Ji bo santrala termikê kolandinên arkeolojik dikin

img
MÛGLA – Hewzeya komirê ya ku ji bo pêdiviya komirê ya Santrala Enerjiya Termîk a Yataganê ku ji aliyê Koma Enerjiyê ya Bereketê tê xebitandin hatibû çêkirin, her ku diçe bêtir tê firehkirin. Her wiha di kolandinên li herêmê yên bi navê kolandinên arkeolojik tên kirin de jî berhemên dîrokî yên tên dîtin ji bo pêdiviya komirê ya santralê yeko yeko tên veguhastin. 
 
Li Mûglayê li ser hevdu santralên enerjiya termik tên çêkirin. Li Yatagana Mûglayê 3 Santralên Enerjiya Termîk ên aîdî Koma Enerjiyê ya Bereketê hene. Her sê jî komira lînyîtê ku wek komira herê bêqalîte tê zanîn hildiberînin û niha ji aliyê Koma Çalikê tê xwestin ku santraleke din jî bê çêkirin. Santrala ku dê ji aliyê Koma Çalikê bê çêkirin, dê bandorê li 15 gundan bike. Her wiha bi hezaran dar û erden çandiniyê jî bi tunebûyînê re rû bi rû ne. Tevî santralan hewzeyên komirê yên bi riya îstîmlaq an jî kirînê hatin çêkirin jî li herêmê gefa herî mezin in. 
 
LI QADA ARKEOLOJÎK QELŞ ÇÊ BÛN 
 
Li sînorên Taxa Tûrgût a girêdayî navçeya Yatagan a Mûglayê, ji ber xebatên hewzeya komirê ya aîdî Santrala Enerjiya Termîkê koncaleke gelek mezin çê bûye. Li vê herêma ku makîneyên karî bênavber dixebitin, di riyan de qelşên mezin çê bûne û her wiha li 5 qadên arkeolojik jî texrîbatên mezin xwe dane der. Li gel her tiştî jî xebatên berfirehkirina hewzeyên komirê didomin û herî dawî şevekê darên fisteqan ên li cem hewzeya komirê ji kokê hatin rakirin. 
 
Endama Komîsyona Zanistê ya Platforma Hawirdorê ya Mûglayê Neşe Yuzak, anî ziman ku li herêmê hewzeya komirê ya Santrala Termîkê ya Yataganê hatiye firehkirin û her diçe talûke mezin dibe. Yuzak, bi bîr xist ku herêm Qada SÎT’ê  ye û dereceya wê sise ye û li herêmê ji aliyê Gerînendetiya Muzeyan a Mûglayê kolandinên arkeolojik tên kirin. Yuzak ragihand ku finansmana kolandina arkeolojik jî ji laiyê Koma Enerjî ya Bereketê tê peydakirin û berhemên dîrokî yên tên dîtin jî ji herêmê tên veguhastin û bi vî awayî rê li ber çêkirina santralan tê vekirin. 
 
2 GUND TUNE BÛN, 12 JÊ JÎ BI TUNEBÛYÎNÊ RE RÛ BI RÛ NE 
 
Serokê Komeleya Parastina Heyînên Xwezayî û Çandî ya Tûrgûtê Kazim Erol jî, diyar kir ku hewzeya komirê gundê Eskîhîsar û Yeşîlbagcilari tune kirine û ev tehdîd berê xwe daye gundên din. Erol, got ku navê gundê wan ê berê Leyne bûye û xwedî dîrokeke 3 hezar salan bûye. Erol, da zanîn ku tenê ne gundê wan 12 gundên din jî tesir ji vê yekê girtine. Erol dest nîşan kir ku tenê daxwaza wan ew e ku qadên jiyanê bên parastin. Erol, diyar kir ku plana Koma Çalikê ew e ku di sala 2019’an de li herêmê santraleke termîkê çê bike. Erol got dê bi çêkirina vê santralê re jiyana li herêmê tune bibe û li dijî vê ji bilî têkoşînê tu riyeke din nemaye. 
 
Nişteciha gund Tayyibe Demirel jî hewzeyên komirê wek “koncalên mirinê” pênase kir. Demirel, diyar kir ku li herêmê darên zeytûnan hene û ew naxwazin van daran bidin. Demirel got ku komira tê derxistin komira lînyîtê ye û wiha axivî: “Komira herî jehrdar e û li Santrala Termîkê ya Yataganê tê şewitandin. Gelê herêmê ji ber pençeşêrê mahf dibe. Temenê jiyanê yên mirovan jî kurt bûye.”