Li kuçe û kolanên Amedê cardin çalakiyên çandî

img

AMED – Piştî şaredarî ji qeyûman hatin stendin, çalakiyên çand û hunerî yên hatiûn qedexekirin careke din dest pê kirin. Jin û ciwanên ku tev li çalakiyên çand û hunerî yên Parka Koşûyolûyê bûn, ji ber vê yekê kêfxweş in. 

Piştî qeyûm tayînî şaredariya hatibûn kirin, çalakiyên çand û hunerî jî hatibûn qedexekirin. Lê belê piştî hilbijartina 31'ê Adarê şaredarî ji qeyûman hatin standin û çalakiyên çand û hunerî careke din dest pê kirin. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, hefteya borî bi dirûşmeya "Jiyan ya me ye, gotin a me ye" li Parka Koşûyolûyê çalakiyên çand û hunerî dan destpêkirin û wê ev çalakî heta payîzê bidomin. 
 
‘PÊDIVIYA AMEDÊ BI ÇALAKIYÊN ÇANDÎ HEYE' 
 
Her wiha şêniyên bajêr jî ji ber van çalakiyan kêfxweş in. Nazê Dûman, anî ziman ku piştî qeyûm hayibûn tayînkirin bi hesreta çalakiyên çand û hunerî bûn û got: "Di 4 salên dawî de êrîşî çalakiyên çand û hunerî jî kirin. Pêdiviya Amedê bi çalakiyên bi vî rengî heye. Em dixwazint im hebin." 
 
Necmettîn Sevîktek jî ku tevî ferdên malbata xwe tev li çalakiyê bû, ji bo van çalakiyên ku bi hesreta wan in got: "Tew bi derengî jî ketiye." 
 
Ayşan Karûş Zengîn jî polîtîkayên asîmlasiyonî yên qeyûman şermezar kir û got: "Di dema qeyûman de muzîk û huuner tune bû, bombe diteqiyan. Niha bi stranên kurdî em bersiva wan didin." 
 
‘EM GIHAN ÇANDA XWE 
 
Fûat Guzel jî anî ziman ku di 4 salên dawî de gelê kurd pir êşiya û got: "Em di çalakiyên bi vî rengî de tên cem hevdu û êş û şadiyên xwe parve dikin. Di dema qeyûm de me nizanibû ak şaredarî heye yan na. Lê niha me bi vîna xwe şaredarî bi dest xistine û em gihaştin çanda xwe." 
 
Esma Efeturk jî got: "Divê rêveberiyên herêmî bêtir bala xwe bidins er çalakiyên çandeyî. Mirov ji çanda xw ehatin dûrxistin. Bûn birçiyê çanda xwe." 
 
Kadriye Polat jî got: "Bi salan nehiştin em bên cem hevdu. Niha em tên cem hevdu û em ê ji niha û pê ve tim bên cem hevdu." Elîf Tûran jî, got: "Ev jî ferqa şaredariyên ku bi vîna gel hatine hilbijartin." 
 
Vedat Sevîm ê ku Akademiya Ma Muzîkê kuta kir jî got: "Park hemû li çalakiyên açndî hatibûn qedexekirin. Fealiyetên me hatina stengkirin. Niha cardin li kuçe û kolanên Amedê stranên kurdî olan didin. Em pir kêfxweş in." 
 
MA / Ozgur Paksoy