Lîstikvanê şanoyê Yalçinkaya li ser gora xwe hat bibîranîn

img
 
 
AMED - Lîstikvanê şanoyê û derhênerê kurd Mehmet Emîn Yalçinkaya di sêyemîn salvegera mirina xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.    
 
Lîstikvanê Şanoya Bajêr a Amedê Mehmet Emîn Yalçinkaya di sêyemîn salvegera mirina xwe de nehat jibîrkirin. Yalçinkayayê 30 salan weke lîstikvan, nivîskar, wergêrvan û derhêner li ser dike cih girt, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê di 11'ê tîrmeha 2018’an de li Îzmîrê jiyana xwe ji dest da. Malbata Yalçinkaya, hempîşeyên wî û hezkiriyên wî ew li ser gora wî ya li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezan a Amedê bi bîr anîn. 
 
‘TIŞTA DIKEVE SER MILÊ ME PÊKANÎNA TIŞTA WÎ DIXWESTE’
 
Di bîranînê de lîstikvanê Şanoya Bajêr a Amedê Ozcan Ateş axivî. Ateş, diyar kir ku Yalçinkaya ji bo pêşveçûna ziman û hunera kurdî gelek ked daye û wiha got: “Mehmet Yalçinkaya 30 salên xwe dan şanoya kurdî. Ji bo ku şanoya kurdî were cihekî gelek ked da. Ji ber vê yekê tişta ku dikeve ser milê me pêkanîna tişta wî dixweste.”
 
Piştî axaftinê, bîranîn bi danîna qûrnefîlan a ser gora Yalçinkaya bi dawî bû. 
 
QEYÛM ÎXRAC KIRIBÛ
 
Yalçinkaya, di sala 1968’an de ji dayik bû û di sala 1990’an de li Şanoya Bajêr a Dr. Asena ya Şaredariya Amedê bi awayekî profesyonel dest bi şanoyê kir. Lîstikvanê ku bi lîstikvanên hoste yên weke Veysel Ongoren, Ziya Demîrel, Luciano Logna, Celîl Toksoz û Haldûn Dormen re xebitî, di gelek lîstikan de cih girtibû û nivîskariya gelek lîstikan kiribû. Di nava lîstikên ku wî nivîsîn de yên herî zêde tên zanîn “Mala Dînan” , “Mala Extiyaran” û “Zembilfiroş” in. 
 
Yalçinkaya ku bû wesîleya gelek lîstikên kurdî werin pêşandan di heman demê de bi wergerê gelek lîstik qezencî kurdî kirin. Yalçinkaya, di demeke dirêj de di Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de xebitî, piştî tayînkirina qeyûm a şaredariyê ya di sala 2016’an de bi 30 hevalên xwe re hat îxrackirin. Li ser vê yekê Yalçinkaya bi hevalên xwe re di avakirina Şanoya Bajêr a Amedê de cih girtibû.