêj di 17'ê hezîranê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Partiyên Yekîtiya Neteweyî ya Kurd (PYNK) û Konseya Neteweyî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) piştî hevdîtine dûr ûd irêj li hev kirin. Di 17'ê Hezîranê de Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û Şêwirmendê Koalîsyona Navneteweyî yê DYA'yê Wîllîam Robak jî di nav de heyetek daxuyanî dabû û di daxuyaniyê de hatibû ragihandin ku wê xebatên yekîtiyê di çarçoveya Peymana Duhokê de bên kirin. Têkildarî yekîtiyê û geşedanên li herêmê Pisporê Rojhilata Navîn Dr. Mustafa Pekoz nirxandin kir. 
 
Pekoz, anî ziman ku rola DYA û Fransa di avakirina Yekîtiya Neteweyî ya li Rojava de zêde ye û wiha got: "Ev rewş polîtîkayên DYA yên Sûriye bêtir şênber dike. Stratejiya DYA ewe ku di nava çend salan de axa Rojava û Herêma Kurdistana Iraqê bike yek. Ji ber vê yekê sekna Rêveberiya Rojava ya polîtîk gelek girîng e. Li gel avakirna îtîfaqa neteweyî ya li Rojava ji bo herêma "Xweser an jî federasyon" di asta statuya makezagonî de bibe fermî, plan û bazarên polît^Fik ên bi rejîma Esad re ferz e. Ji sînorê Efrin û El Babê bigire heta sînorê hatay û Îdir û Îranê tê armanckirin ku herêma ‘Kurdistan’ê bê avakirin. Tê armanckirin ku Herêma Kurdistana Iraqê û Sûriyeya Bakur û Rojhilat bikin yek. Ev yek jî girêdayî îtîfaqa di nava Kurdan de ye. Hêzên herêmê dê ji nûve bên guhertin û bi teşe bibin. Tê xwestin ku Kurd di navenda vê planê de bin. " 
 
Pekoz, anî ziman ku li Rojava nêzî 10 salin şerek heye û gelek destkefî hatine qezençkirin û wiha got: "Di vî şerê 10 salan û destkeftiyan de tu keda ENKS'ê ku kevneşopiya Barzanî temsîl deke tune ye. Ji ber vê yekê gelek kes û partiyan bertek nîşanî vê yekê da. Lê di qada  îtîfaqa ‘Neteweyî" de dê bandora wê gelek zêde be. Ji ber vê yekê biçûk be jî dê bandora wê ya polîtîk zêde be. Ji ber vê yekê tevlêbûna ENKS’ê ya pêvajoya yekîtiya neteweyî dê lez bide çareseriya pirsgirêka Rojhilat û Bakurê Suriye ya di qada navneteweyî de. Îtîfaqa li Rojava dê bandorek mezin li ser Başûr ava bike. Qandîl jî di navde hemû tevgerên polîtîk yên Kurdan dê ji bo yekîtiya neteweyî gavên şênber bavêajin." 
 
DYA JI BO STRATEJIYA XWE KURDAN TEV LI PLANÊ DIKE
 
Pekoz, anî ziman ku di Navenda polîtîkayên DYA yên li Sûriye û Iraqê de Kurd hene û wiha lê zêde kir: "Plan tê kirin ku Kurd di pêşeroja Rojhilata Navîn de bibe hêzek sereke. Bê guman stratejiyên ku DYA dide pêş xwe ewe ku dixwaze planên wê bi ser bikevin. Planên ku Kurdan tev lê dike ne ji ber ku ji  kurdan hez dike û dixwaze neheqiya dîrokî ku li Kurdan kiriye telafî bike ye. Hemû têkiliyên Hêzên Kurevî yên wekî DYA û YE ku bi Kurdan re dimeşînin grêdayî planên li Herêmê ne. 
 
Mazlum Kobanî xwedî rolek di ser partiyan re ye. Pir aşkere ye ku dê serokê fermî yê herêma Xweser/federasyonê bibe Mazlum Kobanî. Mazlum Kobanî û Mesut Barzanî dê wekî Rêberên xwedî heman nirx î hêz derkevin pêş. 
Îtîfaqa ku li Rojava pêş dikeve di esasê xwe de polîtîk e. Nehat qebûlkirin ku ENKS wekî hêzek eskerî li Rojava hebe.  Dê wekî Başurê Kurdistanê du hêzên pêşmerge yên girêdayî YNK û PDK'ê tune bin. Ji bo modela yek hêz ya wekî YPG'ê li Başurê Kurdistanê jî pêş bikeve DYA xebatekê dimeşîne. 
 
