Rûsya: Amerîka petrola Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derdixe

  • cîhan
  • 10:37 26 Cotmeh 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, daxuyand ku Amerîka li herêma Dêra Zorê petrolê derdixe. 
 
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov, civîneke çapameniyê li dar xist. Konşenkov, angaşt kir ku saziyên fermî yên Amerîkayê li herêma Dêra Zorê ya Sûriyeyê petrolê derdixin û mehê ji 30 milyon dolarî zêdetir pere jê qezenc dikin. Konaşenkov di berdewamê de angaşt kir ku Amerîka mişextvaniya petrolê dike û ev tişt anî ziman: "Heke bihayê bermîla petrola mişext a Sûriyeyê li ber çav bê girtin, dê bê dîtin ku saziyên fermî yên Amerîkayê ji vî 'karê paqij' mehê ji 30 milyon dolarî zêdetir pere qezenc dikin."