Rojnameger Zîlan: Kurd dê bi yekîtiyê bi ser bikevin 2020-06-22 10:37:59 KOBANÊ - Rojnameger Delîl Zîlan, der barê hevdîtinên Yekîtiya Neteweyî ya Kurdan a di navbera Hêzên Sûriyeya Bakur û Rojhilat de pêş dikevin mînaka Kobanê da û wiha got: "Çawa yekîtiya Kurdan Kobanê bi ser xist, yekîtiya ku pêş bikeve dê hemû Kurdan bi ser bixe. Eger Kurd nebin yek dê 100 salên din jî winda bikin. Lê Kurd êdî vê yekê heq nakin."     Li Sûriyeya Bakurû Rojhilat, bi hewldana PartiyaYekîtiya Demokratîk (PYD), 25 partî û rêxistin li hev kom bûn. Partiyên Yekîtiya Neteweya Kurd (PYNK) û Konseya Neteweya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) piştî hevdîtinan di 17'ê Hezîranê de li ser mijara Yekîtiya Neteweya Kurd daxuyaniyek hevpar dan. Diyar kirin ku li ser yekîtiya Kurdan gihiştine xala hevpar. Dîsa bi tevlêbûna Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlum Ebdî û Şewirmendê Koalîsyona Navneteweyî yê DYA'yê William Robak  jî tev li hevdîtinan bû.    Li gorî Peymana Duhokê ya sala 2014'an li hev kirin. Li gorî vê peymanê dê yekîtiya rêveberiyê û ewlehiyê esas bê girtin. Vê mutabaxatê di navbera hêzên Kurd en herêmê de deriyekî nû vekir. Dêkidarî geşedanan Rojnamegerê li herêmê Delîl Zilan nirxandin kir.    'PÊDIVIYA KURDAN BI YEKÎTIYÊ HEYE'    Zîlan, anî ziman ku pirsgirêka herî mezin a di navbera Kurdan de nebûna Yekitiyê ye û wiha got: "Ji ber Kurd nebûne yek warê wan hatiye dagirkirin. Talan û wêran dibe. Bê nasname û bê vîn tên hiştin. Ji ber vê 28  serhildan çêbûn. Serhildana dawî derket asta neteweyî û navneteweyî. Di dîroka nêzîk de PKK’ê di sala 1984’an de bi KDP'ê re hin xebatên dîplomatîk kirin. Xebata yekîtiyê heta îro didome. Berî her tiştî pêdiviya Kurdan bi yekîtiyê heye. Eger Kurd di Rojhilata Navîn de yekîtiya xwe ava nekin, nikarin qala Kurdistanê bikin. Divê berî her tiştî hêza ku karibe parastina Kurdistanê bike bên cem hev û bibin yek. Belavbûn û perçebûna Kurdan li gorî berjewendiyên hêzên serdest û navneteweyî ye. Hêzên navnedeweyî naxwazin Kurd bibin yek. Ji bo Kurd rêya vê yekê bigirin divê berî her tiştî di nava xwe de yekîtiyê ava bikin. "    MUTABAKATA 2014'AN A DUHOKÊ Û NIHA   Zîlan, anî ziman ku Kurd di sala 2014'an de li Duhokê hatin cem hev û wiha got: "Wê demê yekîtiyek pêş ket. Di wê peymanê de 3 xal derketin pêş. Xalek ku derket pêş ‘Ewlehî û rêveberiya hevpar" bû. Ger ku xurt li ser van xalan li hev kom bibin dê pirsgirêkên di nava xwe de çareser bikin. Ger ku Yekîtiya Neteweyî bê avakirin, dê gel bêtir hurmetê nîşanî partî û pêşengan bidin. Serkeftina Kurdan a li Kobanê ya li dijî DAê Kurd li hemû cîhanê dan naskirin. Bandora vê yekê hêj didome. Di serdema şer de yekîtî zêde pêş neket. Lê di demên dawî de hewldanên yekîtiyê dîsa zêde dibe. Dê xwestin ku pêvajoyek ku DYA jî di navde pêş bikeve. Bê guman niha her gava ji bo Kurdan tê avêtin serkeftinek e. Lê meseleyên esasi hêj li cihê xwe ne. Bê guman ev hewldana niha ji bo Kurdan serkeftinek e."    'DIVÊ ENKS TÊKILIYA XWE Û TIRKIYE QUT BIKE'   Zîlan, destnîşan kir ku yek ji şertên pêşketina yekitiya neteweya Kurd; divê ENKS bi salan e li Rojava bi Tirkiye re di nava tevgerê de ye, têkiliya xwe û Tirkiye qut bike û wiha bi dawî kir: "Yek ji talûkeya herî mezin a li pêş Yekîtiya Neteweyî Tirkiye ye. Ji bo yekîtiya neteweyî hêzên Rojava bedelên giran da. Bi Şoreşa Rojava re pergala Neteweya Demokratîk ava kirin. Niha dixwazin vê netewaya demokratîk bi yekîtiya neteweyi tacidar bikin. Lê niha li hemberî vê yekê hêzek wekî ENKS'ê heye. Tirkiye ku her tim bi înkar û îmhayê nêzî Kurdan dibe tu carî naxwaze hêzên kurdan bibin yek û yekîtiyê ava bikin. Ji ber ku Tirkiye hebûna xwe li ser tunebûna Kurdan ava dike.    Di serkeftina Kobanê ya li dijî DAİŞ’ê de yekîtiya hêzên Kurd rolek mezin bû. Kurd li Kobanê bûn yek bi ser ketin. Divê vê her tim bi ruhê şerê li Kobanê tev bigerin û di her alî de li hev xwedi derkevin û hev biparêzin. Ger ku Kurd nebin yek dê dê  100 salên din jî winda bikin.    MA / Nazim Daştan