YEKÎTÎ DÊ BANDORÊ LI SER POLÎTÎKAYÊN TIRKIYEYÊ BIKE
 
Pekoz, bal kişand ser bandora yekîtiya li Rojava ya li ser polîtîkayên Tirkiyeyê û wiha bi dawî kir: "Yekîtiya Neteweyî ku li Rojava hat îlankirin, dê hem bandorê li ser polîtîkayên Tirkiyeyê bike û hem jî li ser hevdîtinên navneteweyî bike. Piştî ku DYA û Fransa ENKS jî xist nava pêvajoyê, Îqtîdara AKP'ê ji bo nûnertiya Kurdan bişkîne dê têkeve nava hewldanan. Piştî ENKS ya ku bi AKP'ê re di nava têkiliyên germ debûn, tev li yekîtiya neteweyî kirin dê zorê li guhertina polîtîkayên Enqereyê bike. 
 
Polîtikayên DYA yên li Sûriyeyê li gel Trump ji aliyê Pentagonê ve hêdî hêdî dixin meriyetê. Piştî hilbijartina Mijdara 2020’an a li DYA'yê, dê de di stratejiya DYA ya li Sûriyeyê de hin guhertin çêbibin û DYA dê bêtir bi çalak li qadê cihê xwe bigire. Ev rewş dê herî zêde bandorê li ser Îran û Tirkiyeyê bike. 
 
