'Wê xebatên me hêviyê xurtir bikin'

img

STENBOL - Endamê Desteya Şêwirê ya Tora Çand û Zimanan Şefîk Beyaz, diyar kir ku berpirsiyariyên wan hene û got: "Wê xebatên me hêviyê xurtir bike". 

Tora Çand û Zimanan, di 23-24'ê Mijdarê de li Amedê civînek çê kiribû. Wê di 11-12'ê Çileya 2020'î de jî civînekê çê bike. Di civîna ewil de deklerasyoneke hevpar jî hatibû aşkerekirin. Endamê Desteya Şêwirê ya Tora Çand û Zimanan Şefîk Beyaz, xebatên torê nirxandin. Beyaz, anî ziman ku wê encamên pratîk ên xebatên wan di atolyeyan de xwe bidin der. 
 
'ME ÎMZE DANÎ BIN DEKLERASYONEKE HEVPAR' 
 
Beyaz, destnîşan kir ku yekparebûna fikrî bi hêsanî pêk nayê, lê belê piştî pêvajoyeke zor û zehmet a biryargirtinê yekparebûneke fikrî çê bûye. Beyaz, bibîr xist ku derdor û ferasetên siyasî yên cuda li cem hev in û got: "Meseleya baweriyê ya di navbera beşdarvanan de hat helkirin. Şert û mercên heyî kir ku em bi hev re bi awayekî hevpar tev bigerin û bibin yek. Piştî vê me îmze danî bin deklerasyoneke hevpar". 
 
'DESTPÊKEKE GIRÎNG E' 
 
Beyaz, destnîşan kir ku di warê hêviyê de nîqaşên mezin çê bûne û civînên berê yên hatine çêkirin û encam negirtine bibîr xist. Beyaz, da zanîn ku tişt dikin xebateke çandî ye û got: "Kesên tev li civînê bûne hemû jî xwedî helwesteke siyasî û bîrdoziyekê ne. Nêzîkatiya ji bo ziman û çandê jî tu bikî nekî girêdayî ferasetên siyasî çê dibû. Çima ez ev qasî lis er vê sekinîm? Çimkî muhîm e gava kesên xwedî angajmanên cuda ên siyasî bin û bên cem hev û li dor fikrekê bibin yek. Ev destpêkeke girîng e". 
 
Beyaz, destnîşan kir ku Tora Çand û Zimanan wê bibe cihê hêvî û xeyaleke mezin. Beyaz, anî ziman ku ji bo gel berpirsiyariyên wan hene û got: "Divê em vî karî pêk bînin. Asîmlasiyoneke mezin heye. Wê xebatên me bibin cihê hêviyeke mezin û xurt. Erdnîgariya me warê gelan û baweriyan e. Û zimanan hemûyan temsîl dike". 
 
'WÊ ATOLYE BÊN ÇÊKIRIN' 
 
Beyaz, ji bo civînan jî anî ziman ku ew ji bo kêmasî û başiyên xwe bibînin civînan çê dikin û got, wê îcraat û pretaîka mezin di atolyeyan de xwe bide der. Beyaz, got: "Dibe 10-15 atolye jî bên çêkirin. Wê kesên xwedî tecrûbe vî karî bikin". 
 
MA / Mehmet Halît Çetînbaş