Li Londrayê ‘Xelata Azadiya Îfadeyê’ dan rojnameger Dogan

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Index on Censorship, Xelata Azadiya Îfadeyê da rojnameger-wênesaz Zehra Dogan. Dogan xelata xwe diyarî Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê kir.

Saziya azadiya îfadeyê ya navnetewî Index on Censorship xelatên salê yên bi hunerê li dijî sansûrê, kampanya, aktîvîzma dîjîtal û rojnamegeriyê yên Xelata Azadiya Îfadeyê da xwediyên wan. Xelata îsal dan rojnameger-wênesaz Zehra Dogan. Rojnameger Dogan ji ber nûçe û wêneyên li ser qedexeya derketina derve ya li Navçeya Nisêbîna Mêrdînê çêkiribûn hat girtin û bi vê sedemê ji 2 salan zêdetir di hepsê da mabû. 
 
XELATÊ DIYARÎ LEYLA GUVEN Û GIRTIYAN KIR 
 
Merasîma xelatê li Londrayê pêk hat. Dogan jî beşdarî merasîma xelatê bû. Dogan a ku xelata xwe wergirt diyarî Leyla Guven û hemû girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de ne û hemû gelên têkoşiyane kir. 
 
‘DENG BIDIN DENGÊN WAN’ 
 
Dogan di merasîmê de bi kurdî axivî û got: “Xwe bikin şûna wênesazek ku li bajarek şer diqewime. Bajarek li ber çavê min dihat wêrankirin. Ji bilî wêne çêkirinê tu tiştek ji destê min nedihat. Ji ber min wêne xêz kir ez hatim girtin. Gelê kurd êrîş û zextên dewletê qebûl nake. Gelê kurd her roj bi mirin, girtin û binçavkirinan re rû bi rû ye. Niha li welatê ez jê me û ji wir hatime, parlamenter Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kir. Piştî Guven bi hezaran girtî jî ketin çalakiya greva birçîbûnê. Niha rewşa bi hezaran girtî gellek krîtîk e. Deng bidin dengên wan.
 
Niha girtîgehên Tirkiyeyê bi hunermend, rewşenbîr, siyasetmedar û rojnamegeran tije ne. Çimkî sînorên datînin pêşiya azadiya îfadeyê em re dikin û em ê vê redkirinê bidomînin jî.”