Gola Buyere ku baweriya elewîtiyê ronî dike

img
DERSIM – Gola Buyere ya li navçeya Pîlemûriyeyê ku yek ji navendên baweriya elewîtiyê ye, bi xwezaya xwe bala herkesî dikişîne ser xwe û heyirî dihêle. 
 
Gola Buyere ya li bejahiya gundê Asgirekê yê navçeya Pîlemûriyeyê ya Dersimê, bi xwezaya xwe kesên tên seyra wê heyirî dihêle. Gola Buyere, di nav çiyayê bi qasî 3 hezar û 200 metre bilind de ye. Ava golê diherike Çemê Pîlemûriyeyê û ji vir jî diherike Çemê Haskarê yê navçeya Qislê. 
 
NAVENDA ŞÎFAYÊ
 
Gola krater navê xwe ji Dayika Buyer a ewliya digire û tê bawerkirin ku ava wê şîfa ye. Di baweriya elewîtiyê de Gola Buyer weke Ziyareta Dayika Buyer tê binavkirin û di demên dawîn de bi zanebûn weke “Bavê Buyer” tê binavkirin û hewl tê dayîn ziyaret bi zilam bê binavkirin. 
 
ŞIKEFTA SPARTINÊ
 
Li cem Gola Buyer şikeftek heye û mirov di nav avê de xwe digihînin şikeftê û bi vêxistina find û çirayan re diayan dikin. Tê diyarkirin ku ava di nav şikeftê de dinuqute ji bêhnçikandinê re baş e. Tê gotin ku dema Komkujiya Dersimê gelek kesan xwe spartiye şikeftê û bi awayî ji komkujiyê xelas bûne. 
 
HEM KÊFXWEŞ HEM JÎ XEMGÎN DIBIN
 
Welatiyê bi navê Alî Çalişkan ku hatiye serdana golê, diyar kir ku dema tên serdana golê bi xweşiyê re ji ber komkujiyê xemgîn jî dibin û wiha got: “Hin caran kilamek tê ser zimanê me û heta ku ji me tê em dengê xwe bilind dikin. Xwe di valahiyê de hîs dikin û xwe ber didin. Hin caran jî em bi dostên xwe re diğerin û dibin sedem ku xweşiyên vê erdnîgariyê bibînin.”
 
 GULISTAN E
 
Îstem Konak ku ji Stenbolê hatiye jî diyar kir ku beriya niha navê golê bihîstiye û ji bo dîtina wê hatiye Dersimê û ev tişt anîn ziman: “Cihekî gelek xweş e. Mîna gulistanê ye. Gelek gulên rengîn hene. Divê teqez bê dîtin û lê bê gerîn. Yek ji cihê pîroz e ku divê gelê me bibîne.”
 
 AVA WEKE ŞÎR
 
Kader Bîlgîn ku ji Erzînganê hatiye serdan golê jî da zanîn ku gol navenda baweriyê ye û wiha got: “Ava golê gelek xweş e û weke şîr bi kef diherike. Divê herkes bê Gola Buyer bibîne. Divê neyê gemarîkirin û tu tiştekî ku di xwazeyê de neyê mehandin divê neyê avêtin.”
 
MA / Ayşe Surme