Rojnameger Zîlan: Kurd dê bi yekîtiyê bi ser bikevin

  • rojane
  • 10:37 22 Hezîran 2020
  • |
img

KOBANÊ - Rojnameger Delîl Zîlan, der barê hevdîtinên Yekîtiya Neteweyî ya Kurdan a di navbera Hêzên Sûriyeya Bakur û Rojhilat de pêş dikevin mînaka Kobanê da û wiha got: "Çawa yekîtiya Kurdan Kobanê bi ser xist, yekîtiya ku pêş bikeve dê hemû Kurdan bi ser bixe. Eger Kurd nebin yek dê 100 salên din jî winda bikin. Lê Kurd êdî vê yekê heq nakin."  

 
Li Sûriyeya Bakurû Rojhilat, bi hewldana PartiyaYekîtiya Demokratîk (PYD), 25 partî û rêxistin li hev kom bûn. Partiyên Yekîtiya Neteweya Kurd (PYNK) û Konseya Neteweya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) piştî hevdîtinan di 17'ê Hezîranê de li ser mijara Yekîtiya Neteweya Kurd daxuyaniyek hevpar dan. Diyar kirin ku li ser yekîtiya Kurdan gihiştine xala hevpar. Dîsa bi tevlêbûna Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlum Ebdî û Şewirmendê Koalîsyona Navneteweyî yê DYA'yê William Robak  jî tev li hevdîtinan bû. 
 
Li gorî Peymana Duhokê ya sala 2014'an li hev kirin. Li gorî vê peymanê dê yekîtiya rêveberiyê û ewlehiyê esas bê girtin. Vê mutabaxatê di navbera hêzên Kurd en herêmê de deriyekî nû vekir. Dêkidarî geşedanan Rojnamegerê li herêmê Delîl Zilan nirxandin kir. 
 
'PÊDIVIYA KURDAN BI YEKÎTIYÊ HEYE' 
 
Zîlan, anî ziman ku pirsgirêka herî mezin a di navbera Kurdan de nebûna Yekitiyê ye û wiha got: "Ji ber Kurd nebûne yek warê wan hatiye dagirkirin. Talan û wêran dibe. Bê nasname û bê vîn tên hiştin. Ji ber vê 28  serhildan çêbûn. Serhildana dawî derket asta neteweyî û navneteweyî. Di dîroka nêzîk de PKK’ê di sala 1984’an de bi KDP'ê re hin xebatên dîplomatîk kirin. Xebata yekîtiyê heta îro didome. Berî her tiştî pêdiviya Kurdan bi yekîtiyê heye. Eger Kurd di Rojhilata Navîn de yekîtiya xwe ava nekin, nikarin qala Kurdistanê bikin. Divê berî her tiştî hêza ku karibe parastina Kurdistanê bike bên cem hev û bibin yek. Belavbûn û perçebûna Kurdan li gorî berjewendiyên hêzên serdest û navneteweyî ye. Hêzên navnedeweyî naxwazin Kurd bibin yek. Ji bo Kurd rêya vê yekê bigirin divê berî her tiştî di nava xwe de yekîtiyê ava bikin. " 
 
MUTABAKATA 2014'AN A DUHOKÊ Û NIHA
 
Zîlan, anî ziman ku Kurd di sala 2014'an de li Duhokê hatin cem hev û wiha got: "Wê demê yekîtiyek pêş ket. Di wê peymanê de 3 xal derketin pêş. Xalek ku derket pêş ‘Ewlehî û rêveberiya hevpar" bû. Ger ku xurt li ser van xalan li hev kom bibin dê pirsgirêkên di nava xwe de çareser bikin. Ger ku Yekîtiya Neteweyî bê avakirin, dê gel bêtir hurmetê nîşanî partî û pêşengan bidin. Serkeftina Kurdan a li Kobanê ya li dijî DAê Kurd li hemû cîhanê dan naskirin. Bandora vê yekê hêj didome. Di serdema şer de yekîtî zêde pêş neket. Lê di demên dawî de hewldanên yekîtiyê dîsa zêde dibe. Dê xwestin ku pêvajoyek ku DYA jî di navde pêş bikeve. Bê guman niha her gava ji bo Kurdan tê avêtin serkeftinek e. Lê meseleyên esasi hêj li cihê xwe ne. Bê guman ev hewldana niha ji bo Kurdan serkeftinek e." 
 
