Der Spîegelê mirina Bagdadî bi wêneyê Erdogan ragihand

  • cîhan
  • 14:47 28 Cotmeh 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Koavara Der Spîegelê ya Almanyayê nûçeya mirina Lîderê DAIŞ'ê Ebûbekir Bagdadî bi wêneyê Erdogan ji Cîhanê re ragihand
 
Kuştina Lîderê DAIŞ'ê Ebûbekir Bagdadî ya şeva borî di navenda rojeva Cîhanê de cih digire. Koavara Der Spîegelê ku yek ji dezgehên çapameniyê yên girîngtir ên Almanyayê ye, nûçeya mirina Bagdadî bi wêneyê Erdogan ji Cîhanê re ragihand. Kovarê nûçeyê bi vî sernavî "Bertek: Dê Cîhan bêriya El-Bagdadî neke" da û li ser hesabê xwe yê Twîtterê jî bi wêneyê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan parve kir.