MA / Selman Guzelyuz

Sernavên din

29/06/2020
15:29 Oluç: Ruhê Esat Oktay zindî dikin
15:11 OHD: Îşkenceya giran li Çetîn hatiye kirin, em ê pêvajoyê bişopînin
14:55 HDK xwest çalakiyên girseyî mezin bikin
14:42 Li Wan û Dersimê bertek nîşanî îşkenceya bi kuçikan dan
14:34 Hevseroka KCD’ê Guven ji bo îfadeyê vexwendin dozgeriyê
14:30 ÎSÎG: Di 6 salan de Hezar û 925 kakerên teqawît bûn qurban
14:25 Li Amedê ji sedî 82’yê fîrmayan ji pandemiyê bi bandor bûn
14:11 Keştiya penaberan li Gola Wanê noqî avê bû
13:57 Hevserokên KCD'ê: Darizandin kumpasa li dijî siyaseta Kurt e
13:52 Orhan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
13:50 Komeleya Şêx Saîd: Divê heqîqeta berxwedana 1925’an derkeve holê
13:21 DÎB: Li kolanan bi têkoşînê em dikarin xwedî li azadiyan derkevin
13:03 78 baroyan îlan da rojnameyê: Em serdestiyê qebûl nakin
12:55 Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê hat taloqkirin
12:39 Paylan: Şaredariya Rezan çiqas qredî kişandiye?
12:06 Derbarê nûçegihana me Eser de lêpirsîn hat destpêkirin
11:59 Îşkenceya bi kuçikan ji wezîr pirsî
11:31 40 karker bi Kovîd-19’ê ketin
11:15 Radyoyan desteser dikin û rojnameyan nadin
10:45 HDP: Divê cihê gorên Şêx Saîd û hevalên wî bên aşkerekirin
10:32 Pekoz: Îtîfaqa bi ENKS’ê re dê polîtîkayên Enqere biguherîne
10:12 Hat îdiakirin ku ji ber wî hilnedane ezmûnê întîhar kiriye
10:07 Bûlûttekîn: Em bi dosyayên tolgirtinê tên darizandin
10:04 Me xwe gihand belgenameyên deyndariyê yên ku Beyoglû înkar dikir
10:00 Cenazeyê piştî 20 salan dîtin niha jî li peyarêyê hatiye veşartin
09:46 'Wê dîmenên pirê aqûbeta Dokûyê zelal bike'
09:17 Ebdullah: Tirkiye bi şerê eskerî bi ser neket şerê taybet pêş dixe
09:16 Hê jî Borseya Heywanan nehatiye vekirin
09:15 Karkerên çandiniyê dixwazin sîgorteya wan bê çêkirin
09:14 Gundiyên ji ber HES'ê xaniyên wan di bin avê de man bi tena serê rastê mane
09:13 Jinan: Li dijî tundiya mêr em parastinê bi hêz bikin
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2020'AN
28/06/2020
22:37 Li Tirkiyeyê hejmara kesên bi şewbê ketine bû 197 hezar û 239
17:32 11 rêxistinên heq: Îşkencekarê Rojbîn Çetîn darizînin
17:14 HDP'ê Kampanya Malbatê ya Xwişka û Bira bi dawî kir
17:08 DAD: Heta komkujiya Sêwasê qebûl nekin birîn nakewe
16:37 HDP: Li rêyên beraeta kujerê Medenî digerin
16:37 Partiya Azadî Şêx Saîd û hevalên wî bi bîr anîn
16:17 16 kesên di lêpirsîna KCD’ê de hatibûn binçavkirin sewqî edliyê kirin
15:35 Rêveberiya TBB’ê Feyzîoglu vexwend îstîfayê
15:34 Partiyên siyasî: Tevgera hilweşînê didome, tora piştevaniyê xurt bikin
14:02 Huseynî: Ji destê Tirkiyeyê bê dê oksîjenê jî li ser kurdan qut bike
13:41 Zeyneb Celaliyan carek din veguhestin cihek ne diyar
13:20 Derbarê 13 parlamenteran 16 fezleke amade kirin
13:14 Li Heftenînê şer: Leşkerek mir
12:57 33 sal berê îro: 110 kurd li Serdeştê hatin kuştin
12:18 Şanda Tevgera Azadî serdana cihê êrîşa Kunemasî kir
11:59 Dolmîşa penaberan qeza kir: Penaberek mir
11:42 Komkujiya Roboskî hat bibîrxistin: Necezakirin li ser her goşê ye
10:52 HDP: Tedbir neyên girtin qezayên karkeran bi dawî nabin
10:51 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Mêrdînê bi dawî bû
10:10 Li Hevşaredarê Cizîrê Zirig lêpirsîn vekirin
10:03 Aşitî: Êrîş li dijî yekîtiya Kurdan in
09:21 ‘Girtiyên nexweş nayên tedawî kirin’
09:19 Erdê mêrga welatiyan kirê dan şirketek taybet
09:17 Hevjîna Yildirim ê bi vîrûsê ket: Dewletê wî terkî mirinê kiriye
09:16 Li Rêya Armûşê nanê tenûrê
09:14 Cotkar zevî û traktorên xwe difiroşin
09:12 Ji Şêx Saît heya Ocalan: Azadî wê qezenc bike
09:11 Ji rêxistinên civakî bangewazî: Ji malên xwe dernekevin
09:09 'Qatil li derve ne kurê min di girtîgehê de ye’
09:07 Karkeran banga qidem li sendîkayan kirin: Sozên xwe bi cih bîn in
09:05 Girtina Oyûnlû ji civakê re peyameke
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2020'AN
27/06/2020
20:32 Tabloya Kovîd-19: 17 kesan jiyana xwe ji dest dan
20:18 Li Reqayê çalakiya konvedanê hat lidarxistin
16:59 Polîsan gefa kuştinê li Çetîn xwar û îşkence lê kirin!
16:56 Kujerê Alî Uygur pirsîn
16:15 HDP: 3 paralementerê me bi vîrûsa koronayê ketine
15:04 ÎHD: Girtiyê nexweş Încî serbest berdin
14:43 Li Girtîgeha Rihayê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger di roja 4’an de ye
14:38 Siyasetmedarê kurd Haydar Tekîn koça dawî kir
14:31 HDK: Bi kîlîtkirina deriyan nikarin rêxistina civakê asteng bikin
14:27 Polîsan îşkence li Rojbîn Çetîn kir
14:10 Parêzeran ji bo DNA’ya hestî û malbatan li hev were serlêdan kirin
14:04 ATV’ê nûçeya derveyî sînor wiha pêşkêş kir!
13:51 Dayikên Şemiyê: 6 kes 27 sal berê li qereqolê winda bûn
13:22 Çemê Cincevat ji ber bendavê ziwa bû
13:10 25 sal berê binçav kirin û winda kirin
13:06 Serokê PSAKD’ê: Em kesek bin jî hezar kes bin jî em ê bimeşin
12:37 Înîsiyatifa azadiya girtiyan: Girtiyê nexweş Ozdemir berdin
12:11 Careke din Akman û Karakaya yên di rojiya mirinê de birin kogûşên wan
11:54 Sedema binçavklirina rojnameger Kara nayê zanîn
11:37 Bertekên li dijî mohrkirina KCD'ê: Dijhiqûqiyê bi dawî bikin
11:30 Mexdûrên erdhejê: Em hewceyî nanekî bûne
10:52 Neviyê Şêx Seîd: 3 tiştên dewletê hene; Îmha înkar û derew
10:13 2 milyon û 437 hezar xwendekar dikevin ezmûnên zanîngehê
10:04 Serokê Baroya Wanê Uçar: Tişta anîn serê me wêneyê zilma Tirkiyê ye
10:01 Li Lîbyayê wê Rûsya û Fransa bi hev re bixebitin
09:56 Di teqîna kargeheke tekstîlê de kesek mir û 10 kes jî birîndar bûn
09:08 Aborî xera dibe deyn zêde dibin
09:08 Delîl jê birin
09:07 Serokatiya Meclîsê pêşniyazpirsa der barê qeyûman de red kir
09:06 Berhemên dîrokî bê xwedî ne
09:05 ‘Delîlên lêpirsîna Gulîstan Dokû reşkirin'
09:02 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2020'AN
00:38 Bi hezaran şêniyên Kobanê li Barageha Rûsyayê Tirkiye şermezar kir
00:11 7 karkerên çandiniyê li Konyayê bûn qurbana qezayê
26/06/2020
23:23 Endama TJA'yê Rojbîn Çetîn hat binçavkirin
19:58 Rojnamevan Ayşe Kara hat binçavkirin