'DIVÊ ENKS TÊKILIYA XWE Û TIRKIYE QUT BIKE'
 
Zîlan, destnîşan kir ku yek ji şertên pêşketina yekitiya neteweya Kurd; divê ENKS bi salan e li Rojava bi Tirkiye re di nava tevgerê de ye, têkiliya xwe û Tirkiye qut bike û wiha bi dawî kir: "Yek ji talûkeya herî mezin a li pêş Yekîtiya Neteweyî Tirkiye ye. Ji bo yekîtiya neteweyî hêzên Rojava bedelên giran da. Bi Şoreşa Rojava re pergala Neteweya Demokratîk ava kirin. Niha dixwazin vê netewaya demokratîk bi yekîtiya neteweyi tacidar bikin. Lê niha li hemberî vê yekê hêzek wekî ENKS'ê heye. Tirkiye ku her tim bi înkar û îmhayê nêzî Kurdan dibe tu carî naxwaze hêzên kurdan bibin yek û yekîtiyê ava bikin. Ji ber ku Tirkiye hebûna xwe li ser tunebûna Kurdan ava dike. 
 
Di serkeftina Kobanê ya li dijî DAİŞ’ê de yekîtiya hêzên Kurd rolek mezin bû. Kurd li Kobanê bûn yek bi ser ketin. Divê vê her tim bi ruhê şerê li Kobanê tev bigerin û di her alî de li hev xwedi derkevin û hev biparêzin. Ger ku Kurd nebin yek dê dê  100 salên din jî winda bikin. 
 
MA / Nazim Daştan
 
 
 

