Li Pakistanê teqîn: Herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest dan

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Peşaver ê Pakistanê teqînek pêk hat û herî kêm 30 kes di teqînê de jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li bajarê navendî Peşaver ê Parêzgeha  Hayber-Pahtunhva ya Pakistanê, li mzgefteke şîîyan teqîn pêk hat. Teqîn dema nimêja înê pêk hat û herî kêm 30 kes di teqînê de jiyana xwe ji dest dan û 56 kes jî birîndar bûn. Hat diyarkirin ku rewşa 10 kesên birîndar giran e.