MED-DER'ê li Bismilê hevdîtin bi zarokan re kir

img
AMED - Endamên MED-DER'ê ji bo berbelavbûna kurdî çûn Bismilê û bi zarokan re çalakiyên cur bi cur li dar xistin. 
 
Xebatên Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) ên ji bo berbelavbûna kurdî didomin. Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê jî îro tevli çalakiya MED-DER'ê bûn. MED-DER, îro ji bo xebatên zimên çû Bismilê û hevdîtin bi zarokan re kir. 
 
Perwerdekaran ewilî alfabeya kurdî fêrî zarokan kir û paşê tevî zarokan stranên kurdî gotin.
 
Perwerdekaran çalakiya xwe ya îro bi strana "Zimanê Kurdî" bi dawî kirin.