Hejmara 4'an a 'Zrîng'ê derket!
- çand û huner
- 09:01 02/1/2020
Hejmara 4'an a xêzekovara kurdî "Zrîng" derket. Di hejmara nû de hem xêzkarên nû hene hem jî kovarê ragihandiye ku piştî hejmara 4'an wê ji bo xêzkarên amator jî rûpelekê veqetînin
Hejmara 4'an a xêzekovara kurdî "Zrîng" derket. Di hejmara nû de hem xêzkarên nû hene hem jî kovarê ragihandiye ku piştî hejmara 4'an wê ji bo xêzkarên amator jî rûpelekê veqetînin
Malpera Diyarname.comê nûçeya lîsteya pirtûkên kurdî (kurmancî-kirmanckî) yên ji weşanxaneyê kurd derçûne amade kir. Li gorî lîsteya nûçeyê 252 pirtûkên nû ji aliyê 25 weşanxaneyên kurd ên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hatine derxistin. Li gor par ji sedî 10 hejmara pirtûkên hatine weşandin zêde bûne.
Fregmana belgefîlma Heskifê û Gundê Ewtê yê Êlihê ku piştî bendava Ilısû di bin avê de ma û çiroka 2 jinan tîne ziman hat weşandin.
Li Êlihê 2’yemîn Rojên Wêjeya Kurdî ku 5 rojan bi guhdarkirina helbestan, nîşandana fîlman û panelan hat birêvebirin bi dawî bû.
Şêwekar û hunermend Zehra Dogan dema sala par li Zindana Tarsûsê girtîbû, di salvegera komkujiya Roboskê de wêneyên ku komkujiya Roboskî tîne ziman xêz kiribû. Dogan piştî hat berdan, wêneyên ku sala par nikaribû parve bike îsal parve kir. Dogan, anî ziman ku xwestiye rastiya Komkujiyê bi hunerê bîne ziman û êşa wan bi cîhanê re parve bike.
DÎSA-DER şahiyek li dar xist. Dengbêjan di şahiydê de kilamên xwe ji bo qûrbaniyên Roboskî gotin.
Hunermend Sîmir Rûdan bi navê “Kevî” albûma xwe ya duyem derxist. Rûdan ji keviyekê li rewşên mirovî dinêre. Kevî rex e lê ne ji derve ye, Sîmir ji mal de dinêre, ji ber ku ew jî lê dijî, ew jî tê de ye.
Rêveberê Mala Hunerê ya Gurcuyan Îberya Ozkan, diyar kir ku çanda Gurcuyan edî li gundan hatiye ji bîr kirin û nifşê niha bi çanda Tirkan mezin dibin û wiha got: "Di vê rewşê de piştî 20- 30 sal şûnde dê li gundan zimanê Gurcuyî bi temamî winda bibe."
Li Wanê dengbêj Meryem Tûncer, tev li kîjan çalakiyê bibe kilama "Momê" dibêje. Kilama "Momê", çîrokeke trajîk e û ya jineke ciwan e.
Hasan Parîn ku 46 sal in kiras, fîstan, bervanik, zendik û kofiyan çê dike, got her kincek xwedî rabirdûyeke dîrokî û çandî ye.
Helbestvanê ji Başûrê Kurdistanê Mueyed Teyîp diyar kir ku helbestên kurdî jî wek helbestvanên kurd di bin zextan de ne û însan ji ber helbestan dixwînin tên girtin.
Helbestvan Rewşen Esmer pirtûka xwe ya yekemîn a helbestan a bi navê "Hêlîna Evînê" li komeleya Rosayê îmze kir. Jinan eleqeyek baş nîşanî pirtûkê da.
Li Êlihê 2’yemîn Rojên Wêjeya Kurdî ya Batmanê dest pê kir. Helbestvan Berken Bereh di vekirina bernameyê de axivî û got: “Heke zimanê miletekî tune bibe ji wî miletî tiştek namîne. Ji ber vê yekê dema cara ewil qeyûm hatin dest bi daxistina tabelayên kurdî kirin.”
Zulkuf Korkmaz ku li Erziromê dijî, dengbêjiya ku ji dayika xwe hîn kiriye 53 salên berdewam dike. Korkmaz çîrokên kilaman dinivisîne û hewld dide antolojiya kilamên kurdî çêbike, xeyala wî ya herî mezin li gundê xwe avakirina dîvaneke dengbêjan e û vê çandê ji nifşên dû xwe re ragihîne.
Mamsoteyê erbanê Alî Gezer, li Antalyayê bi navê "Stêra Erbanê" komek ava kiriye û ev demeke erbanê hînî jina dike.