Parêzerên malbata Şenyaşar banga 'Li dozê xwedî derkevin' kir

  • rojane
  • 10:06 14 Hezîran 2020
  • |
img

RIHA - 2 sal berê beriya hilbijartina 24'ê Hezîrana 2018'an xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halil Yildiz ji malbata Şenyaşar bav û 2 kur kuştin. Lê hêj doz bi encam nebûye. Parêzerê malbatê Gokhan Dayik, diyar kir ku parêzer û malbat di bin zextan de dijîn û wiha got: 'Ev êrîş bi hêza cemawriyê pêk hat. Niha darizandin jî bi hêza cemaweriyê pêk tê. Divê her kes li malbat û dozê xwedî derkevin. 

 
2 sal berê parlamenter û namzetê AKP'ê yê Rihayê Îbrahim Halîl Yildiz û parazvanên xwe di 14'ê Heziranê de bi çekan bi ser dikana esnaf Hecî Esvet Şenyaşar û zarokên wî de girtin. Zilamên Wekilê AKP'ê  Yildiz, Adîl Şenyaşar, Celal Şenyaşar û bavê wan Esvet Şenyaşar bi lîncê û guleyan kuştin. Di ser kuştina bav û 2 kur ên malbata Şenyaşar re 2 sal barîn, lê doz hêj bi encam nebûye. Celal û Adîl Şenyaşar ên di 14'ê Hezîranê de ji aliyê zilamên wekile AKP'ê ve hatin kuştin, beriya jiyana xwe ji dest bidin, bi bîrîndari birin Nexweşxaneya Dewletê ya Dîlokê ya 25 Aralikê. Piştî jiyana xwe ji dest dan cenazeyên wan saet di 21.00'an de birin Saziya Tipa Edlî ya Dîlokê. Saziya Tipa Edlî, bêyî ku agahiye bide malbatê û parêzeran cenaze otopsî kirin û rapor amade kirin. Di muayineya xarîcî ya beriya otopsiya sîstematîk de hat diyar kirin ku 6 gule ji aliyên cuda de li bedena Celal Şenyaşar ketine. Guleya ewil ku li bedena Celal ketiye ji nêzîk ve hatiye berdan û bi armanca kuştinê berdanê. Guleyên din ên li bedena Celal ketine ne di asta bikuje de ne. Di şopê hemû guleyên din de hat diyar kirin ku ji nêzîk ve hatine berdan. Yekîneyên otopsiyê di rapora muayineya xarîcî ya birayê Celal Şenyaşar  Adil Şenyaşar de diyar kirin ku li 14 cihên cuda yên bedena Adîl de bi amûrên birînê birîn bûye. Li 14 cihan birinên kûr vebûye. Di rapora yekîneyê de hat diyar kirin ku Adîl Şenyaşar rastî lîncek mezin hatiye. 
 
Di rapora otopsiyê de hat zanîn ku 17 gule li bedena Şenyaşar ketiye û gule ji çekên çapên cuda li bedena wî hatiye barandin. Bav Haci Esvet Şenyaşar ê ku piştî kurê wî birîndar bûn û çû Nexweşxaneya Dewletêya Suruçê ji aliyê xizmên wekîlê AKP'ê ve rastî lîncê hat û hat kuştin. 
 
