Parêzerên malbata Şenyaşar banga 'Li dozê xwedî derkevin' kir 2020-06-14 10:06:04 RIHA - 2 sal berê beriya hilbijartina 24'ê Hezîrana 2018'an xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halil Yildiz ji malbata Şenyaşar bav û 2 kur kuştin. Lê hêj doz bi encam nebûye. Parêzerê malbatê Gokhan Dayik, diyar kir ku parêzer û malbat di bin zextan de dijîn û wiha got: 'Ev êrîş bi hêza cemawriyê pêk hat. Niha darizandin jî bi hêza cemaweriyê pêk tê. Divê her kes li malbat û dozê xwedî derkevin.    2 sal berê parlamenter û namzetê AKP'ê yê Rihayê Îbrahim Halîl Yildiz û parazvanên xwe di 14'ê Heziranê de bi çekan bi ser dikana esnaf Hecî Esvet Şenyaşar û zarokên wî de girtin. Zilamên Wekilê AKP'ê  Yildiz, Adîl Şenyaşar, Celal Şenyaşar û bavê wan Esvet Şenyaşar bi lîncê û guleyan kuştin. Di ser kuştina bav û 2 kur ên malbata Şenyaşar re 2 sal barîn, lê doz hêj bi encam nebûye. Celal û Adîl Şenyaşar ên di 14'ê Hezîranê de ji aliyê zilamên wekile AKP'ê ve hatin kuştin, beriya jiyana xwe ji dest bidin, bi bîrîndari birin Nexweşxaneya Dewletê ya Dîlokê ya 25 Aralikê. Piştî jiyana xwe ji dest dan cenazeyên wan saet di 21.00'an de birin Saziya Tipa Edlî ya Dîlokê. Saziya Tipa Edlî, bêyî ku agahiye bide malbatê û parêzeran cenaze otopsî kirin û rapor amade kirin. Di muayineya xarîcî ya beriya otopsiya sîstematîk de hat diyar kirin ku 6 gule ji aliyên cuda de li bedena Celal Şenyaşar ketine. Guleya ewil ku li bedena Celal ketiye ji nêzîk ve hatiye berdan û bi armanca kuştinê berdanê. Guleyên din ên li bedena Celal ketine ne di asta bikuje de ne. Di şopê hemû guleyên din de hat diyar kirin ku ji nêzîk ve hatine berdan. Yekîneyên otopsiyê di rapora muayineya xarîcî ya birayê Celal Şenyaşar  Adil Şenyaşar de diyar kirin ku li 14 cihên cuda yên bedena Adîl de bi amûrên birînê birîn bûye. Li 14 cihan birinên kûr vebûye. Di rapora yekîneyê de hat diyar kirin ku Adîl Şenyaşar rastî lîncek mezin hatiye.    Di rapora otopsiyê de hat zanîn ku 17 gule li bedena Şenyaşar ketiye û gule ji çekên çapên cuda li bedena wî hatiye barandin. Bav Haci Esvet Şenyaşar ê ku piştî kurê wî birîndar bûn û çû Nexweşxaneya Dewletêya Suruçê ji aliyê xizmên wekîlê AKP'ê ve rastî lîncê hat û hat kuştin.    Di bûyerê de kurê malbatê Fadil Şenyaşar jî birîndar bûbû û piştî tedawiyê ew girtin û şandibûn Girtîgeha Xarpêtê. Fadil Şenyaşar hêj girtî ye. Parêzerê Fadil Şenyaşar Gokhan Dayik, diyar kir ku muwekilê wî 2 salin nikare parastinê bike û wiha got: "Ev doz ji sûcê cînayetê ya di navbera 2 malbatan derketiye. Ev êrîşa ku bi hêza cemaweriyê pêk hat, îro bi hêza daraza cemaweriyê jî tê darizandin. Prz. Gokhan Dayik, anî ziman ku bûyer di nava 2 malbatan de pêk hat û wiha got: "Lê piştî bûyerê Serokomar Tayyip Erdogan muwekîlê min tawanbar kir. Piştî daxuyaniya Erdogan êdî darizandin bi yek alî pêş ket. Me xwest darisandin bê alî û serbixwe be. Di destpêka lêpirsînê heta niha kesên lêpirsînê dimeşînin di bin mudaxaleyan de pêş dikeve. Dixwazin muwekilên min wekî teror nîşan didin. Ji rastiyê dûr dixwin. Ev doza ku di navbera 2 malbatan de pêk hatiye, niha parêzerên li doza 'terorê' dinerîn dişopînin. Li ser muwekilên min lêkolîn kirin ku tu têkiliya wan bi ‘terorê' re an jî HDP'ê re heye ya na lêkolîn kirin. Li şûna bersûc û sûcdaran darizînin û ceza bikin mijarê diguherînin."    ÎDEANAME YEK ALÎ YE   Dayik, anî ziman ku îdeanameya ku hatiye amadekirin yek alî ye û iha got: "Li Rihayê 2 milyon mirov û hemû xebatkarên li Edlilê kar dikin tev dizanin ku bûyer çawa pêş ketiye. Her kes dizane ku muwekilên me li cihên karê xwe û li nexweşxaneyê rastî êrîşan hatin û hatin kuştin. Kesên êrîş kirin hatin parastin. Wekî ku muwekilê min êrîşî aliyê din kiribin hat nîşandan. Di girteka roja bûyerê de jî diyar dike ku êrîşê li nexweşxaneyê jî berdewam kiriye. Divê daraz yekpare be. Çawa parastin yekpare ye, divê darizandin jî yek parê be. Parêzvanên wekil li ber çavan li nexweşxaneyê serê muwekilên min dieciqînin û wan dikujin. Dozgerên ku dozê dişopînin bê navber hatin guhertin. Doz ji aliyê dogerên terorê ve hatin şopandin. Ev nîşan dide ku çawa nêzî dosyayê dibin."      Dayik, anî ziman ku ev êdî ji dosya cînayet derketiye û bûye dosyek din û wiha bi dawî kir: "Serokomarê 82 milyon mirov, muwekilê me tawanbar kir. Xist bin gumanan. Di rewşek wisa de tu daraz nikarin bê alî dosyayê bişopînin. Daraz xwe di bin kontrolê de hîs dike. Muvekkilê min Fadıl Şenyaşar, 2 salin di yek hucreyê de tê girtin. Hêj nikare xwe biparêze. Muvekilê me, diyar dike ku her dim di bin zext û tundiyê de ye. Me parêzeran ji pir zor û zahmetî dît. Parêzerek dosyayê li ser hin îdeayan hat girtin. Ji bo ku em dosyayê baş bişopînin gelek astengiyan derdixin. Hem li ser malbatê û hem jî li ser parêzerên malbatê zextên pir dijwar hene. Dosya darizandinê birin Dadgeha Meletiyê. Muwekilê me li Girtîgeha Xarpêtê girtî ye. Em li Rihayê ne. Ji bo em nikaribin dosya û dozê bişopînin her tişt wisa belav kirine. Ev êdî ji dosya cînayetê derketiye. Dive her kes li vê dozê xwedî derkevin."      Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu di 16'ê Hezîrana 2018’an de ji bo biraye Wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl, Mehmet Şah Yildiz gotibû: "Êv ne şehîdê me yê yekem e. Her ku PKK li Bakur û Rojhilat hêzê winda dike, serî li rêbazên tundiyê didin." û malbat û HDP tawanbar kiribû.