Li dijî kana keviran kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
- ekolojî
- 12:05 28/4/2021
Îkîzdereyî yên bi rojan e li dijî kana keviran a tê xwestin were avakirin, nobeta xwe didomînin, ji bo proje bê betalkirin kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin.
Îkîzdereyî yên bi rojan e li dijî kana keviran a tê xwestin were avakirin, nobeta xwe didomînin, ji bo proje bê betalkirin kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin.
Şêniyên herêma Geliyê Îşkencedere ya girêdayî navçeya Îkîzdereyê diyar kirin ku bi çêkirina kana keviran re wê ava gundê wan tune bibe û gotin: “Em daristana xwe ji dewletê diparêzin.”
Guldexwînên sor û zer ên li bajarên herêmê di biharê de şîn û geş dibin, bedewî û xweşikiyek bêhempa pêşkêşî ziyaretvanên xwe dikin.
Serokê ÇEVDER’ê Alî Kalçik diyar kir ku Gola Wanê ku ji esmanî ve bi hişmet xuya dike lê li qeraxê wê bi saziyên dewletê û vîlayên havînê hatiye dagirkirin.
Li taxa Cûdî ya Cizîrê kanalîzasyonên 100 malan tune ye û avêtiyên kanalîzasyonê diherikin Çemê Dîcleyê. Ligel ku welatiyan serî li qeyûm dan jî, xebat nehat dest pê kirin. Ji bo çêkirina kanalîzasyonê welatiyan dest bi kompanyeya îmzeyê kirin.
Endezyarê Hawirdorê Cîhan Ersoy, destnîşan kir ku beriya çêkirina kanên keviran tu xebateke zanistî nayê kirin û kanên nêzî jîngehan tên çêkirin, dibin sedema nexweşînên cidî.
Li navçeya Geverê avêtiyên petrole li qerexê rûbar vala kirin. Ev li navçeyê bû sedema bertekan.
Ekolojîstên li dijî qetilkirina xwezayê ya li Licê derketin, xwestin ku tevahiya Tirkiyeyê bi hev re li dijî qetilkirina xwezayê derkeve û ev tişt gotin: “Bersivandina Pirsgirêka Kurd a bi polîtîkayên şer hem dibe sedema qetilkirina demokrasiyê hem jî dibe qetilkirina daristanan.”
Girava Ax Damar a li Gola Wanê, bi hatina biharê re bi rengê gul û kulîlkên biharê xemilî.
Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê bertek nîşanî birîna daran a dema operasyona eskerî ya çoltara Licê hatibû destpêkirin da û banga rawestandina birîna daran kir.
Parlementera HDP’ê Dersim Dag, bertekên gundiyên Licê yên li dijî birîna darên wan bir rojeve Meclîsê.
HDP'ê di roja sêyemîn a “Hevdîtinên Ekolojiyê” de, li navçeya Mezîtlî bi gel re li hev civiyan. Parlementerê HDP’ê Ridvan Tûran, diyar kir ku armanca wan ewe ku çandinî û xwezayê biparêzin û wiha got: “Em dixwazin ku li ser vê axê li şûna betonê darên porteqal û lîmonan şîn bibin.”
Bi armanca nifşê masiyên Wanê yên di cîhanê de tenê li Gola Wanê dijîn bên parastin nêçîra masiyan heta 15'ê tîrmehê hat qedexekirin.
Gola Wanê ku bi wêneyê xwe yê ji fezayê hatibûn girtin di "Tûrnûvaya Cîhanê" ya NASA'yê de bûbû yekemîn, bi destê şaredariyan tê qirêjkirin. Şaredarî moloz, bermayiyên cihokan û malan bera nav golê didin û golê qirêjî dikin.
Parlementerê HDP’ê Ridvan Tûran ê bi gelê gundê Însû yê li dijî kanên keviran li ber xwe didin hat gel hev û diyar kir ku wê li dijî kaneyên keviran bi gel re heta dawiyê li ber xwe bidin.