Di bûyerê de kurê malbatê Fadil Şenyaşar jî birîndar bûbû û piştî tedawiyê ew girtin û şandibûn Girtîgeha Xarpêtê. Fadil Şenyaşar hêj girtî ye. Parêzerê Fadil Şenyaşar Gokhan Dayik, diyar kir ku muwekilê wî 2 salin nikare parastinê bike û wiha got: "Ev doz ji sûcê cînayetê ya di navbera 2 malbatan derketiye. Ev êrîşa ku bi hêza cemaweriyê pêk hat, îro bi hêza daraza cemaweriyê jî tê darizandin. Prz. Gokhan Dayik, anî ziman ku bûyer di nava 2 malbatan de pêk hat û wiha got: "Lê piştî bûyerê Serokomar Tayyip Erdogan muwekîlê min tawanbar kir. Piştî daxuyaniya Erdogan êdî darizandin bi yek alî pêş ket. Me xwest darisandin bê alî û serbixwe be. Di destpêka lêpirsînê heta niha kesên lêpirsînê dimeşînin di bin mudaxaleyan de pêş dikeve. Dixwazin muwekilên min wekî teror nîşan didin. Ji rastiyê dûr dixwin. Ev doza ku di navbera 2 malbatan de pêk hatiye, niha parêzerên li doza 'terorê' dinerîn dişopînin. Li ser muwekilên min lêkolîn kirin ku tu têkiliya wan bi ‘terorê' re an jî HDP'ê re heye ya na lêkolîn kirin. Li şûna bersûc û sûcdaran darizînin û ceza bikin mijarê diguherînin." 
 
ÎDEANAME YEK ALÎ YE
 
Dayik, anî ziman ku îdeanameya ku hatiye amadekirin yek alî ye û iha got: "Li Rihayê 2 milyon mirov û hemû xebatkarên li Edlilê kar dikin tev dizanin ku bûyer çawa pêş ketiye. Her kes dizane ku muwekilên me li cihên karê xwe û li nexweşxaneyê rastî êrîşan hatin û hatin kuştin. Kesên êrîş kirin hatin parastin. Wekî ku muwekilê min êrîşî aliyê din kiribin hat nîşandan. Di girteka roja bûyerê de jî diyar dike ku êrîşê li nexweşxaneyê jî berdewam kiriye. Divê daraz yekpare be. Çawa parastin yekpare ye, divê darizandin jî yek parê be. Parêzvanên wekil li ber çavan li nexweşxaneyê serê muwekilên min dieciqînin û wan dikujin. Dozgerên ku dozê dişopînin bê navber hatin guhertin. Doz ji aliyê dogerên terorê ve hatin şopandin. Ev nîşan dide ku çawa nêzî dosyayê dibin." 
 
 
Dayik, anî ziman ku ev êdî ji dosya cînayet derketiye û bûye dosyek din û wiha bi dawî kir: "Serokomarê 82 milyon mirov, muwekilê me tawanbar kir. Xist bin gumanan. Di rewşek wisa de tu daraz nikarin bê alî dosyayê bişopînin. Daraz xwe di bin kontrolê de hîs dike. Muvekkilê min Fadıl Şenyaşar, 2 salin di yek hucreyê de tê girtin. Hêj nikare xwe biparêze. Muvekilê me, diyar dike ku her dim di bin zext û tundiyê de ye. Me parêzeran ji pir zor û zahmetî dît. Parêzerek dosyayê li ser hin îdeayan hat girtin. Ji bo ku em dosyayê baş bişopînin gelek astengiyan derdixin. Hem li ser malbatê û hem jî li ser parêzerên malbatê zextên pir dijwar hene. Dosya darizandinê birin Dadgeha Meletiyê. Muwekilê me li Girtîgeha Xarpêtê girtî ye. Em li Rihayê ne. Ji bo em nikaribin dosya û dozê bişopînin her tişt wisa belav kirine. Ev êdî ji dosya cînayetê derketiye. Dive her kes li vê dozê xwedî derkevin." 
 
 
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu di 16'ê Hezîrana 2018’an de ji bo biraye Wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl, Mehmet Şah Yildiz gotibû: "Êv ne şehîdê me yê yekem e. Her ku PKK li Bakur û Rojhilat hêzê winda dike, serî li rêbazên tundiyê didin." û malbat û HDP tawanbar kiribû. 
 
