Vekirina Zarok MA'yê bi konserekê hat pîrozkirin

img
 
AMED - Orkestra Ma Muzîkê vekirina dibistana muzîkê Zarok Ma’yê bi konserekê pîroz kir.
 
Orkestra Ma Muzîkê vekirina dibistana muzîkê Zarok Ma’yê bi konserekê pîroz kir. Nûnerên gelek sazî û dezgehên sivîl ên civakî, malbatên zarokên ku qeydên xwe çêkirine û kesên ku piştevaniya Zarok Ma’yê kirin û gelek welatî beşdarî konserê bûn. 
 
Di serî de koordînatorê Ma Muzîkê û perwerdekarê Zarok Ma’yê Şêrko Kanîwar axaftineke kurt kir û malavayiya beşdarvanan kir. Piştî axaftina Kanîwar, Orkestra Ma Muzîkê bi rêvebiriya Ramin Rabiei dest bi konserê kir. Di konserê de bi zaravayên kurmancî, dimilkî û soranî yên kurdî stran hatin gotin. Di dema stranan de beşdarvan jî bi çepik û tilîlîyan tevli coşa konserê bûn. 
 
Piştî ku konser qediya li ser navê xebatkarên çand û hunerê Reyhan Çomak plaket û kûlîlk dan şefê Orkestraya Ma Muzîkê Ramin Rabiei û spasiya xwe pêşkeşî xebatkaren Ma Mûzîkê kir.