'Divê hunermend bibin dengê çalakgeran'

img
STENBOL - Hunermend Alî Geçîmlî û Agît Ahmet Elînç ku ji bo Leyla Guven a 179 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye stranek çêkir, diyar kirin ku divê vê serdema ku faşîzm zêde bûye de divê hunermend daxwazên çalakgeran derxin pêş. 
 
Hunermendên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) Alî Geçîmlî û Agît Ahmet Elînç, ji bo Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku 179 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, strana "Leyla Jina Kurda" çêkir. 
 
Solîstê Koma Agirê Jiyan Alî Geçîmlî, diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Guvenê dest pê kir di asteke pir krîtîk de ye û bang li rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedaran kir ku hay ji vê rewşê hebin û gavina bavêjin. Geçîmlî, got: "Ji bo faşîzma li Tirkiyeyê bê şikandin, ji bo Tirkiye demokratîk bibe, ji bo şer bi dawî bibe û mirov jiyana xwe ji dest nedin, divê her kes guh bide daxwazên çalakgeran. Tecrîd tenê ne li girtîgehan, li ser civakê hemû pêk tê. Eger niha tiştek neyê kirin, sibê em ê xebera mirinê bibihîsin." 
 
‘DIVÊ TIŞTIN BÊN KIRIN' 
 
Geçîmlî, destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de divê têkoşîn derkeve pêş û çalakî tenê bi dayikan neyên sînordarkirin. Geçîmlî, anî ziman ku ji bo balê bikişînin ser têkoşîna Guvenê stranek çêkirine û got: "Di pêvajoyeke bi vî rengî de divê hunermedn grevên birçîbûnê û têkoşîna çalakgeran derxin pêş. Tenê ne rewşa Leyla Guven, rewşa hevalên me yên di greva birçîbûnê de di asteke pir krîtîk de ye. Divê êdî Tirkiye be rbi merhaleya demokratîkbûyînê ve biçe." 
 
'JI BO ARAMIYA WELAT E' 
 
Hunermendê NÇM'ê Agît Ahmet Elînç jî, destnîşan kir ku Leyla Guven vîna bi deh hezaran kesî ye û got: "Di 30'yê Nîsanê de rojiya mirinê dest pê kir. Di 14'ê Tîrmeha 1982'yan de çawa heval ketin rojiya mirinê, niha jî 15 heval bi heman ruhî ketine rojiya mirinê. Divê êdî mirov li ber vê xwe li nedîtin û nebihîstinê daneyne. Divê hunermend, rewşenbîr, helbestkar, mirovên bindest, çîna karkeran bên cem hevdu. Ev biryar ne biryareke hêsan e. Ev biryar ji bo aramiya welat e." 
 
Elînç, bilêv kir ku ji bo balê bikişînin se rçalakiyên greva birçîbûnê û ji bo bibin dengê çalakgeran stranek çêkirine û got: "Her diçe berxwedana Leyla Guven mezin dibe. Me jî xwest ji bo ev pêvajo bêtir derkeve pêş stranek çêkir." 
 
Gotinên strana "Leyla Jina Kurda" wiha ne: 
 
"Çûkek Firîya Ji Vir 
Ji Welatê Rengîn 
Bu Êşek Ket Nav Min 
Ji Kur de Dinalim 
 
Leyla Jina Kurda 
Li Cîhanê Navda 
Leyla Hêza Gela
Li Zindana Deng da 
 
Êşa Hezar Sela 
Destpêkir Zindana
Belav Bû Cîhanê
Dengê Hemû Kurda 
 
Agirên Zindanê
Ronî Kir Vê Axê 
Kûlîlk Lê Bişkivî 
Roja Serhildanê (Berxwedanê)"