Ji Amerîkayê berteka HDP’ê û Gergerlîoglû

img
ENQERE - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê xistina parlementeriya Omer Gergerlîoglû yê HDP’î û vekirina doza girtinê ya li HDP’ê weke “bi awayekî neheqî vîna hilbijêr tune hesibandin” û “têk birina demokrasiyê” bi nav kir. 
 
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Ned Price di daxuyaniya weşand de têkildarî xistina parlementerê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû ev tişt got: “Gavên weke xistina parlementeriya Omer Gergerlîoglû ya di 17’ê Adarê de ku bi fikar in û bûyerên din ên li Tirkiyeyê em ji nêz ve dişopînin.”
 
‘TÊKBIRINA DEMOKRASIYÊ YE’
 
Price diyar kir ku pêvajoya têkildarî girtina HDP’ê jî ji nêz ve dişopînin û ev gav weke “bi awayekî neheqî vîna hilbijêr tune hesibandin” û “têk birina demokrasiyê” bi nav kir. Berdevk Price di daxuyaniya xwe de ev bang li Tirkiyeyê kir: “Em bang li hikumeta Tirkiyeyê dikin ku ji azadiya îfadeyê re rêz bigire, li gorî berpirsyartiyên xwe yên navneteweyî û qanûna bingehîn tevbigere.”