 
 
 

Sernavên din

14/06/2020
20:39 Herêma Egeyê dest bi 'meşa demokrasiyê' kir
20:04 Li 11 gundên Dihê qedexeya derketina derve hat rakirin Qedexeya
20:00 Pervîn Bûldan destek da Başak Demîrtaş
19:11 Polîsan 13 karker binçav kirin
18:56 Li Çewligê erdhej: Qûleya nobetê hilweşiya û birîndar hene
17:55 Ji bo vemirandina şewata li Omeriyan banga lezgîn hat kirin
17:39 Li Kanîreşê erdheja hêza wê 5.9 pile çêbû
16:59 HDP'yî li Wanê bi horonê hatin pêşwazîkirin
16:38 Kesê êrîşa zayendperest kir hat binçavkirin
16:33 ‘Em ê ji bo jiyanek azad têbikoşin'
16:04 Meşvan wê li Amedê bi awayekê bi hêz bên pêşwazîkirin
15:53 Gundê Tewlê 3 rojin di qerantînayê de ye
Welatî nikarin pêdiviyên xwe temîn bikin
15:40 Rêxistinên civakî: Rojên zor bi piştevaniya civakî derbas dibin
15:23 Şandeya Rûsyayê serdana xwe ya Tirkiyeyê betal kir
15:15 Li Rihayê banga 'meşa demokrasiyê' hat kirin
14:57 Şenyaşar: Berê pirtûk didan, êdî pirtûkan jî nadin
14:44 ‘Em ê ji bo daxwaza bi mîlyonan bimeşin’
14:42 Komek çekdar êrîşî Kakeyiyan kirin û 7 welatî kuştin
14:08 Polîsan bi TOMA'yan avahiya HDP'ê ya Stenblê dorpêç kirin
13:54 Li Tûrgûtlûyê 15 xebatarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
13:42 TJA: Ji zimanê kîn û nefretê re êdî bese
13:33 Demîrtaş bi wêneyê dimeşe banga 'meşa demokrasiyê' kir
12:49 Ciwanê ku eskeran gule berdayê mir
12:48 Onlu: Meşa me dest pê kiriye
12:05 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Başak Demîrtaş ne bi tenê ye
11:57 Gergerlîoglû giliyê dozger ji HSK'ê re kir
11:57 Platforma Tenduristiyê ya Mêrdînê: Armanca asayîbûnê vekirina demsala turîzmê ye
11:11 Ji TEV-DEM'ê hişyariya 'Qanûna Qeyserê'
10:55 Jinek li Bûrsayê hat qetilkirin
10:37 'Wan bi qedexeyan bû welatê OHAL'ê'
10:34 Li Omeryan şewatek din rû da: Bi zanebûn di şewitîn in
10:06 Parêzerên malbata Şenyaşar banga 'Li dozê xwedî derkevin' kir
09:13 Hiqûqzan û siyasetmedaran bertek nîşanî astengkirina meşa HDP'ê dan
09:06 'Piştgiriya ji bo meşa demokrasiyê zêde dibe'
09:03 TUAY-DER: Tiştekê hevalên me sûcdar bikin tuneye
09:02 Ji bo têkoşîneke hevpar bang li jinan kirin
09:02 Qeyûm alîkariya ji bo Amedsporê hatibû kirin xwest!
09:02 Ji ber tedawiya girtiyê nexweş bi derengî hatiye xistin tiliya wî hatiye jêkirin!
09:01 Piştî têkoşîneke 22 mehan bi ser ket
09:01 Ji bo karkeran dojeh, ji bo kardêran bihuşt e!
09:00 Ji ber betaliyê li kuçeyan maye
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:54 Ketin û derketina Şirnexê jî qedexe kirin!
08:39 Li Edeneyê 10 kes hatin binçavkirin
13/06/2020
20:43 Di 24 saetên dawî de hezar û 459 kesên din jî bi şewbê ketine
17:08 Ji bo HDP’ê bang li Hikûmeta Îngilistanê kir
16:51 Li Wanê bertek nîşanî mirinên jinan ên bi guman dan
16:19 Li Mersînê hejmara binçavkirinan derket 11’an
16:19 Li qiraxa Çemê Firatê qêrîya: Her der ji bo jinê qada berxwedanê ye
