Pêvajoya 'pevguherandina dîlgirtiyan' a di navbera Îsraîl û Hamasê de dest pê kir

  • cîhan
  • 20:19 24 Mijdar 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî agirbesta hat ragihandin, di navbera Îsraîl û Hamasê de pêvajoya pevguherandina dîlgirtiyan dest pê kir. 
 
Wezareta Karên Derve ya Qetarê, daxuyand ku 39 jin û zarokên ku di girtîgehên Îsraîlê de dîlgirtî serbest hatine berdan. Di daxuyaniya nivîskî ya Cemiyeta Dîlgirtiyan a Filistînê û Konseya Dîlgirtiyan û Mehkûmên Berê ya Filistîniyan de jî, di nava rojê de navê 24 jin û 15 zarokên ku dê Îsraîl wan berde eşkere kiribû. 
 
Di çarçoveya agirbesta di navbera Îsraîl û Hamasê de 39 dîlgirtiyên filistînî ji girtîgehên Damon û Megîddo yên Îsraîlê hatibûn derxistin û bi awayekî demborî sewqî Girtîgeha Ofer a li Şerîa ya Rojavayê hatibûn kirin.
 
Hamasê jî 13 îsraîliyên di dest xwe de berda.