Pêvajoya 'pevguherandina dîlgirtiyan' a di navbera Îsraîl û Hamasê de dest pê kir 2023-11-24 20:19:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî agirbesta hat ragihandin, di navbera Îsraîl û Hamasê de pêvajoya pevguherandina dîlgirtiyan dest pê kir.    Wezareta Karên Derve ya Qetarê, daxuyand ku 39 jin û zarokên ku di girtîgehên Îsraîlê de dîlgirtî serbest hatine berdan. Di daxuyaniya nivîskî ya Cemiyeta Dîlgirtiyan a Filistînê û Konseya Dîlgirtiyan û Mehkûmên Berê ya Filistîniyan de jî, di nava rojê de navê 24 jin û 15 zarokên ku dê Îsraîl wan berde eşkere kiribû.    Di çarçoveya agirbesta di navbera Îsraîl û Hamasê de 39 dîlgirtiyên filistînî ji girtîgehên Damon û Megîddo yên Îsraîlê hatibûn derxistin û bi awayekî demborî sewqî Girtîgeha Ofer a li Şerîa ya Rojavayê hatibûn kirin.   Hamasê jî 13 îsraîliyên di dest xwe de berda.