15:57 Aqûbeta girtiyê siyasî Kemal Hesen ne diyare
15:50 Ji bo girtiya nexweş a tedawiya wê hatiye sekinandin bang kirin
15:49 Şewata li Omeryan ji nû de dest pê kir
15:49 Rewşenbir û ronakbirên navneteweyî zextên li ser HDP’ê şermezar kirin
15:35 Walîtiya Tekîrdagê jî ‘qedexe’ kir
15:22 Turmen: Dewlet nikare mudaxaleyî ‘mafê rapêşî û civînê’ bike
15:14 HDP’ê serdana ‘têkoşîna demokratîk’ li Malêngel kir
15:04 Aqûbeta Bulmuş û 6 gundiyan pirsîn
14:23 Walitiya Wanê ji bo ku HDP’î nemeşin ketin û derketin bajêr qedexe kir
14:19 Aqûbeta Guneyê ku di 12’ê Îlonê de bi qanûneke taybet hat darvekirin pirsîn
13:48 CÎSST'ê rapor aşkere kir: Nexweşan naşînin nexweşxaneyê
13:29 Di laboratûvara zanîngehê de teqîn çêbû
13:14 Ji bo siyasetmedar Aksoy banga berdanê kirin
12:30 Demîrtaş: Ji bo Tirkiye ya herî xêr bi HDP'ê re diyalogê pêş bixin
12:06 Rewşa malbata Tavas bir Meclîsê
12:05 BTS duh hişyar kir trênê îro qeza kir
10:52 Wezaretê xwest xizmetkaren tenduristiyê heta 14'ê mehê wargehan vala bikin
10:38 Leşkerî çopa xwe davêje Çemê Hêzil
10:23 Ji Muglayê banga tevlêbûna meşê kirin
09:57 Keç û bav 26 sal şûnde di gorê de gihiştin hev
09:38 Emîne Şenyaşar: Çavên min ji girînê kor bûn
09:08 Yukkol ê ji sedî 73 berasteng dibin çavan de bi tenê tê girtin
09:07 Parêzer Işik: Îqtidar îtaeteke mutleq dixwaze
09:06 MEBYA-DER: 22 malbatan gilî kirin
09:06 Ji bo qaleqolê cardin dar qirkirine!
09:00 ROJEVA 13Ê HEZÎRANA 2020'AN
12/06/2020
20:46 Serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê dest pê kirin
19:58 34 penaber li Deryaya Spî xeniqîn
15:06 Meclîsa Jinan a HDP'ê Malên Gel ziyaret kir
15:04 Li Agiriyê di 35 rojan de 6 jin bi guman mirin
14:51 Şaredarê Cizîrê yê berê Sabri Vesek bi vîrusa Covît-19 mir
14:45 Li Mahsertê 200 dolim zevî şewitî
14:40 Li Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiya amadekariya 'operasyonê'
14:34 150 dolim zeviya genim li Derikê şewitî
14:20 Bêyî kujerên zarokên xwe bibîne koça dawî kir
13:58 Li Licê êrîşên li ser goran dewam dikin
13:42 Çalakiya BTS’ê rastî astengiya polîsan hat
13:38 TTB hişyar kir: Bi tedbîrên şexsî rê li pêş Covît-19 nayê girtin
12:07 Colemêrg, Wan û Bedlîs ji bo 'Meşa Demokrasiyê' amade ne
11:56 Ciwanê ku polîsan ‘xayîn' îlan kir ji tirsa polîsan nikare ji mal derkeve
11:44 Ji Amedê peyama bi pankart!
11:40 Polîs pozê xebatkarekê tenduristiyê şikand
11:40 Li Ebexê gundek hat karantînekirin
11:30 Armanc gelê Edîrne û Colemêrgê bigînin hev
11:28 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:48 Twîtterê 7 hezar û 340 hesabên têkildarî AKP'ê girtin
10:46 Psîkolog Tatar: Dê întîhar zêde bibin
10:34 Cenazeyê Mûrat Hantaş spartin axê
10:32 'Rojbûna te pîroz be Apê Mûsa'
10:22 Li dayik û bavê xwe yê hatin girtin digerin!
09:57 Wezaretê Raropa ÇED'ê ya jibo RES'ê erênî dît
Komeleya Ekolojiyê: Talankirina xwezayê rewa dikin