Zarok Ma vedibe: Em ê zarokên vî welatî bêmuzîk nehêlin

img

AMED - Zarok Ma ya ku dibistana muzîkê ye wê di 6’ê tîrmehê de vebe. Perwerdekarên Zarok Ma’yê xwestin ku malbat ji bo parastina çand, ziman û muzîka kurdî bên qeydên zarokên xwe çêbikin. 

 
Akademiya Ma Muzîkê ku piştî girtina Konservatuara Aram Tîgran di 3'yê adara 2017'an de li Amedê bi dirûşma "Ji bo her kesî muzîk, li her derê muzîk" starta xebatên xwe da, bi projeyên nû yên derbarê muzîkê de xebatên xwe didomîne. Akademiya ku bi Orkestraya Ahengên Xwezayî ya Ma'yê, Orkestraya Zarokan a Ma'yê, Orkestraya Jinan a Ma'yê û Orkestraya Ma'yê ji bo muzîka kevneşop a kurdî mora xwe li bin xebatên serkeftî xist niha jî ji bo perwerdehiya zarokên 0 û 5 salî bi dirûşmeya "Mala we ya duyemîn" Zarok Ma’yê vedike. Perwerdekarên Zarok Ma’yê Şêrko Kanîwar û Evîn Dulek, derbarê vekirin û xebatên Zarok Ma’yê de ji ajansa me re axivîn.
 
'EM Ê ZAROKÊN VÎ WELATÎ BÊMUZÎK NEHÊLIN' 
 
Kordînatorê Ma Muzîkê û perwerdekarê Zarok Ma’yê Şerko Kanîwar bi bîr xist ku Ma Muzîk bi dirûşma “Em ê tu car zarokên vî welatî bêmuzîk nehêlin" vekirine û wiha got: “Xebata zarokên 0 heta 5 salî ji ber ku komî bûn û malbat jî tevlî dersê dibûn. Avahiyeke mezintir, sterîltir ku li gor şert û mercên pandemiyê hatiye dîzaynkirin û ku malbat bi rihetî bikarin rûnin û dem derbas bikin hewce bû. Em jî rabûn ji ber piştgirî dayîna sazî û dezgehên çand, huner û perwerdehiyê ku ji ber pandemiyê derb xwarine û xebatên wan sekinîne me serî li Enstituya Goethe ya Almanyayê da. Projeya me qebûl bû. Lê pereyê Goethe dan têra ku em avahiyekê nû ava bikin nekir. Pişt re me serî li Fongogoyê da. Ji bo ku perwerdehiya kurdî li vî welatî derb nexwe û berdewam bike Zarok Ma weke şaxeke Ma Muzîkê hat vekirin.”
 
'NE KREŞ AN JÎ PÊŞ DIBISTAN E, EV DER DIBISTAN E' 
 
Kanîwar da zanîn ku Ma Mûzîkê her sal di nava 250 û 300 zarok digirtin perwerdehiyê û wiha berdewam kir: “Li Ma Muzîkê yek pol bû û tenê min perwerde dida. Lê niha ji Akademiya Ma Muzîkê mezûn çêbûn. Em ê weke du perwerdekar ders bidin. Divê gelê me vê tiştê baş bizane. Ev der ne kreş an jî pêş dibistan e. Ev der dibistana muzîkê ku zarok bi malbatên xwe tevlî bibine. Hefteyê rojekê dê werin perwerdehiya muzîkê. Ji xwe ji konservatuara Aram Tigran dest pê kiribû. Me her sal dikarî 300 zarokan bigirta. Lê em du perwerdekar em ê karibin di serdemeke perwerdehiyê de ji payîzê heta havînê 800 zarokan bigirin. 800 zarokên ku beriya ji dayikbûnê heta 5 salî. Dema dayikek du canî dibe û tê meha çaremîn  û şunde perwerdehî li Zarok Ma’yê dest pê dike.”
 
'BILA ZAROKÊN WE BÊMUZÎK NEMÎNIN'
 
Kanîwar bi lêv kir ku ligel bi awayekî fermî serlêdan ne dabûn destpêkirin jî heta niha 300 malbatan serî li Zarok Ma’yê dane û got: “Em niha bi awayekî fermî deklere dikin. Kerem bikin zarokên xwe qeyd bikin ku zarokên we bê muzîk nemînin. Ku em wan li Zarok Ma’yê bi çand û hunera kurdî perwerde bikin.”
 
DÊ KONSERÊ LI DAR BIXIN 
 
Kanîwar diyar kir ku wê di 6’ê tîrmehê de Zarok Ma’yê vekin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li ser navê hemû xebatkar û kedkarên Ma Mûzîkê ez spasiya kesên ku bi her awayî piştevaniya Zarok Ma’yê kirin dikim. Zarok Ma mala we ya duyemîn e. Hûn kengî bixwazin dikarin bi zarokên xwe re li vir perwerdehiya muzîka kurdî bibînin an jî werin çayek me qehweyeke me vexwin. Em ê di 6’ê mehê de li baxçeyê Zarok Ma’yê di atmosfereke xwezayî de stranan bêjin û Zarok Ma’yê vekin. Em ê di heman demê de baxçeyê Zarok Ma’yê weke sahneyeke ser vekirî ji bo konseran jî bikarbînin. Ji bo ku hem em mekan bidin nasîn hem jî ji bo pîrozbahiya Zarok Ma’yê em ê di 10’ê tîrmehê de bi Orkestraya Ma’yê konserekê pêşkeş bikin.”
 
WÊ ZIMANÊ KURDÎ RAGIHÎNIN PÊŞEROJA XWE
 
Perwerdekar a Zarok Ma’yê Evîn Dulek jî qala naveroka perwerdehiya Zarok Ma’yê kir û wiha got: “Em hewl didin ewil ziman û çand bidin nasîn pişt re jî perwerdehiya muzîkê bidin. Wê zarok di Zarok Ma’yê de ferî muzîk, ziman û çanda xwe bibin. Tiştê ku di çanda kurdî de heye dê fêr bibin. Ji ber ku zarok bi malbata xwe re tê dersê, ev yek di navbera wan de têkiliyeke xurt çêdike. Wê muzîk, çand û zimanê kurdî ragihînin pêşeroja xwe.”
 
BANGA PERWERDEHIYÊ 
 
Dulek da zanîn ku ji bilî dersên muzîkê dixwazin atolyeya çîrokan û hunerê jî vekin û wiha berdewam kir: “Xwendina zarokan a çîrokên kurdî pir kêm e. Em armanc dikin ku zarok çanda çîrokê bizanin û bizanin gelek çîrokên wan hene. Di atolyeya hunerê de jî wêne çêkirin û danasîna amûran heye. Hevalekî me dê ji Atolyeya Mend wê mehê çend caran were bi zarokan re amûrên mînyatur çêbike. Banga me ewe ku malbat ji bo parastina çand, ziman û muzîka kurdî bên perwerdeya xwe bigirin.”
 
PIŞTÎ CEJNA QURBANÊ WÊ ZAROK MA VEBE
 
Dulek bi lêv kir ku wê piştî Cejna Qurbanê perwerdehiya Zarok Ma’yê bidin destpêkirin û got: “Heke piştî cejnê tiştek dernekeve em ê dest bi perwerdehiyê bikin. Em bi rêya ajansa we bang dikin ku serlêdanên me dest pêkirine. Bila malbatên ku dixwazin zarokên xwe bi çand û zimanê xwe mezin bibin, werin qeyda xwe çêkin. Em li benda we ne.”
 
MA / Fahrettin Kiliç - Eylem Akdag