Li Çînê aşût hat xwarê: 28 kes mirin

  • cîhan
  • 13:11 22 Çile 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Herêma Xweser a Tîbetê ya Çînê aşût bi ser otorêyê de hate xwarê û di encamê de 28 kesan jiyana xwe ji dest dan. 

 
Li bajarê Nyingchî yê li başûrê rojavayê Herêma Xweser a Tîbetê ya Çînê aşût hate xwarê. Di encamê de gelek kes di bin aşûtê de man. Ji komên agirkujiyê û artêşê hezar û 300 kes ji bo xebatên rizgarkirinê li herêmê hatin sewqkirin. Hat zanîn ku ji kesên di bin aşûtê de mayîn 28 ‘an jê jiyana xwe ji dest dan.