Pezkovî daketin berpalên Çiyayê Sumbul
- ekolojî
- 10:51 25/2/2019
Li Colemêrgê, pezkoviyên di salên darbasbûyî de pir zêde dihat dîtin û ji ber nêçirtiya qaçax ber bi tunebûnê ve ne, daketin berpalên Çiyayê Sumbulê.
Li Colemêrgê, pezkoviyên di salên darbasbûyî de pir zêde dihat dîtin û ji ber nêçirtiya qaçax ber bi tunebûnê ve ne, daketin berpalên Çiyayê Sumbulê.
Leyla Çiyanşen a di nobeta JES’ê ya li Kizilcakoyê de cih digire, bertek nîşanî çêkirina JES’an da û got: “Ji xwe me axekê ku em piyê xwe danin ser jî nehiştin. Divê em hemû çavên xwe vekin û bi aqil tevbigerin. Emê rabin ser piya û heya Enqerê bimeşin. Bi vî awayê emê mafê xwe bi dest bixin.”
Projeya Qenal Enqere ku piştî Melîh Gokçek ji peywirê hat girtin, careke din ket rojevê. Serokê Şaxa Odeya Mîmaran a Enqereyê Tezcan Karakûş Candan, bilêv kir ku ev proje projeyeke mezin a rantê ye û ji bo hilbijartinê careke din ketiye rojevê.
Li Semsûrê, çend dildarên hawirdorê ji bo darên berû yên hatin tunekirin ji nû ve jîndar bikin, tovên berûyan diçînin. Alî Polat got: "Ger li vir darek zirarê bibîne, li Behra Reş daristanek tune dibe. Divê heman hesasiyet ji bo her derî hebe."
Erdogan çend roj berê di daxuyaniyeke xwe de gotibû "Hin kes hewl didin qeraxên behrê, qadên daristanî bikin beton." Ekolojîst Ertûgrûl Barka gotinên Erdogan nirxandin û got: "Kî bû li Kendava Gokavayê qesr çêkir û qada daristanî kir beton?"
Şêniyên Taxa Hacibektaşli ya Salîhliyê, li dijî JES'a ku SANKO Enerjî dixwaze çêbike nobeta xwe didomînin. Endama Komeleya Hawirdorê ya Salihliyê Yuksel Erden got: "Kon hat rakirin, lê belê gundiyan dev ji berxwedanê berneda, berxwedan didome."
Li navçeya Sûrê ku di nav qada sîtê de ye, li ser banê plazayekê vîllayek hatibû çêkirin, lê belê der barê vîlayê de biryara rûxandinê hatibû dayîn. Niha jî li benda encama "aştiya îmarê" ne.
Berdevkê Demî yê ÎKK ya TMMOB'ê ya Îzmirê Melîh Yalçin, der barê projeya Kendava Îzmirê de nirxandin kir û diyar kir ku AKP, bi vê projeyê deriyê herêmê li tantê vedike.
Welatiyên her roj heta dernegê şevê li hemberî JES'a tê xwestin li Kizilcakoyê bê çêkirin nobetê digirin gotin: "Ji bo em li pêşeroja xwe xwedî derkevin em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Heke bivê em ê canê xwe jî bidin, lê em ê axa xwe nedin."
Li Edeneyê ji ber komira ku Walîtiya Edeneyê li welatiyan belav kir, hewa bajar qirêj dike û mirovan jahrînî dike. Endamê Komîsyona Ekolojiyê yê Şaxa ÎHD'ê yê Edeneyê Yaşar Gokoglu, xwest li şûna walî komirê belav dike pêwiste fatûra ceyranê ji sedî 50 daxe.
Li Tirkiye di sala 2018'an de li Dersîm, Amed, Mêrdîn di operasyonên eskerî de daristan hatin şewitandin. Li herêma Marmara, Ege û Derya Spî jî ji aliyê sermayedaran ve daristan hatin şewitandin. Gelek projeyên HES, RES û Santralên Nukleerê ketin meriyetê. Ekolojîst Erol Çirak, diyar kir ku li Tirkiye rêveberiya ku xwezayê pêşkêşî sermayedaran dike welat bi rêve dibe. Çirak, anî ziman ku heta ev feraset hebe dê di sala 2019'an jî talankirina xwezayê bidome.
Husniye Saraigul ku li navçeya mezrika Karataş a gundê Havûzlû ya Pulurê tevî heywanên xwe di axur de dijî, tevî hemû zor û zehmetiyên zivistanê jî naxwaze dev ji jiyana xwezayî berde.
3’yemîn Dadgeha Îdareya Enqereyê hemû projeyên bendav û HES’an ên li Parka Millî ya Munzurê tên plansazkirin betal kir.
Tevgerên Ekolojîk, ji bo bi hêzkirina rêveberiyên herêmî û diyar kirina perspektîfên ekolojî yên serdema nû li Amedê hatin gelhev. Di hevdîtinê de pêşniyar hat kirin ku hevdîtin diyarî Leyla Guven a li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê deye bê kirin.
Navenda Lêkolîn û Pêşxistina Mêşan a Zanîngeha Uludagê, diyar kir ku di salên dawî de li cîhanê û Tirkiye rêjeya mirina mêş û kêzikan zêde bûye. Navenda Lêkolînê da zanîn ku ji ber îlacên zîraî her sal ji sedî 20 mêş dimirin û ev gefan li jiyanê dixwe.