Sernavên din

22/06/2020
13:55 Destûr nedan çapemenî doza MÎT'ê bişopîne
13:29 Karkerê ji înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
13:23 Yilmazê ku li Qaşqolê bi birîndarî rizgar bûbû tabûrcî bû
12:43 Li Şirnexê hêj cîhaza testa vîrûsê tune
12:41 Hejmara kesên li Êlihê hatin binçavkirin derket 18’an
11:47 Qeyûmê Êlihê nivîsa bi kurdî rakir!
11:42 Ji leşkeran ji bo zozanvanan: Hûn xweşa me naçin ji wir derkevin
11:12 Meşa serokên baroyan hat astengkirin
10:57 Li Bûrsayê ji ber lehiya rabû 5 kes mirin
10:37 Rojnameger Zîlan: Kurd dê bi yekîtiyê bi ser bikevin
10:03 Çemê Dîcleyê tê herimandin
09:08 Serokê Baroya Êlihê Çakan: Divê pêşniyarqanûn bê vekişandin
09:06 Hilbijêrên CHP’ê diçin HDP’ê, hilbijêrên AKP’ê jî diçin partiyên nû
09:06 Serokên jin ên baroyên: Em ji bo serweriya hiqûqê dimeşin
09:05 Parêzerên di rojiya mirinê de: Divê em bi hevre ji bo edaletê têsikoşin
09:04 Qereçiyê Tirkiyeyî: Divê em hevdu hembiz bikin
09:00 ROJEVA 22'Ê HEZÎRANÊ
08:37 Girtî ji ber tunebûna avê nikarin paqijiyê bikin
08:02 Hevşaredara Awîskê Hatîce Taş hat binçavkirin
07:45 Redkarê wîcdanî Savda binçav kirin
21/06/2020
20:45 23 kesên din ji Kovîd-19'an jiyana xwe ji dest dan
20:16 Yekitiya Ereban ji bo Lîbyayê li hev kom dibe
18:48 Gulebarana leşkeran li Gabarê şewat derxist
16:53 Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî: Li dijî êrîşan bibin yek
16:16 Gelê Derikê li dijî êrîşên TSK'ê meşiyan
16:01 Gunay: Yekîtiya Kurd bi qasî jiyanê girîng e
13:30 'Îzaha ne dîtina Gulîstan Dokû çiye?’
13:27 Zaroka berasteng îstismar kir
13:26 Parlamentera Iraqê: Balafirên Tirkiye 158 km sînorê Iraqe îhal kirine
13:25 Hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê nêzî 9 milyonan bû
13:00 TSK gundên Biradostê topbaran dike
12:35 Jinên TJA û HDP'î li dijî kuştina jinan nepox firandin
12:25 Meşvan axivîn: Yê AKP’'ê çek, ya HDP’ê gel heye
11:53 Wezîr Koca yekemîn daxuyaniya Walîtiya Amedê derewand
10:41 Serokên Baroyan: Em li dijî tarîtiyê dimeşin
09:40 YOK’ê lîsans nedayê, lê Qeyûmê Mêrdîn karê hiqûqê dayê
09:03 Ekolojiya Derya Reş talan dikin
09:02 Mêşvanên Dersimî îsal bi fikar in
09:02 Ji ber bacên gumrukê esnaf nikarin dikanên xwe vekin
09:01 Rêxistinên jinan: Kampanyaya HDP'ê daxwaza me ya hevpar e
09:01 139 roj in ji bo mafê xwe têdikoşin
09:01 Tevî ku nexweşîyên giran dîsa girtin
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2020'AN
20/06/2020
20:50 Hejmara kesên iyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 927
18:49 HDP'î li Enqereyê ne: Biryar, vîn û hêviya gelê me mezintir bû
17:15 Meşa parêzeran a 'Meşa Parastinê' didome
16:57 Hêzên PDK’ê êrîşî xwepêşandana Şeladizê kir
16:48 ‘Meşa Demokrasiyê’ gihîşt Enqereyê
16:31 Gelê Şeladizê bi dirûşma ‘Bijî berxwedan bimre Erdogan’ dimeşin
16:10 Di pêvajoya şewbê de ji sedî 45 jin bê kar man
15:59 ÎHD: 79.5 milyon mirov koç kirin
14:56 Jiyana girtiyên nexweş Firat û Çelîk dibin talûkê deye
14:06 Hevjînê Nûrtaç Canan ê xwest wê bi kuje derxistin edliyê
13:55 ‘Hestiyên me bidin me, bila gorek me hebe'
13:37 Li Girtîgeha Curnê Reş avê nadin girtiyan
13:36 Dê ji bo jinên hatine desteserkirin têkoşîna xwe bidomînin
13:34 Temaşevan dikarin li ser DVB-S jî li Stêrk TV temaşe bikin
13:02 Înîsiyatîfa Girtiyên Nexweş xwest Aygun were berdan
12:54 Aqûbeta Er ê berî 25 salan hat windakirin pirsîn
12:13 Agahiya bersûcê sereke yê Dokû Abarakov ji biryara dozger hebû
11:48 Serokê Pira Gelan: Dermanê cudakariyê demokrasî ye
11:40 Li Kanîreşê krîza konan: Serokê şaredariyê û qeymeqam li dijî hev rabûn
11:00 DBP: Meşa demokrasiyê tirsek mezin xistiye dilê îqtîdarê
10:50 Jetên TSK'ê Biradost, Zaxo û Amêdiyê bombe kir
10:50 Divê ji bo penaberan çareseriyên daîmî bên pêşxistin
10:35 RTUK'ê 80 roj şûnde bersîv da HDP’ê
10:35 Salaz: Êrişên li ser başûr tên kirin dagirkirina Herêma Kurdistanê ye
10:10 Aydenîz: Meşa me gehişt armanca xwe
10:09 TSK eskeran sewqî herêma Biradostê dike
09:56 HDP: Gelê Mîdyadê dê bersîvê bide îstîfayan
09:23 Ji ber zahmetiyên kar anî ziman 3 meh in betal in
09:16 HDP dê qedexeyên li ser ‘Meşa Demokrasiyê’ veguhezîne darazê
09:11 ‘Ji bo Merveyên din nemirin wê têkoşîna me dewam bike'
09:10 200 avahî li Cizîrê di qerantînayê de ne
09:09 ‘Divê avahiyên qewîn bên avakirin'
09:09 Bang li Hikûmeta Başûr kir: Şerm e ku dewleta êrîşkar erdnîgariya me bombe bike
09:08 Hevjînê Oyûnlûyê: Dadger, piştî ku bi îstîxbaratê re axivî biryar da
09:07 Firoşkarên dezgên wan hatin rakirin li benda çareyekê ne
09:06 Li Êlihê hejmara kesên bi vîrûsê ketin hezar û 700 derbas kir
09:06 Piştî krediya avahiyan fiyetê xaniyan pir biha bûye
09:05 Ji bo çandiniyê li benda alîkariyê ne
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2020'AN
19/06/2020
20:03 Daneyên dawî yên Covîd-19'ê: Hezar û 214 pêketî, 23 mirî
15:33 Komîsyona Venedîkê: Tayînkirina qeyûman li dijî prensîpên demokrasiyê ye
15:31 Jêtên TSK'ê Sîda bombe kir: 5 welatî kuştin
15:17 TJA'yê bal kişand ser rewşa jinên penaber
15:05 Esker û polîsan li Kanîreşê bi ser malan de girt: 10 kes binçav kirin
14:57 Meclîsa Erebên Şengalê: Li dijî êrîşan yekîtiyê xurt bikin
14:33 Yilmaz ê li Qaşqolê bi birîndarî xelas bû: Li ber çavên min Erhan kuştin
14:26 ‘Xwestek û tişta lê digeriyan pere û rant bû’
14:20 Xwişka Akman: Kekê min ne Kurd bûya dê bikirana leheng
13:53 Rêxistina HDP’a Enqereyê dê sibê meşvanan pêşwazî bike
13:50 Buldan: Li pey meşê aştî û demokrasî heye
13:46 Meşa HDP’ê li Rihayê hat pêşwazîkirin
13:42 Ji malbatekê 3 kes binçav kirin
13:19 Dawî li karê 130 karkeran anîn
12:53 'Parastin dimeşe'
12:28 Şêniyên Stenbolê: Meşa demokrasiyê me kelecanî kir
12:18 Ji bo jinên siyasetmedar nepoxên xemrî firandin
12:00 Îro jin pêşengiya meşê dikin