Li Çînê aşût hat xwarê: 28 kes mirin 2023-01-22 13:11:45 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Herêma Xweser a Tîbetê ya Çînê aşût bi ser otorêyê de hate xwarê û di encamê de 28 kesan jiyana xwe ji dest dan.    Li bajarê Nyingchî yê li başûrê rojavayê Herêma Xweser a Tîbetê ya Çînê aşût hate xwarê. Di encamê de gelek kes di bin aşûtê de man. Ji komên agirkujiyê û artêşê hezar û 300 kes ji bo xebatên rizgarkirinê li herêmê hatin sewqkirin. Hat zanîn ku ji kesên di bin aşûtê de mayîn 28 ‘an jê jiyana xwe ji dest dan.