Ekaterînî Sakelaropûlû bû yekemîn serokkomara jin a Yewnenistanê

  • cîhan
  • 13:20 22 Çile 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li parlamentoya Yewnanistanê hilbijartina serokkomariyê pêk hat û care yekemîn jinek bû serokkomara welat.
 
Li parlamentoya Yewnanistanê, ji bo hilbijartina serokkomariyê dengdayîn hat kirin. Bi giştî 300 parlamenterên parlamentoya Yewnanistanê hene. Di dengdayînê de ji 300 parlamenteran 261 parlamenteran deng da Ekaterînî Sakelaropûlû. Bi vê encamê Sakelaropûlû, di dîroka Yewnanistanê de bû yekemîn jin ku dibe serokkomar. Partiyên mîna Demokrasiya Nû, Syriza û Kînalê piştgirî dan Sakelaropûlû.
 
Sakelaropûlû, beriya ku bibe namzeta serokkomariya Yewnanistanê, ji sala 2018'an ve serokatiya Dadgeha Bilind a Yewnanistanê dikir. -