NY biryara agirbestê nû kir
- cîhan
- 09:51 08/3/2018
Konseya Ewlehiya NY bi lezgînî ji bo Sûriyeyê kom bû û carek din banga “agirbesta mirovî” kir û xwest bikeve meriyete.
Konseya Ewlehiya NY bi lezgînî ji bo Sûriyeyê kom bû û carek din banga “agirbesta mirovî” kir û xwest bikeve meriyete.
Raportorê Taybet ê Li Dijî Îşkenceyê yê NY’ê Nîls Melzer diyar kir ku li Tirkiyeyê îşkence bi rêbazek sîstematîk pêk tê, îşkence bûye parçeyek pergalê û heke OHAL rabe jî dê encamên talûke dewam bikin. Hiqûqnas Massîmo Frîgo jî got ku pergala daraza Tirkiyeyê têk çûye.
Parlamenterê HDP’ê Faysal Sariyildiz li NY’yê axivî û got: "Ji ber ku li dijî hovîtiya li Cizîrê hûn bêdeng man Erdogan îro heman komkujiyê li Efrînê didomîne. Ev êrîşa îro li Efrînê pêş dikeve berdewamiya Cizîrê ye."
Kurdên li Atînayê, bi meşekê heta Balyozxaneya Çekyayê binçavkirina Hevserokê PYD'ê yê berê Salih Muslim protesto kirin.
Sekreterê Giştî yê NY'yê Antonio Gutteres, got hîn tu alî li gor biryara agirbesta li Sûriyeyê tev negeriyaye. Gutteres, bang li aliyan kir ku di demeke kurt de li gor biryarê tev bigerin.
Li ber baregeha Esaîbî Ehlî Heq a Kerkûkê êrîşek xwekujî pêk hat û 3 kes birîndar bûn.
Parlamentoya Hollandayê bûyerên sala 1915'an wekî 'qirkirin' nas kir.
Komîserê Berpirsiyarê Berfirehkirinê yê YE'yê Johannes Hahn, got berdana rojnamevan Denîz Yucel, li Tirkiyeyê şik û gumanên der barê pirsgirêkên dewleta huqûqê de neguherandine.
Berdevkê Polîtîkaya Derve yê Partiya CDU ya Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel Jurgen Hardt, xwest hêzên Tirkiyeyê ji Efrînê vekişin.
Balafira ji paytexta Tahranê ya Îranê rabû û 66 rêwî tê de bûn, ket.
Li gorî agahiyên Navenda Lêgerîna Jeolojîk a DYA (USG) li herêma Pînotepa De Don Lûîs bi erdheja hêza wê 7.2 pêl çêbû.
Wezîrê Karên Derve yê Yûnanîstanê Nikos Kotzias, têkildarî qelaçên Kardakê (Îmîa) ku ji ber vê di navbera wan û Tirkiyeyê de rageşiyeke heye got: "Em ne Iraq, ne jî Sûriye ne. Wê careke din bersiva me ne bersiveke aştiyane be."
Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê Rex Tillerson û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye Mevlûd Çavuşoglu li Odela Palas a Enqereyê hatin cem hev. Wezîr Rex Tîllerson Tirkiye hişyar kir û diyar kir ku ger azadiya çapemeniyê, azadiya darazê û serdestiya hiqûqê hebe dê têkiliyên wan bidomin. Wezîr Tillerson, ji bo OHAL'ê jî Tirkiye hişyar kir û diyar kir ku girtî pir zêde ne.
Berdevkê Karên Derve yê PYD'ê Salîh Muslim, beşdarî konferansa li Cenevre bû û wiha got: "Tirkiye bi çekên ku Ewropa dane wan, xwîna me dirijîne. Em naxwazin welatên rojava li dijî Tirkiye şer bikin. Lê em dixwazin li gorî sincê hiqûqa navneteweyî tev bigerin."
Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Rex Tîllerson beriya bê Enqereyê daxuyanî da û got ku çekên giran yên ku DYA daye YPG’ê tune û çekên ku paşve ji YPG'ê bistîne tune ye.