Bendava Bêrecûkê dîrokê û keda mirovan daqurtand

img

RIHA -Şaredarê Xelfetiyê yê berê Mahmut Ozdemir, diyar kir ku tu fêdeya Bendava Bêrecûkê ku Xelfetiyê di bin avê de hişt tune ye û wiha got: “Hîn jî me fêm nekiriye ku bi kîjan aqilî ev bendav çê kirine. Dîroka mirovan, keda mirovan di bin avê de ma.”

Bendava Bêrecûkê ku di navbera salên 1985-2000’î de di nav sînorê Riha-Dîlokê de li ser Çemê Firatê bi mebesta hilberandina ceryanê û avdaniyê hat çêkirin, piştî ku di sala 2001’ê de ket dewrê li gel bajarê Antîk Zeûgma qadên dîrokî yên Rihayê yên wek navçeya Xelfetiyê tune kir û nêzî 50 hezar kesî jî ji warên wan kir. Mahmut Ozdemir ku li gundê Çekan ê Xelfetiyê çê bûye û mezin bûye û her wiha di navbera salên 2004-2014’an de şaredariya navçeyê kiriye, tesîrên bendavê yên li ser herêmê û mirovan nirxandin.   
 
JI HILBERANDINÊ BER BI MEZAXIYÊ VE
 
Ozdemir anî ziman ku bendav bandoreke neyînî li têkiliyên gelê herêmê dike. Ozdemir dest nîşan kir ku çavkaniya sereke ya gelê herêmê çandinî ye, lê belê piştî bendavê gelê herêmê ji dîrok, çand û erdên xwe bûne. Ozdemir diyar kir ku ew ji keda bav û kalên xwe bûne, erdên wan di bin avê de mane û wiha domand: “Em li cihekî nû bi cih bûn. Civakeke hilberîner veguherandin civakeke mezêxer.” 
 
‘MIROVAN TERKÎ HALÊ WAN KIRIN’ 
 
Ozdemir got ku ji bo rê li ber bertekan bigirin, rayedarên dewletê wek li leha mirovan be bendav nîşan dane. Ozdemir anî ziman ku, piştî ku bendav hatiye çêkirin, civak hay ji rastiyan çêbûye lê belê êdî tiştekî ku bihatana kirin nemabû. Ozdemir, da zanî ku wê çaxê gelê herêmê ne polîtîk bû, ber bayî weadên rayedaran ketibûn, yanî wê demê ji bo astengkirina çêkirina bendavê bertekeke civakî nehatibû nîşandan. Ozdemir wiha got: “Rayedarên dewletê weadên wek ‘Dê ewqas pere ji bo we bê dayîn. Hûn di bikaranîna vî pereyî de bi kêfa xwe ne.’ Lê belê dîroka ku dê av kengî bê jî ji mirovan re negotin. Wê demê mirovan firsend nedît ku fêkiyên baxçeyên xwe berhev bikin û neçar man ku demildest warên xwe vala bikin. Welatiyan terkî halê wan kirin.” 
 
KOÇBERÎ EXTIYAR KUŞTIN! 
 
Ozdemir, diyar kir ku bi bendavê zilma herî mezin li gelê herêmê hatiye kirin û wiha domand: “Li vê xakê tenê ne erdên me yê  çandiniyê, di heman demê de dîroka me jî di bin avê de ma. Her derê vê xakê dîrok e. Malovaniya gelek şaristaniyan kiriye. Xwedî dîrokeke 3 hezar salan e.  Yek ji cihên ewil ên cihwarbûyînê Keleha Rûmê ye. Bi bendavê re hemû rabirdûya te di bin avê de dimîne. Di warê derûnî de tu tarîfeyeke vê tune ye. Hîn jî me fêm nekiriye ku bi kîjan aqilî ev bendav çê kirine.  Yanî dîroka mirovan, keda mirovan di bin avê de ma. Mirov neçar man koçî cihekî din bikin. Bi koçberiyê re mirovên extiyar ku adapteyî şert û mercên jiyaneke nû nebûn jiyana xwe ji dest didin.   
 
Ozdemîr dest nîşan kir ku divê ji dêvla fêdeyên xwe bi xisarên xwe bendav bên nirxandin. Ozdemir got ku dema bendav tên çêkirin a muhîm ew e ku bi kîjan armancê tên çêkirin û wiha domand: “Min du serdeman şaredariya vir kir. Heke em bi aqilê dewletê biaxivin, em bêjin pêdivî bi enerjiyê heye. Ji bo bi destxistina enerjiyê rê û rêbazên din jî hene. Bendav an pêşkeşî tekelê  cîhanê hatine kirin an jî hemû çavkaniyên wê diçin ji derdorekê re. Tu fêde û qezenca wê ji bo gelê herêmê tune ye. Dema mirov li xisarên wê difikire, diyar dibe ku çêkirina vê bendavê bi temamî xisar e. Yanî ev bendav pêşkeşî hin kesan hat kirin. Nêviyê navenda navçeyê di bin avê de ma. Mirov hem madî hem jî manewî hatin mexdûrkirin.”