Hevseroka MED-DER’ê Kan: Gelê me jî dewletê jî peyamên pêwîst wergirtin

img
AMED - Hevseroka MED-DER’ê Şîlan Elmas Kan, diyar kir ku bi çalakiyên wan ên li Wan, Cizîr û Amedê peyameke zelal dane gel û dewletê û wiha got: “Ji ber ji yekitiya netewî û zimanê gelê kurd ditirsin êrîş dikin.”
 
Tora Ziman û Çanda Kurdî bi daxwaza ku kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê li Wan, Cizîr û Amedê çalakiyên ziman li dar xist. Walitiyan, bi hêceta pandemiyê destûr neda ku li her sê navendan mîtîng pêk were. Polîsan jî di hemû çalakiyan de mudaxaleyî kesên ku tevlî çalakiyê bûn kirin. Parazvanên ziman, bi meşên ku xwestin bên astengkirin li ber xwe dan û bi dirûşmên “Ziman hebûna me ye” û “Bê ziman jiyan nabe” li qadan cihên xwe girtin. Hevseroka Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Şîlan Elmas Kan encamên ku ji çalakiyan derketin holê û zextên ku pê re rû bi rû man ji ajansa me re nirxand. 
 
‘LI GEL DORPÊÇÊ JÎ XWEDÎ LI ZIMAN DERKETIN’
 
Kan, destnîşan kir ku di çalakiyên li sê bajaran ji bo ziman hatin li dar xistin de coşeke mezin a gel hebûye û diyar kir ku hewl hatiye dayîn ku ev coş bi hêcetên pandemî, qedexe û dorpêçê were astengkirin. Kan, anî ziman ku gel ligel hemû mudaxaleyan jî li Wan û Cizîrê bi berxwedaneke bê hempa bûn bersiv. Kan, bal kişand ser nêzîkatiya polîsan a hişk a li Amedê û wiha got: “Çalakiya li Amedê ji yên Wan û Cizîrê gelek cûda bû. Hemû hevalên me yên tevlî çalakiyê bûn dorpêç kirin. Polîsan 3-4 hevalên me dorpêç dikirin. Serê 4 hevalên me 10 polîs diketin. Polîsan 10 komên hevalên me dorpêç dikir. Li gel van hemûyan jî gelê Amedê çalakiya xwe ya xwedî derketina ziman domand. Gelê me yê bajarên weke Êlih, Çewlik, Riha û gelek bajarên din tevlî çalakiyê bûn. Baweriya gelê me ya wê rojê tu car namire. Piştevaniya esnaf û welatiyan jî gelek girîng bû.”
 
‘KURDÎ HER TIM JI WAN RE BÛYE TIRSEK’
 
Kan, destnîşan kir ku hêceta bingehîn a êrîşan astengkirina bi destxistina statuyê ya gelê kurd e û wiha axivî: “Heke ev dewlet statuya zimanê gelê kurd qebûl bike weke ku statuya gelê kurd jî qebûl bike dibe, ev her du yek girêdayî êkûdu ne. Ji ber ku ziman ruhê gelekê ye. Qebûlkirina perwerdehî û fermiyeta ziman tê wateya xweseriya gelê kurd. Ji ber ji yekitiya netewî û zimanê gelê kurd ditirsin êrîş dikin. Zimanê me hebûna me ye, ruhê me yê yekitiya netewî ye. Mêtîngeh her demê ji zimanê gelê kurd tirsiyane. Kurdî her tim ji wan re bûye tirsek.”
 
‘GEL JÎ DEWLETÊ JÎ PEYAM GIRT’   
 
Kan, da zanîn ku têkoşîna ji bo kurdî didin ne tenê ji bo gelê kurd ji bo mafên zimanê gelên suryan, ermen, çerkez jî didin û wiha berdewam kir: “Berpirsyartiya dewletê ji gel re xizmet kirine. Ji ber wê yekê divê dewlet demildest ji bo kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê tevbigere ku em ji hev neveqetin. Yekitiya gel jî veqetîna gel jî bi ziman dibe. Me di çalakiyan de pêyamên xwe yên pêwîst dan. Sekna vî gelî ya li dijî êrîşan ji mîtîngên ku destûr nehatin dayîn xurttir bû. Gel ji aliyê xwedî derketina ziman peyama pêwîst da. Me jî weke Tora Ziman û Çanda Kurdî pêyamên pêwîst dan, gelê me jî dewletê jî ew peyam wergirtin.”
 
‘WÊ ÇALAKIYÊN ME YÊN ZIMAN BERDEWAM BIKIN’
 
Kan, anî ziman ku ji bo statuya ziman paş ve gavê naavêjin û diyar kir ku wê têkoşîna xwe ya ji bo ziman bidomînin. Kan, bi lêv kir ku wê bi baweriya ku sedsala 21’yemîn wê bibe azadiya gelê kurd, zimanê wî tevbigerin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê kampanyaya xwe ya îmzeyê ya ji bo kurdî bidomînin. Em ê xebatên xwe yên ji niha û şunde jî bi mîtîng, stand û çalakiyan bidomînin. Em ji gelê xwe bawer in, em bang dikin ku ji bo kurdî belav bibe divê gelê me li her qadê bi kurdî biaxive.”