Îsraîlê Filistîniyên li benda alîkariyê qetil kir
- cîhan
- 14:25 11
Îsraîlê li Xezeyê êrişî welatiyên li benda alîkariyê kir û di êrişê de gelek kes hatin qetilkirin.
Îsraîlê li Xezeyê êrişî welatiyên li benda alîkariyê kir û di êrişê de gelek kes hatin qetilkirin.
Çalakiyên protestoyî yên li Los Angelesê ku ji bo piştevaniya bi penaberan re tên lidarxistin, didomin. Li navenda bajar qedexeya derketina kolanan hate ragihandin.
Li bajarê Calî û navçeyên wê yên Kolombiyayê bi awayekî hemwext 19 êrişên bombeyî li dijî saziyên cemaweriyê hatin kirin. Di êrişan de herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û 50 kes jî birîndar bûn.
Îsraîlê êrişî Bendergeha Hudeyde ya Yemenê û bajarokê Şebayê yê Lubnanê kir. Di êrişa bi ÎHA’yan a li dijî devera nêz a bajarokê Şebayê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Tê payîn ku têkildarî bernameya nukleerê ya Tehranê vê hefteyê di navbera Îran û DYA’yê de hevdîtineke nû bê kirin. Îranê, ji bo teklîfa DYA’yê got “nayê qebûlkirin” û ragihand ku dê li dijî wê teklîfeke nû pêşkeş bike.
Siyasetmedarê rastgir Miguel Uribe Turbay ku ji bo hilbijartinên giştî yên 2026’an ên Kolombiyayê weke namzetê serokkomariyê derdiket pêş, rastî êrişa çekdarî hat. Hat zanîn ku rewşa Turbay giran e.
Partiya BastA! a Swîsreyî ragihand ku ew piştgiriyê didin kampanyaya EFFP’ê ya “Dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim.”
Serokê DYA’yê Donald Trump li dijî çalakiyên protestoyî yên li Los Angelesê, bêyî erêkirina hêzên federal gelek leşker sewqî Los Angelesê kir. Di roja sêyemîn a protestoyan de 39 kes hatin binçavkirin.
Îsraîlê ji bo dersînorkirina aktîvîstên di keştiya Madleenê de ku desteser kiribû, bir Balafirgeha Tel Avîvê.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bertek nîşanî midaxileya Îsraîlê ya li dijî keştiya Madleenê da û got: “Ev êrişa li dijî hewldana alîkariyê ya sivîl, sûcê li dijî mirovahiyê ye.”
Înîsiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re Azadî ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew piştgiriyê didin kampanyaya “Dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim.”
Îsraîl, da zanîn ku dê desturê nede ji bo keştiya alikariya mirovî ku têkeve nava sînorên wan ê behrê.
Li Kolombiyayê, siyasetmedarê rastgir Mîgûel Ûrîbe Tûrbay ku di hilbijartinên giştî yên sala pêş de namzeta serokkomariyê ye, di êrîşa çekdarî de bi giranî birîndar bû.
Fîlozof Alaîn Badiou, di nameya ku ji Abdullah Ocalan re şandî de got, "Di nava van şert û mercan de daxwaza me ya herî xurt ew e ku kanalên te yên ragihandinê bên vekirin. Em heta dawiyê li cem te ne."
Di êrîşa balafirên bê mirov ên Îsraîlê ya li ser Xezayê de 3 rojnamevan hatin kuştin.