'Li Heskîfê politîkaya koçberkirina bi zorê dimeşinin'

img

ÊLIH – Bi çêkirina Bendava Ilisûyê re polîtîkaya rûxandinê û koçberiya bi darê zorê hat sepandin. Li gel vê bangewaziyên parêzvanên jiyanê yên ji bo xwedîderketina li Heskîf û Geliyê Dîcleyê jî didomin. 

Li Heskîfê rûxandin didome. Her wiha hat diyarkirin ku dê di meha Cotmehê de jî navenda çarşiyê bi temamî bê valakirin. Li Heskîfê ji aliyê TOKÎ`yê ve çêkirina 710 malan didome û der barê van malan de berê hin dîmen derketibûn holê ku ev mal bi awayekî selepatî tên çêkirin. Lê belê vê carê jî wêneyên van avahiyan derketin holê ku ev mal diweşin. Her wiha li gel van geşedanan ji bo 23`yê Îlonê Roja Heskîfê ya Cîhanê bangewaziyên parêzvanê jiyanê yên ji bo xwedîderketina li Heskîf û Geliyê Dîcleyê jî didomin. 
 
WÊNEYÊN NÛ YÊN MALÊN TOKÎ`YÊ 
 
Li cihê nû yên cihwariyê ji aliyê TOKÎ`yê ve çêkirina 710 avahiyan didome. Berê dîmenên van avahiyan derketibûn holê û diyar bûbû ku ji bo bendavê çêkirina van avahiyan hatibû lezandin û ji ber vê hêla wan a derve hilweşiya bû. Lê belê vê carê jî wêneyên van avahiyan derketin holê û di wêneyan de kifş dibe ku hêla wan a derve ve hilweşiyaye û malzeme kêm hatine bikaranîn.
 
Li gel ev qas pirsgirêkan jî çend roj berê Qeymeqamê Heskîfê Faruk Bulent Bayguven di hevpeyvîneke xwe ku çepemeniyeke nêzî îktîdarê pê re kiribû de vî cihwarê nû wek projeya vîzyonî ya dewletê pênase kiribû û parastibû ku ji ber ku Heskîf qada sîtê ye heskîfî di şert û mercên baş de najîn. Bayguven, di hevpeyvînê de derpêş kiribû ku ev cihwarê nû ji bo heskîfiyan pêşerojeke nû wead dike û dewleta wan bajarekî bedew û modern tesîs dike.  
 
RAYEDAR GUH NADIN QEDEXEYAN 
 
Her wiha li gor hin îdiayan tê gotin ku dê li cihwarê nû ji sedî 40`ê vîlayan dê ji bo rayedaran bê çêkirin. Di sala 2010`an de ji ber ku zinar ketibû têketina Keleha Heskîfê ji turîst û heskîfiyan re hatibû qedexekirin û hatibû derpêşkirin ku “rîska ku zinar bikevin heye”. Lê belê çend roj berê rayedarên fermî tevî parêzkarên xwe li kelehê geriyan. 
 
JIYANA GIYANEWERAN TÊ TUNEKIRIN 
 
Her diçe texrîbata li Çemê Dîcleyê zêde dibe. Berê di dema çêkirina riya ji bo pira harfiyatê de bi hezaran masî hatibûn qetilkirin. Tevî cihê ku pir lê hat çêkirin hin hêlên çem bi qûmê hatine tijekirin û ji ber vê av qirêjî bûye û bêhneke genî jê tê. 
 
RÛXANDINA LI QADA SÎTÊ YA ARKEOLOJÎK DIDOME 
 
Di sala 1978`an de Desteya Bilind a Bîrdariyên Tirkiyeyê Heskîf wek qada sitê ya arkeolojîk hatibû îlankirin û ji sala 1981`ê ve jî di bin parastîna Wezareta Çandê, Gerînendetiya Berhemên Kevn û Muzeyan de ye. Lê belê li gel vê yekê jî li herêma derbxaneyê zinar bi lewye, dînamît û makîneyên karî hatin rûxandin. Piştî vê rûxandinê moloz û darên hatin qetilkirin li holê man. Qad bi têlên rêsayî hatiye girtin û ketina qadê qedexe ye. Li vê qadê ji ber cejnê rûxandin hatibû rawestandin, lê belê Fîrmaya Ba Çiyagerî û Endustriyelê li paş herêma derbxaneyê rûxandinê didomîne. . 
 
MEHA BÊ DÊ ÇARŞÎ BÊ VALAKIRIN 
 
Heskîfî diyar dikin ku malên ku ji aliyê TOKÎ`yê ve li cihwarê nû hatine çêkirin ji bo wan tu pêşerojê wead nakin û heke biçin cihê nû ew deyndar bibin û ji neçarî koçber bibin. Li gor agahiyên ku esnafên Heskîfê dan, rayedarên dewletê ji wan re gotiye divê heta serê Cotmehê çarşiyê vala bikin.
 
DÊ PARÊZVANÊN JIYANÊ DI 23`YÊ ÎLONÊ DE LI HESKÎFÊ BIN  
 
Ji bo rawestandina rûxandinê û li dijî polîtîkaya koçberiya bi darê zorê Hewldana Jîndarkirina Heskîfê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê jî di nav de ji bo xwedîdermetina li Heskîfê û Geliyê Dîcleyê metnekî bangawziyê hat weşandin. Di metnê de hat destnîşankirin ku divê ji rûxandina Heskîfê û binavkirina Geliyê Dîcleyê re bêjin “Na”. Her wiha parêzvanên jiyanê bang kirin ku di 23`yê Îlonê Roja Heskîfê ya Cîhanê de ew ê li Heskîfê bên gel hev. 
 
Her wiha dê di 24`ê Îlonê saet di 17.00`an de li Tiyatro Rituelê belgefîlma “Dîroka Mirina Avê” ku bi mijara xwe li ser Heskîf û Geliyê Dîcleyê ye û ji aliyê Alî Ergul ve hatiye çêkirin bê nîşandan.
 
MA / Sonya Bayık