Bertek nîşanî birîna 7 hezar darên fêkiyan dan: Feraseta daran dibire qirêj e
- ekolojî
- 12:16 19/4/2018
Ekolojîstan bertek nîşanî birîna daran a ji aliyê Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Wanê ve ku ji qeyûm kirîbû û bi destê VOTAŞ’ê hatin birîn da û got: “Darên fêkî nedidan, dikaribûn bi dermankirinê xwedî lê derketina. Dibû salek şûn ve fêkî bidana. Li vir jiyana çûk, perperok û kêzikan bi dawî kirin.”