Yuce: Tirkiye polîtîkayên durû dimeşîne

img

STENBOL – Endama rêveberiya Komeleya Mafan a Ekolojîk û Sivîl (SEHAK) Nuran Yuce, anî ziman ku Tirkiye di aliyê erdnîgariyê de herî zêde guhertina avhewayê dijî û di peymanên havhewayê de polîtikayên dirû dimeşîne. 

Di 250 salên dawî de cîhan pîlekeyê zêde germ bû. Pirsgirêka germahiya kurevî û guhertinên avhewayê her roj bandora xwe li ser jiyanê didin der. Meha borî li Stenbolê di nava 10 rojan de du bahozên cuda pêk hatin. Li DYA'yê jî di meha tebaxê de li herêmên Harvey, Irma û Jose bahoz û bager pêk hatin. Têkildarî guhertinên avhewaya li Tirkiye û cîhanê Endama rêveberiya Komeleya Mafan a Ekolojîk û Sivîl (SEHAK) Nuran Yuce, nirxandinên girîng kir. Yuce, destnîşan kir ku sedema herî mezin zêdebûna karbonê ye û wiha got: "Ji ber ku zêde fosîl tê şewitandin, rêjeya karbonê jî zêde dibe. Ji ber ku karbon li ezman tê belavkirin, rêje û pîleya germahiyê jî zêde dibe. 
 
HER KU HÊJMARA SERA ZÊDE DIBE GERMA JÎ ZÊDE DIBE
 
Yuce, anî ziman ku ji ber di xweza û atmosferê de gaza serayan zêde dibe avhewa jî tê guhertin û wiha got: "Guhertina avhewa û zêdebûna serayan hevkêşî hevin. Bi taybetî ji ber şewata fasîlan zêde dibe gaza karbondioksit û metanê jî zêde dibe. Ji bo ku li ser ruyê cîhanê zindî jiyana xwe berdewam bikin divê gaza serayê bi fêde ye. Rê li pêş tîrêjên rojê ku di atmosferê de rawestin vedike. Ev jî dibe sedem ku avhewa pêk bê. Ger ku gaza serayan nebe dê germahiya hewa li ser ruyê cîhanê di bin  sifirê de 16 pîle be. Ji ber gaza serayan germa li dora 15 pileyan e. Lê ger ku gaza sera zêde zêde pir bibe jî vê carê germa jî gelek zede dibe. Çiqas gaza sera zêde bibe germahî jî ew qas zêde dibe." 
 
‘TIRKIYE POLÎTÎKAYA DURÛ DIEŞÎNE
 
Yuce, destnîşan kir ku Tirkiye di “Bernameya armanca pêşketina 2023'an de" dê hemû çavkaniyên "Herêmî û neteweyî" xelas bike û wiha lê zêdekir: "Di nava van çavkaniyên neteweyî de di serî de komir heye. Li gel santralên termîk ên komirê dixwazin gelek santralên din ava bikin. Tirkiye di aliyê guhertina avhewayê de welatê herî zêde dikeve bin bandora guhertinê ye. Di peymanen avhewayê de dibêjin “Ez neçarim ji fonên avhewayê sûdê bigirim. Ji bo ez pêş bikevin divê heta dîrokak diyarker ez karbonê belav bikim." Bi vî rengî durûtiya we diyar dike. Armanca pêşketin û hilberîna enerjiyê ne tenê komir e. Divê serî li çavkaniyên din ên xwe nû dike jî bide. Niha serf dike, lê şûna wê tije nake. Di mile guhertina avhewayê de ji fonên fosîlan sûdê digire." 
 
‘HEMÛ RUHBER DI TALÛKEYÊ DENE
 
 Yuce, herî dawî destnîşan kir ku ji ber çavkaniyên xwezayê bi armancê şaş tên xebitandin jiyana hemû ziydiyan dike nava talûkeyê û wiha bi dawi kir: "Em behsa encamên pir neyînî dikin. Niha em encama neyînî ya guhertinên avhewaye dijîn. Niha li hemû deverên cîhanê pêk tên. Her ku diçe lehî zêde dibe. Ba, bahoz û bager zêde dibe. Bilindahiya deryayê radibe. Ji bo rê li pêşiya felasetan bê girtin divê berî her tiştî di hemû cihanê re rêjeya karbonê bi awayekî radîkal bê daxistin"
 
MA / Muhammed Doğru