Sala 2018'an bû sala wêrankirina xweza û ekolojiyê
- ekolojî
- 10:17 30/12/2018
Li Tirkiye di sala 2018'an de li Dersîm, Amed, Mêrdîn di operasyonên eskerî de daristan hatin şewitandin. Li herêma Marmara, Ege û Derya Spî jî ji aliyê sermayedaran ve daristan hatin şewitandin. Gelek projeyên HES, RES û Santralên Nukleerê ketin meriyetê. Ekolojîst Erol Çirak, diyar kir ku li Tirkiye rêveberiya ku xwezayê pêşkêşî sermayedaran dike welat bi rêve dibe. Çirak, anî ziman ku heta ev feraset hebe dê di sala 2019'an jî talankirina xwezayê bidome.