Di pêşengeha ‘Jûra Bîrê’ de balê dikişîne ser bîra 100 salî

img

STENBOL – Hunermend Ahmet Guneştekîn bi navê “Odeya Hafizayê-Jûra Bîrê” pêşengehek vekir û ev pêşengeh bîra 100 salî ya Tirkiyê didarizîne. Hunerhez bi kêfxweşiyê diçin temaşeya pêşengehê û berhemên li vir gelek diecibînin.

 
Hunermend Ahmet Guneştekîn pêşengeha xwe ya bi navê “Jîra Bîrê” ku bîra 100 salî ya Tirkiyê didarizîne li Pilevnelî Gallery a Mecîdekoya Stenbolê ji bo temaşeya hunerhezan vekiriye. Pêşengeh di 6’ê kanûnê de hat vekirin û dê heta 26’ê çileya 2020’an vekirî bimîne. 
 
Guneştekîn di pêşangehê de cih daye xebatên xwe yên cuda cuda yên hunerî. 
 
Di pêşengehê de vîdeoya bi navê “Bîr” hatiye amadekirin û ev vîdeo dîrokê lêkolîn dike û li ser xwezayê radiweste. Hunermend bi berhema xwe ya bi navê “Hewşa Piştê ya Xweda” çîroka Hewşa Bihûştê vedibêje. Di pêşengehê de bi berhema “Rûbirûbûna Pîroz” balê dikişîne ser sê olên asîmanî. 
 
QEDEXEYA LI SER ZIMAN MIJAREK SEREKE YA PÊŞENGEHÊ YE
 
Di pêşengehê de herî zêde berhemên bi navê “Înkar”, “Rêze Bîr”, “Girê Bîrê”, “Ziman”, “Rezandin” û “Hûn tunebûn” balê dikişînin ser xwe. Di vîdeoya bi navê “Înkar” de jî balê dikişîne ser tîpên kurdî yên qedexekirî. Di dîmen de tîp li ser depê tên nivîsandin û xwendin. Bi taybetî tîpên qedexekirî yên kurdî X, W, Q tên nivîsandin. Her wiha di dîmen de mijara mafên ziman a Beyannameya Mafên Mirovan ku hindik aniye ziman tê rexnekirin.
 
Di pêşengehê de berhemek bi navê “Girê Bîrê” balê dikişîne ser xwe û di vê berhemê de bi hezaran pêlavên cezlawêt ango lastîkên reş ên mêr dixin piyê xwe hatiye pêşandan. 
 
BALÊ DIKIŞÎNE SER BÛYERA ROBOSKΠ
 
Yek ji berhemên herî balkêş jî ew e ku bi darbestan hatine danîn balê dikişîne ser bûyer ango Komkujiya Roboskî. 
 
MA / Erdogan Alayûmat