Li Pakistanê teqîn: Herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest dan 2022-03-04 14:18:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Peşaver ê Pakistanê teqînek pêk hat û herî kêm 30 kes di teqînê de jiyana xwe ji dest dan.    Li bajarê navendî Peşaver ê Parêzgeha  Hayber-Pahtunhva ya Pakistanê, li mzgefteke şîîyan teqîn pêk hat. Teqîn dema nimêja înê pêk hat û herî kêm 30 kes di teqînê de jiyana xwe ji dest dan û 56 kes jî birîndar bûn. Hat diyarkirin ku rewşa 10 kesên birîndar giran e.