M. Çiya Mazî 2 pirtûkên nû li berhemên xwe zêde kir: Tebatî û Bayê Zewêdiyan

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskar M. Çiya Mazî, 2 pirtûkên nû li berhemên xwe yên çapkirî zêde kir. Pirtûkên "Tebatî" (Çîrok) û "Bayê Zewêdiyan" (Helbest) ji hêla Weşanxaneya Berbang ve hatin çapkirin. 

Weşanxaneya Berbang, 2 pirtûkên nû yên Nivîskar M. Çiya Mazî weşand. Pirtûka "Tebatî" (Çîrok) û "Bayê Zewêdiyan" (Helbest) hem li ser înternetê hem jî li pirtûkxaneyan cihê xwe girt. 
 
TEBATÎ
 
Tebatî; pirtûka M. Çiya Mazî a çîrokan a 5emîn e. Çîrokên vê pirtûkê ji bûyerên rastiya jiyanê sûd werdigirin û wek rêzeçîrokan di pirtûkê de cihê xwe digirin. Ji zaroktiya mirovekî heta mezinbûna wî, ji salên 70'yî heta salên piştî 2000'î, ji gund heta bi bajarê navîn û metrepolên mezin; bûyerên bi tabat û peroşiya jiyanî û bandora wan a li ser mirovan çêdikin, bi awayê rêz, bûne çîrok û derdikevin pêşberî xwendevan.
 
JI PIRTÛKÊ PARAGRAFEK
 
"... Nîzanim ez çawa razabûm wê şevê. Di xew de min dît ku ez di nava Gola Cimha de dikim bifetisim. Goleke ji gewma ava çem bû ku di navbera gundê şerqiyan Xirbê Mîrsimo û gundê me Qerpalhênikê de bû. Ava biharî tê de digewimî û dema ku çem nediherikî jî ew dima heta havînî jî. Ew çemê ku kendalên qiraxên wî bi qasî sîh gavî kûr û belkî ji hezar salan vir ve wisa bûye. Di xewna xwe de min didît ku ser gola wî çemî, ser gola Cimha cemed girtibû û ez jî ji bo avjeniyê ketibûmê û di bin tebeqeya cemedê de mabûm û dikirama bifetisiyama. Vir de wê de diperpitîm. Serê min li cemedê diket û av diçû qirika min. Di bin cemedê re xuya bû ku çend heb mirov ji alî gundê şerqiyan ber bi min ve dihatin û dema ku nêzîkî min dibûn, min lê dinêrî birakê min ê şerqî Eyup di nava wan de bû. Ji xwe me her yekê ji xwe re birakek ango hevalek hilbijartibû ji gundê wan, ji dibistanê. Bi henekan me ji Eyub re digot Eyubê Kurmaxwarî. Îjar, wî hat cemed bi kulmikan şikand û bi destê min girt û ez ji nava avê derxistim. Ez diricifîm û wî jî paltoyê xwe ji xwe kir û avêt ser milên min. Ji alîkî jî bangî bavê xwe Seydo dikir. Yabo Seydooo!! Aha bi wî dengî ez çeng bûm û li ser nivînê xwe rûniştim...."
 
YAQOB TILERMENÎ: TEBATÎ, FIRÎNEKE BILINDTIR A BALINDEYÊ ÇÎROKÊN KURDÎ YE
 
Nivîskar Yaqob Tilermenî, bo nivîskariya M. Çiya Mazî û pirtûka "Tebatî" wiha dibêje: "Çiya Mazî, di serdemên herî dijwar de ligel nivîs û pêşaniyên bi kurdî, palpişteke vegotina Kurmancî ji xwe re afirand. Ev palpişt tim çîrokvebêjî bû. Wî derd û merema xwe li balindeyê çîrokan bar kir û ew di valahiya bê ser û ber a ezmên de firand. Çîrokên "Tebatî"yê jî firîneke bilindtir a balindeya çîrokên kurdî ye."
 
