MED-DER berê xwe dide gundan û şahiyên zarokan li dar dixe

img
AMED - MED-DER li gundên navçeyên Amedê ji bo pêşxistina zimanê kurdî û pêşî lê girtina asîmîlasyona li ser kurdî wê şahiyên zarokan li dar bixe. 
 
Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ya li Amedê xebatên ziman bi rê ve dibe, berê xwe dide gundan û ji bo zarokan şahiyan li dar dixe. MED-DER derbarê armanca vê bernameya gundan de peyamek da û bernameya xwe eşkere kir. 
 
MED-DER destnîşan kir ku ew ê bi piştgiriya saziyên çand û hunerê li gundan şahiyên zarokan li dar bixin û got: “Armanca xebata me bal kişandina ser zimanê kurdî ye. Em dixwazin li gundan, li taxan zarokan fêrî zimanê kurdî bikin. Xebata me dê li çar gundên navçeyên Çinar, Gêl, Bismil û Farqînê bê kirin.” 
 
Bernameya MED-DER’ê wiha ye:
 
* Di 1’ê tîrmehê de li Çinarê
 
* Di 2'yê tîrmehê de li Farqînê
 
* Di 3’yê tîrmehê de li Gêlê
 
* Di 4’ê tîrmehê de li Bismilê