Projeyên rantê yên li Îzmîrê yek bi yek tespît bûn

img
ÎZMÎR – Di "Rapora Projeyên Rantê ya Tê Plankirin a Herêma Egeyê û Îzmîrê" de, tê gotin ku li Îzmîrê û li der û dora wê, di projeyên rantê de guhertin hatine kirin û di hin qanûnan de guhertin hatine kirin û bi vê yekê mafê îmarê hatiye naskirin.
 
"Rapora Projeyên Rantê ya Tê Plankirin a Herêma Egeyê û Îzmîrê" ku Lijneya Koordînasyona Bajêr (ÎKK) a Yekitiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB), Platforma Der û dorê ya Egeyê û Komeleya Xwezayê (EGEÇEP) amade kiriye, bi raya giştî re hat parvekirin. Di raporê de li Îzmîr û der û dora wê çi tê plankirin û polîtîkayên rantê çawa xistine dewrê radixe ber çavan. Dê pêşerojê de tabloyeke çawa derxe holê, yek bi yek sosretiyên mezin di raporê de cih digirin.
 
PLAN 3 CARAN HAT GUHERTIN Û HAT ERÊKIRIN
 
Di raporê de tê gotin ku "Bê hiqûqiya bi planê re û ranta-1/100000 ya Plana Sererastkirina Der û Dora Manîsa-Îzmîrê" de, "Pîvana 1/100.000 a Plana Sererastkirina Der û Dorê ya Manîsa-Îzmîrê, di nava sal û nîvekê de 3 caran ji hêla Wezareta bajarvaniyê ve hat guhertin." Di dewama raporê de tê gotin ku bi hin mudaxeleyan ji hin kesan û ji hin saziyan re rant hatiye pêşkêşkirin û bi vê yekê hin sazî û kesayetan rantek mezin bi dest xistiye.
 
'DÊ PIRSGIRÊKÊN MEZIN BI XWE RE BÎNE'
 
Di sernavê "Tê armanckirin herêmên ku wekî qadên SÎT hatine diyarkirin, statuyên wan bên guhertin û van herêmên SÎT'ê ji avahîsaziyê re vedikin" de jî ev tişt tê gotin: "Ev herêmên ku divê bên parastin û di vê çarçoveyê de tespît-tescîlê wê hatine kirin, piştî ku cudahiya wan bê guhertin dê pirsgirêkên ku telafiya wê ne pêkan e bi xwe re bîne, ev jî li dijî hiqûqê ye." Di raporê de rewşa zindîwarên li herêmê jî hatiye destnîşankirin û tê gotin ku jiyana bi hezaran flamîngoyan di binê xetereyê de ye.
 
Di beşeke raporê de jî "Projeya Delo Dîn" a Serokwezîr Bînalî Yildirim a bi navê "Projeya Derbasbûna Kendavê" jî cih digire. Di raporê de tê gotin ku li gorî hemû lêkolîn û raporên ÇED'ê, ev proje li dijî mewzûatê ye û 'Projeya Derbasbûna Kendavê' ji zanyariyê gelekî dûr e.
 
Di dawiya raporê de hemû xetereyên li ser herêmê tên tespîtkirin û banga xwedîderketinê tê kirin tê xwestin ku li dijî projeya rantê têkoşîn bê mezinkirin