Ji Amerîkayê berteka HDP’ê û Gergerlîoglû 2021-03-18 09:43:22   ENQERE - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê xistina parlementeriya Omer Gergerlîoglû yê HDP’î û vekirina doza girtinê ya li HDP’ê weke “bi awayekî neheqî vîna hilbijêr tune hesibandin” û “têk birina demokrasiyê” bi nav kir.    Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Ned Price di daxuyaniya weşand de têkildarî xistina parlementerê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû ev tişt got: “Gavên weke xistina parlementeriya Omer Gergerlîoglû ya di 17’ê Adarê de ku bi fikar in û bûyerên din ên li Tirkiyeyê em ji nêz ve dişopînin.”   ‘TÊKBIRINA DEMOKRASIYÊ YE’   Price diyar kir ku pêvajoya têkildarî girtina HDP’ê jî ji nêz ve dişopînin û ev gav weke “bi awayekî neheqî vîna hilbijêr tune hesibandin” û “têk birina demokrasiyê” bi nav kir. Berdevk Price di daxuyaniya xwe de ev bang li Tirkiyeyê kir: “Em bang li hikumeta Tirkiyeyê dikin ku ji azadiya îfadeyê re rêz bigire, li gorî berpirsyartiyên xwe yên navneteweyî û qanûna bingehîn tevbigere.”