Pekoz: Îtîfaqa bi ENKS’ê re dê polîtîkayên Enqere biguherîne 2020-06-29 10:32:35 ENQERE - Pisporê Rojhilata Navîn Mustafa Pekoz, têkildarî îtîfaqa Neteweyî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ENKS jî tev li xwe kirin, anî ziman ku ev yek dê zorê li Enqereyê bike ku polîtîkayên xwe biguherîne. Pekoz, destnîşan kir ku ew ketine pêvajoya ku di nava çend salan de nexşeyên li herêmê bêne guhertin.    Niqaşên li ser yekîtiya neteweyi li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê demek dirêj in didome. Piştî niqaşên dirêj di 17'ê hezîranê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Partiyên Yekîtiya Neteweyî ya Kurd (PYNK) û Konseya Neteweyî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) piştî hevdîtine dûr ûd irêj li hev kirin. Di 17'ê Hezîranê de Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û Şêwirmendê Koalîsyona Navneteweyî yê DYA'yê Wîllîam Robak jî di nav de heyetek daxuyanî dabû û di daxuyaniyê de hatibû ragihandin ku wê xebatên yekîtiyê di çarçoveya Peymana Duhokê de bên kirin. Têkildarî yekîtiyê û geşedanên li herêmê Pisporê Rojhilata Navîn Dr. Mustafa Pekoz nirxandin kir.    Pekoz, anî ziman ku rola DYA û Fransa di avakirina Yekîtiya Neteweyî ya li Rojava de zêde ye û wiha got: "Ev rewş polîtîkayên DYA yên Sûriye bêtir şênber dike. Stratejiya DYA ewe ku di nava çend salan de axa Rojava û Herêma Kurdistana Iraqê bike yek. Ji ber vê yekê sekna Rêveberiya Rojava ya polîtîk gelek girîng e. Li gel avakirna îtîfaqa neteweyî ya li Rojava ji bo herêma "Xweser an jî federasyon" di asta statuya makezagonî de bibe fermî, plan û bazarên polît^Fik ên bi rejîma Esad re ferz e. Ji sînorê Efrin û El Babê bigire heta sînorê hatay û Îdir û Îranê tê armanckirin ku herêma ‘Kurdistan’ê bê avakirin. Tê armanckirin ku Herêma Kurdistana Iraqê û Sûriyeya Bakur û Rojhilat bikin yek. Ev yek jî girêdayî îtîfaqa di nava Kurdan de ye. Hêzên herêmê dê ji nûve bên guhertin û bi teşe bibin. Tê xwestin ku Kurd di navenda vê planê de bin. "    Pekoz, anî ziman ku li Rojava nêzî 10 salin şerek heye û gelek destkefî hatine qezençkirin û wiha got: "Di vî şerê 10 salan û destkeftiyan de tu keda ENKS'ê ku kevneşopiya Barzanî temsîl deke tune ye. Ji ber vê yekê gelek kes û partiyan bertek nîşanî vê yekê da. Lê di qada  îtîfaqa ‘Neteweyî" de dê bandora wê gelek zêde be. Ji ber vê yekê biçûk be jî dê bandora wê ya polîtîk zêde be. Ji ber vê yekê tevlêbûna ENKS’ê ya pêvajoya yekîtiya neteweyî dê lez bide çareseriya pirsgirêka Rojhilat û Bakurê Suriye ya di qada navneteweyî de. Îtîfaqa li Rojava dê bandorek mezin li ser Başûr ava bike. Qandîl jî di navde hemû tevgerên polîtîk yên Kurdan dê ji bo yekîtiya neteweyî gavên şênber bavêajin."    DYA JI BO STRATEJIYA XWE KURDAN TEV LI PLANÊ DIKE   Pekoz, anî ziman ku di Navenda polîtîkayên DYA yên li Sûriye û Iraqê de Kurd hene û wiha lê zêde kir: "Plan tê kirin ku Kurd di pêşeroja Rojhilata Navîn de bibe hêzek sereke. Bê guman stratejiyên ku DYA dide pêş xwe ewe ku dixwaze planên wê bi ser bikevin. Planên ku Kurdan tev lê dike ne ji ber ku ji  kurdan hez dike û dixwaze neheqiya dîrokî ku li Kurdan kiriye telafî bike ye. Hemû têkiliyên Hêzên Kurevî yên wekî DYA û YE ku bi Kurdan re dimeşînin grêdayî planên li Herêmê ne.    Mazlum Kobanî xwedî rolek di ser partiyan re ye. Pir aşkere ye ku dê serokê fermî yê herêma Xweser/federasyonê bibe Mazlum Kobanî. Mazlum Kobanî û Mesut Barzanî dê wekî Rêberên xwedî heman nirx î hêz derkevin pêş.  Îtîfaqa ku li Rojava pêş dikeve di esasê xwe de polîtîk e. Nehat qebûlkirin ku ENKS wekî hêzek eskerî li Rojava hebe.  Dê wekî Başurê Kurdistanê du hêzên pêşmerge yên girêdayî YNK û PDK'ê tune bin. Ji bo modela yek hêz ya wekî YPG'ê li Başurê Kurdistanê jî pêş bikeve DYA xebatekê dimeşîne.    YEKÎTÎ DÊ BANDORÊ LI SER POLÎTÎKAYÊN TIRKIYEYÊ BIKE   Pekoz, bal kişand ser bandora yekîtiya li Rojava ya li ser polîtîkayên Tirkiyeyê û wiha bi dawî kir: "Yekîtiya Neteweyî ku li Rojava hat îlankirin, dê hem bandorê li ser polîtîkayên Tirkiyeyê bike û hem jî li ser hevdîtinên navneteweyî bike. Piştî ku DYA û Fransa ENKS jî xist nava pêvajoyê, Îqtîdara AKP'ê ji bo nûnertiya Kurdan bişkîne dê têkeve nava hewldanan. Piştî ENKS ya ku bi AKP'ê re di nava têkiliyên germ debûn, tev li yekîtiya neteweyî kirin dê zorê li guhertina polîtîkayên Enqereyê bike.    Polîtikayên DYA yên li Sûriyeyê li gel Trump ji aliyê Pentagonê ve hêdî hêdî dixin meriyetê. Piştî hilbijartina Mijdara 2020’an a li DYA'yê, dê de di stratejiya DYA ya li Sûriyeyê de hin guhertin çêbibin û DYA dê bêtir bi çalak li qadê cihê xwe bigire. Ev rewş dê herî zêde bandorê li ser Îran û Tirkiyeyê bike.    MA / Selman Guzelyuz