Nivîskar Şivan Zeren jî bo "Tebatî" wiha dibêje: "Bi vê pirtûkê; kêliyên zarokekî, tirs û xofa biyaniyan li pişt  derî, biraziyekî tolhildêr, kalemêrekî ku trajediya xwe bi Radyoya Erîvanê ji bîr dike, tenhatiya bajarê mezin û leza wê ya her kêlî dibe ku peroşiyeke surprîz çêbike... Çîrokên Mazî, meriv dikare bibêje ji jiyaneke çavkanî welat lê giyaneke koçber, derûniyeke lêgerînê dibuhire..."
 
BAYÊ ZEWÊDIYAN
 
Bayê Zewêdiyan pirtûka helbestan ya M. Çiya Mazî a sêyemîn e. Helbestên vê pirtûkê di nava xwe de hisreta welêt, keresatên civaka kurd û bendemana serkeftinan dihewîne. Hest û tevna helbestên vê pirtûkê li ser felsefeya bê (ba) hatiye hûnandin. Nivîskarê van helbestan bi hisreta ba ye ku were û jiyanê biguherîne.
 
"...
Bavên ji xwêdana havînên das û qalûçkan de 
Li bendî kenên paş simbêlan çavqerimî ne
Kalên por û rû spî ji serdema quncikên payizên pixêriyan
Şabûna wan e vizîna te ya di qelşên deriyan re kêfxweşiya maliyan
Bila bi hisreta xunçebaxan çavvekirî nebêjin kevir û aaax!
Û bi xweşûbêş kabên kêfê biavêjin ser kulav û xalîçeyan
Cot bi cot li ser nig bisekinînin berî ku binax bibin ey baaa!
De bixerbile ey baaa!
Zerdolekên zincîrkirî di bergorên nava xerabeyan de
Dibin şahidê hiş li yên bêyan û çavlirêyan
De mizgînan bîne ji şabûna xortên biharan re
Bila kulîlkên xwe berbayî esmanên te î ron û sayî bikin
Qîzên dest û dev girêdayî ji esargeyên serdema zorzilaman
Bila bi dûrikên bûkanî bask û zendên xwe hine bikin, ey baaa!"
 
M. ÇIYA MAZÎ
 
Çîroknûs, helbestkar û lêkolîner M. Çiya Mazî di sala 1960'î de li gundê Kufragê yê navçeya Şemrexê ya Mêrdînê hatiye dinê. Ji sala 1993'êyan û vir ve bi Kurdî dinivîse. Heta niha gelek helbest, kurteçîrok, gotar/cerebeyên wî di rojnameya Azadiya Welat, Ozgur Polîtîka û kovarên weke Jiyana Rewşen, di malperên weke Diyarname, Rewanbêj, Xendan û Pûkmediayê de hatine weşandin. Hinek kurteçîrokên wî ji bo antalojiyan li Tirkî û Erebi hatine wergerandin.
 
M. Çiya Maziyî di sala 1997'an de di pêşbaziya çîrokan a TUHAYDERê ya Îzmîrê de xelata yekemîn, di sala 1997'an de di pêşbaziya çîrokan a Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de li Stenbolê bi çîroka “Agir Jî Dîl Bû” xelata teşwîkê û di pêşbaziya NÇMyê de bi çîroka “Mistek Jiyan Dixwazim” xelata yekemîn standiye.
 
BERHEMÊN WÎ YÊN HATINE ÇAPKIRIN
 
Kurteçîrok: Mistek Jiyan (2003), Mijarên Mîqro (2009), Bahol (2011), Peyarêk (2013), Tebatî (2019)
 
Helbest: Palûte (2008), Baranên Çilesrî (2017), Bayê Zewêdiyan (2019)
 
Werger: Ahûzîn (Muslum Yucel) 2008
 
Lêkolîn / Gotar: Ferhenga Gotinên Pêşiyan (2005), Baxek ji folklora kurdî-ji derdora Mêrdînê (2014), Ez çûm ku neçûm ku (2015)